Şerê jinan ê bêdawî: Qirkirina zayendî (3)

Bi qirkirina nîjadî re qirkirina zayendî Di beşa dawî ya dosyaya xwe de me xwest tiştên ku jin dijîn em di bin sernaveke din de binirxînin lewre jinên Kurd bi sedan sal e bi du awayan rastî êrîşan tên. Hem ji ber nasnameya xwe ya neteweyî, hem jî zayendî bênavber êrîş li dijî wan pêk tên. Li erdnîgariya ku Kurd lê dijîn, dewlet, hem bi xwe hem jî bi navbeynkariya komên ku piştgirî didin wan ji berê heta îro bûne celadên jinan. Jinên ku hêza xweparastinê afirandine, bi rêxistinbûna xwe ji bo hemû jinên cîhanê dibin îlham.

Bi qirkirina nîjadî re qirkirina zayendî
Di beşa dawî ya dosyaya xwe de me xwest tiştên ku jin dijîn em di bin sernaveke din de binirxînin lewre jinên Kurd bi sedan sal e bi du awayan rastî êrîşan tên. Hem ji ber nasnameya xwe ya neteweyî, hem jî zayendî bênavber êrîş li dijî wan pêk tên. Li erdnîgariya ku Kurd lê dijîn, dewlet, hem bi xwe hem jî bi navbeynkariya komên ku piştgirî didin wan ji berê heta îro bûne celadên jinan. Jinên ku hêza xweparastinê afirandine, bi rêxistinbûna xwe ji bo hemû jinên cîhanê dibin îlham.
 
Navenda Nûçeyan- Ji bo jinan isbatkirina sûcên şer û derxistina holê ya rastiyê her dem zor bûye. Her çiqas rastî li pêş çavên hemû gelên cîhanê werin jiyîn jî dewlet qirkirina nîjadî û zayendî ji nedîtîve tên.
Di dema dagirkirina welat û erdnîgariyan de, hejmara jinên ku ji warê wan veqetandine birine bazarên welatên din, heta niha jî bi zelalî nehatiye zanîn. Dewletan îmze avêtibin bin peymanên navneteweyî jî giraniya wan çênebûye lewre tu dewletê li gorî peymanan hereket nekiriye. Dema ku mijar jin bin sûcên li dijî mirovahiyê jî bê ceza dimînin. Îro li erdnîgariya Rojhilata Navîn her çiqas nav lê nehatibe danîn jî bi salan e Şerê Cîhanê yê Sêyemîn heye. Riyên koçberiyê yên ji Sûriyeyê ber bi welatên din ve diçin, jinên ku li wan riyan tên qetilkirin û yên ji ber nasnameya xwe berê wan li lûleyên çekan e...  
Li dijî Kurdan qirkirina yekem a Osmaniyan
Em ê bi Koçgiriyê behsa tiştên ku hatine serê jinên Kurd bikin. Dewleta Osmanî ku bi polîtîkaya şerê li dijî gelan tê nasîn, cara yekem li Koçgiriyê li dijî Kurdan dest bi êrîşê kir. Di wan êrîşan de gelek gund hatin şewitandin, bi hezaran kes hatin qetilkirin. Navê fermandara jin a ku berxwedêrên Kurd bi rêxistin dikir Zarîfe bû. Ew fermandara yekem a Kurd bû. Zarîfe ji wê komkujiyê rizgar bûbû, berê xwe dabû Dêrsimê. 
Li Dêrsimê êrîşên îmhakirinê
Dêrsim, ew warê xwedî çand û dîrokî ku heta niha jî ji ber wê komkujiyê birîndar e. Li dijî wî cihê ku bi hezaran salan bi çand û baweriya xwe jiya bû; di sala 1937’an de êrîşên topyekun hatin destpêkirin. 70 hezar mirov hatin qetilkirin, bi hezaran jin ji bo xwe ji tecawiza leşkeran biparêzin xwe ji zinaran avêtin. Zarokên keç ji malbatên wan girtin, wekî ewlad dan malbatên Tirk û tê diyarkirin ku hejmara wan zarokan bi sedan e. 
Geliyê Zîlan
Di komkujiya li Geliyê Zîlan de herî kêm 15 hezar mirovan jiyana xwe ji dest dan, bi sedan jin piştî tecawizê hatin qetilkirin, bi sedan jî li wesayîdan siwar kirin û birin. Aqubet û hejmara van jinan tu carî nehat zanîn. 
Ev êrîş û qirkirina li ser erdîngariya Kurdistanê hê jî didome. Bi qirkirina fizîkî re, di roja me de qirkirina siyasî jî bûye polîtîkaya dewletê. Kurd, li dijî vê polîtîkaya qirkirinê ya li ser ziman, çand û hebûna wan, berxwedana xwe didomînin. Di vê berxwedanê de kurd bi bûyerên kuştina bi îşkenceyê, tecawiz, bi hezaran windahî û bedenên tazî yên hatine teşhîrkirin re rûbirû man. Ev kirinên ku sûcên li dijî mirovahiyê ne, hê jî ronî nebûne.
Bi sedhezaran mirov hatin qetilkirin
Yek ji pêkanînên herî sosret ên li dijî Kurdan di navbera salên 1986-1988’an de çêbû. Li Iraqê bi fermana Sedam Huseyîn, 7000 Kurd li Helepçeyê, bi kîmyabaranê hatin qetilkirin. 182 hezar Kurd jî di bin navê operasyonên Enfalê de hatin qetilkirin û bi sedan jin ji malbatên xwe hatin girtin ku hê jî aqubeta wan nediyar e. Di belgeyek veşartî ya ji Serokatiya Dewleta Iraqê re hatiye nivîsandin de hatibû gotin ku wan jinan ji bo di bazara fihûşê de bidin xebitandin şandine welatên Ereban.
Li Sûriyeyê daneyên heyî hê jî zelal nîn in 
Di roja îro de jî bûyerên gelek xirab û sosret li Sûriyeyê rûdidin. Mixabin der barê tiştên hatine serê jinan de tu dane tune ne. Ji sala 2011’an ve di şer û pevçûnên çêbûne de sûcên şer ên rejîma Sûriyeyê û çeteyên paramîlîter her roja diçe zêdetir dibin. Neteweyên Yekbûyî di rapora ku di sala 2018’an de weşand de diyar kir ku di şerê li Sûriyeyê de bi hezaran jin rastî tecawizê hatine. Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ku navenda wê li Îngîltereyê ye bi raporê belge kir ku ji sala 2018’an vir ve 106 hezar ji wan sivîl, 353 hezar û 900 kes hatine qetilkirin. Li gorî texmînên heman saziyê, mirina 100 hezar kesî nehatiye belgekirin. Ji sedî 40 kesên hatine qetilkirin jin û zarok in. Ji ber şer herî kêm 6, 1 milyon sûriyeyî ji malên xwe mehrûm bûne, 5,6 milyon kes jî reviyane derveyî welat, nîvê ji wan penaberên Sûriyeyê jin in.
Li Şengalê jin ji aliyê jinan ve hatin rizgarkirin
Şerê li Rojhilata Navîn ji aliyê DAIŞ û komên din ên cîhadîst ve tê berdewamkirin. Li dijî tevgera sîstematîk a tunekirinê, jinên Kurd berxwedana sîstematîk a bi rêxistinbûyî nîşan didin. Rêxistina bi nave DAIŞ’ê di Hezîrana 4014’an de Mûsil dagir kir. Dûre berê xwe da Şengalê warê ku Kurdên Êzidî yên xwedî baweriya qedîm a Mezopotamyayê lê dijîn dagir kirin. Ji ber ku hêzên herêmî ji wir reviyan di Tebaxa 2014’an de li gundên Şengalê bi sedan mêrên Êzidî hatin qetilkirin. Zarokên keç û jin dîl hatin girtin. Li gorî daneyên Platforma Têkoşîna Ji bo Jinên bi Zorê Hatine Revandin, 7000 hezar jin û zarokên keç ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin revandin. Aqubeta gelek ji wan jinan hê jî nayê zanîn.
Ên destpêkê ji bo jinên Êzidî rizgar bikin hatin Şengalê şervanên YJA Star û HPG’ê bûn. Bi hatina wan re komên xweparastinê yên jinên Êzidî hatin avakirin û bi berxwedana wan jinan, Şengal ji DAIŞ’ê hat rizgarkirin.
Şoreşa Jinan a li Rojava
Li Rojava bi avakirina hêzên parastinê şoreşa jinan pêk hat. Yekîneyên Parastina Jinan di 4’ê Nîsana 2013’an de avakirina xwe îlan kir. Êrîşên ku destpêkê ji aliyê rêxistina bi navê El Qaîde û El Nusrayê ve li dijî Rojava pêk hatin ji aliyê hêzên parastinê ve hatin têkbirin. Piştî Şengalê, DAIŞ’ê bi temamî berê xwe da Rojava û di Cotmeha 2014’an de erîşê kantona Kobanê kir. YPJ’a ku bi hezaran jinan ji bo parastina cewherî di bin banê xwe de dihewand; li dijî êrîşên DAIŞ’ê yên li ser Minbic, Tebqa, Reqa û Dêrezorê şer kir û di rizgarkirina wan bajaran de roleke çalak lîst.
Li Efrînê jin hedef hatin girtin
Dewleta Tirkiyeyê di 20’ê Çileya 2018’an de êrîşê yek ji kantonên Rojava Efrînê kir. Di dema êrîşê de şervana YPJ’ê Barîn Kobanê ji aliyê wan koman ve hat qetilkirin. Dîmenên îşkenceya ku li bedena Barîn Kobanê hat kirin, di medyaya civakî de hatin weşandin. Gelek zarok hatin revandin, jin rastî tecawizê hatin. 
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê di komxebata ku di 29’ê Çileyê de li bakurê Sûriyeyê li dar xist de raporek der barê kirinên dewleta Tirk û hêzên paramîlîter ên di sê salan de li Efrînê kirine de weşand. Di raporê de bal hat kişandin ku bi qirkirina nijadî û çandî ya li dijî gelê Kurd re, guhertina demografîk jî çêbûye û daneyên bûyerên di nava sê salan de qewimîne hatin parvekirin. Di encama bombebaranê de 303 zarok, 213 jin, bi tevahî 696 sivîl birîndar bûn. Di sala 2019’an de hejmara bûyerên revandina mirovan û xwestina fîdyeyê ji 6 hezarî derbas bû. Dîmenên jin û zarokên ku hatin revandin û îşkence li wan hat kirin, ji malbatên wan re şandin û fîdye ji wan xwestin. Ji sala 2018’an heta sala 2019’an 40 jin hatin qetilkirin, 128 jin birîndar bûn, 60 zarokên keç ên temenê wan biçûk rastî tecawizê hatin.  
 Serêkaniyê/ Girê Spî
Di 9’ê Cotmeha 2019’an de ‘Artêşa Milî ya Sûriyeyê’ (SMO) li dijî bajarên Serêkaniyê û Girê Spî yên Rojava dest bi êrîşên ji bo dagirkirinê kir. Di hedefa êrîşan de dîsa jin hebûn. Di 12’ê Cotmehê de Hevseroka Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Hevrîn Xelef ji wesayîda xwe ya ku li ser riya M4 bû hat peyakirin û dûre hat qetilkirin. Qetilkirina wê ji hesabê medyaya civakî hat weşandin. Îşkenceya ku di 26’ê Cotmehê de li cenazeyê Şervana YPJ’ê Amara Rênas hatibû kirin bi kamerayê hatibû parvekirin. Ji gundên Girê Spî gelek jin hatin revandin her wiha li gorî agahiyan li bajar bi zorê çarşevên reş li jinan kirine.