Çanda tecawizê: Kokên wê yên dîrokî û teyîsînên civakî – 2

Çanda tecawizê teşwîqê êrîşkariya zayendiya-nêr dike, destekê dide şîdeta li dijî jinan, dipejirîne. Şîdeta fizîkî û hestiyarî ya li dijî jinan norm(al) tê dîtin, şîdetê seksî dibîne û têkiliya zayendî û şîdetê yek dibine.

ZÎLAN KOÇGIRÎ

“Heta ku çanda tecawizê ya li ser civaka dayiksalar hatiye ferzkirin, bi dawî nebe; dê rastiya civakî bi aliyên xwe yên felsefî, zanistî, etîk, estetîk û olê dernekeve holê.”

Modernîteya kapîtalîst a ku xwe li ser keda jinan ava kiriye, bi awayê ku di tu serdeman de mênakên wê nîn in, jinan mehkûmê çanda tecawizê kiriye. Mirov dikare vê rewşê bi analîzkirina ramanî, bîrdozî-felsefî ya serdemê têbigihîje. Çanda tecawizê ya ku bi pergala ramanî ya olperestiyê tê meşandin, di serdema herî çors a modernîteya kapîtalîst de bi netewperestî û zayendperestiyê hatiye berdewamkirin. Zanista pozîtîvîst a ku weke zagona xwezayî bi mantiqa seranser a ‘hêzdar, bêhêzan diçewisînin’ bi pêş dikeve, li ser keda jinan xwe bi pêş xistiye, ji bo jinan serî li rê û rêbazên mehkûmkirina nava sînor û malan daye, hewl daye wan di bin gelek têgehan de dîl bigre.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, jinan di nava modernîteya kapîtalîst de weke “keybanûya metayan” pênase kiriye û vê nirxandinê kiriye: “Di pergala kapîtalîst de ên herî zêde bêkar-bêhêz hatine hiştin jin in. Jinan mehkûmê nava çar dîwaran kirine. Rewşa Kurdan jî weke ya jinan e. Rewşa wan pir dişibe hev. Ji ber vê yekê ez pir li ser vê mijarê disekinim. Di demên dawî de pir li ser kûr dibim. Ez ji xwe dipirsim dibêjim çima nikarim bi jinek re bijîm? Ez hê heşt salî bûm, min jinan nas kir. Di wî temenî de feraseta namûsê li ser min ferzkirin. Ez nikarim 24 saet bi jinek ku azad nîn e re bijîm. Jinan kirine kole, çanda tecawizê ya pênc hezar salan heye. Heta ku mirov vê çanda tecawizê nebine, nikare xwe fam bike. Ez behsa kerxaneyên fermî nakim, behsa tecawiza taybet-asayî ya li malan tê kirin jî nakim, behsa çanda tecawizê dikim.”

Tecawiz çalakiya mêrên serdest a ku nayê guhertin e

Çanda tecawizê, bi xwespartina desthilatariya yekperest, bingeha xwe ava kiriye. Ji bo parastina hebûna xwe bi forma modernîteya kapîtalît a ku netew dewletan ava kiriye, ne tenê di warê kes de yektîpiyê ferz kiriye; li tevahiya hebûnên civakî feraset û cîhaneke yektîp ava kiriye. Modernîteya kapîtalîst a ku desthilatdariya xwe li hemû civakê belav kiriye, hem hewl daye civaka yektîp hem jî civaka netew-dewletê biafirîne, li cihê kralên ku rûpoşa wan ketiye, çanda tecawizê ketiye meriyete. Li her malek, mêrê ku xwe weke rêveberê pergalê dibine, çanda tecawizê belav dike. Zayendiya mêrê ku hatiye çavsorkirin û çewisandina zayenda jinan, di kûrahiya civakan de amûrên normalkirina feraseta çanda tecawizê çêkiriye. Bi taybetî medya, çanda populer, huner û spor bi vê armancê hatine bikaranîn, naveroka wan hatiye valakirin, an jî bi zanîn nava wan bi çanda tecawizê, bûye cihê çalakiya mêrên serdest a ku naguhere.

Dibe ku ev pênase, ji bo gelekan giran wre, ji ber wê divê li ser warên ku çanda tecawizê ya pergalê sîrayetî wan kiriye em ê bi çend mînakan mijarê zelal bikin. Di tevahiya dîrokê de çeka herî mezin a ku pergalên şaristaniyê bi kar anîne zayendperestî bûye. Îcar di serdema modernîteya kapîtalîst de, jin ketiye rewşek ku jig elek aliyan ve were bikaranîn. Zarokan aniye, bûye karkera malê, objeya ajoya zayendî, amûra reklaman û meta. Argumanên bingehîn ên pergala desthilatdariya mêr, zayendperestî, netewperestî û olperestî, her yek ji wan di rûniştina vê çanda tecawizê de xwedî erk in.

‘Na’ tenê ‘na’ ye!

Çanda tecawizê teşwîqê êrîşkariya zayendiya-nêr dike, destekê dide şîdeta li dijî jinan, dipejirîne. Şîdeta fizîkî û hestiyarî ya li dijî jinan norm(al) tê dîtin, şîdetê seksî dibîne û têkiliya zayendî û şîdetê yek dibine. Li gorî vê ferasetê di bin gotina “na” ya jinan de “erêyek veşartî” heye. Di medyaya nivîskî û dîtbarî de her dem tecawiz dibe mijar û di encamê de bi ‘razîbûna’ jinê bûyer tê ‘çareserkirin.’ Di çanda tecawizê de ji jinan re tê gotin ku divê çawa cilan li xwe bike, çawa biaxive, bikene yan jî nekene. Ji jinan re tê gotin ku divê bi kê re hevaltî bike yan jî neke. Li  ser hejmara zarokên ku bîne ultîmatom tê dayîn. Di çanda tecawizê de gotina pêşiyan a “ger tecawiz hebe divê tu li çêja wê binêrî” nifş bi nifş tê gotin.

Di çanda tecawizê de mexdûr sûcar tê dîtin. Mêrek ku tecawizê zarokek dike, bi gotina ‘razîbûnê’ ji ceza rizgar dibe. Bi hevokên ‘rizaya zarok heye…’ zewaza zarokan tê teşwîqkirin, ji bo tecawiza li kursa quranê ya şevînê bi gotinên; “ji bo carekê tiştek nabe” parastina tecawizkar tê kirin. Çanda tecawizê ‘di saziya herî biçûk a dewletê û di malbata ku zindana herî tarî ya jinan e’ de dest pê dike… Jinên ku rastî ensestê tên, zorê li wan dikin ku heta dawiyê bêdeng bimînin. Vê çanda ku jinan bi gotinên “bi namus” û “benamûs” kategorîze dike, di wê baweriyê de ye ku jinên li gorî normên desthilatdariya mêr tevnegerin, tecawizê ‘heq dikin.’ Bav, birayê mezin, ap, xal, mamoste, mela, bijîjk, polis, leşker, hemû di nava vê lîsteyê de ne. Li dibistanên şevînî û yên din, li malê, li dibistanên îmam xetîb, yûrd û qereqolan

Jina hêmaya sereke ya bûye obje

Awayê destgirtina mijara tecawiz û şîdeta zayendî ya civakek, der barê têkiliyên hêz-hegemonyaya wê civakê de daneyan dide. Awayê nirxandin û axaftina li ser çanda tecawizê, di berdewamiya vê çandê de rokeke girîng dilîze. Jin mexdûr e, bêdeng e, xwe dikşîne nava xwe. Di bûyerên tecawizê de tu kes pirsa rewş û aqubeta jina ku rastî tecawizê hatiye nake, naxwaze hîn bibe. Jina hêmaya sereke ya ku ketiye rewşa objebûyînê, tenê dibe mijara nûçeyên magazînê. Tevî ku çanda tecawizê şîdeta zayendî dipejirîne jî di nava civakê de li ser zayendperestiyê nayê axaftin. Ji ber wê yekê li cihê kesên dengê wan nayê bihîstin, kesên ku axaftinê mafê xwe dibînin hene û ji derveyî yên dengê wan nayê bihîstin, deng ji her kesê derdikeve. Her çendî rehabîlîtekirina tecawizkar bibe mijar jî ji bo derbaskirina travmaya jina ku rastî tecawizê hatiye behsa mekanîzmayan nayê kirin.

Aliyê mêtinkar ê çanda tecawizê

Çanda tecawizê yek ji pêkanînên sereke yên mêr-dewletê ye lewre zayendperestî û netewperestî u faktorên girîng in bi taybetî di pêvajoyên şer de ji hev xwedî dibin, li ser hev bandorê çêdikin. Çanda tecawizê ya ku çanda şerê mîlîtarîst e, komkujî û çekek e. Di binçavan û di girtîgehan de weke çeka şer tê bikaranîn. Li dijî ax, mal, milk û jinên ku dijmin tên dîtin tecawiz tê kirin. Li dijî yên ‘yên din’ her awayê êrîşa zayendî tê meşrûkirin. Çanda tecawizê hem di pêvajoyên şer de hem jî di pêvajoyên ku şer nayê dîtin de, qada serdestiyê ji bo desthilatdaran berfireh dike.

Tiştên ku kampanyaya ‘Mee too’ tîne bîra me

Çanda tecawizê li hemû cîhanê; ji lixwekirina jinan bigre, heta tevgerên wan, heta axaftina wan weke objeya zayendî tê dîtin; hal û tevgerên tacîzkar û tecawizkar tên meşrûkirin. Li ser pênasekirina çanda tecawizê ya me hewl da em li jorê vebêjin, di bîra me hemûyan de mînakek heye. An jî em hemû di jiyana xwe de jî ji ber vê yeyê mexdûr bûne.

Li dijî tecawizê li tevahiya cîhanê lêgerînên mezin hene û têkoşîna jinan didome. Van lêgerînên ku em dikarin bibêjin li dijî mirinê têkoşîna ji bo jiyanê, bi qasî ku girîng in, lêgerînên radîkaltir û xwedî bingeh hewce dikin. Di sala 2017’an de kampanyaya “Mee too” ku navenda wê Hollywood bû, di demek kurt de li hemû cîhanê belav bû, nîşan da ku li cihê kar, li kolanê, di cihên perwerdeyê de jin çiqas di bin gefa tecawizê de ne.”

Bi Gîseleyê çalakiyên piştgiriyê

Sala 2023’yan li Fransayê piştî ku Gisèle Pelicot a ku hevjînê wê 10 salan dermanên hişbirê didayê, rastî tecawiza hevalên hevjînê xwe yê ku hatibûn malê hat, di pêvajoya dadgehê de jin rabûn serhildanê. Li gelek bajarên weke Marsîlya, Parîs, Nîce, Rennes û Nantesê, zêdetirî wan jin bi sedan kes, ji bo destekê bidin Gisèle Pelicot a ku 10 salan hevjînê wê dermanên hişbirê didayê rastî tecawiza ji 80 zêdetir mêran hat, berê xwe dan qadan. Yek ji organîzatorên çalakiyan Anna Toumazoff, got: "Hatina me ya vê derê pir girîng e lewre divê em der barê çanda tecawizê de biaxivin. Em dizanin ku heft sal piştî MeToo awayê qurbaneke taybet çênebû. Her wiha em ferq dikin ku cûreyek taybet a tecawuzê jî nîne.”

Ne reform pêdivî bi têkoşîna radîkal heye

Di van herdu bûyeran de jî weke tê dîtin, tecawiz empozeyî hemû mêran hatiye kirin, ji hunermendan, heta maliyekaran, heta siyasetmedaran, di her beşê de bi mêran re pir tê dîtin. Tesbît û teşhîrkirina vê yekê girîng e lê xebatek ku tenê bi teşhîrê bi sînor bimîne, di heman deme de dibe ku rê li ber gotinên; “her kes jiyaye, normal e” veke. Van kampanyayên ku li tevahiya cîhanê tên lidarxistin teqez divê aliye pergalî yê tecîz û tecawizê bigrin dest û bi hedefgirtina guhertina pergalî, xebat werin kirin. Bi sererastkirinên ku di asta reformê de werin kirin, mirov dikare vê ji vê pergalê derbas bibe. Pergal bi sûdgirtina ji vê rewşê, derfetên zêdetir rêxistinbûnê dibîne. Ji ber wê heta ku li her dere pergala jinan neyê avakirin, qadên jiyana azad çênebin çanda tecawizê bi dawî nabe.

Serhildana mêtinkara yekem û dawî, di heman deme de tê wateya bidawîbûna hemû koletiyan. Bi vê yekê têkiliyên azad dikarin derkevin holê. Bi qasî perspektîfa bîrdozî, di rêxistinbûn û çalakiyê de jî divê mirov radîkal be.

Kampanyaya ‘Namûsa me azadiya me ye’

Em mînakên berbiçav ên vê çalakgeriya radîkal û rêxistinbûyîna wê li Kurdistanê dibînin.

Têkoşîna Azadiya Jinên Kurdistanê, di sala di 2008’an de ku çanda tecawizê li her derê belav bûbû, weke itiraza vê pergala ku navê nirxên civakî li xwe kiriye, bi şiara “Em ne namûsa tu kesê ne, namûsa me azadiya me ye” dest bi kampanyayê kir. Li erdnîgariyeke ku her roj li ser navê namûsê jin tên kuştin, şiara; em namûsa tu kesê nîn in, namûsa me azadiya me ye; serhildana li dijî çanda pergala baviksalar e. Her çendî kevneşopiya têkoşîneke girîng be jî, lêpirsînkirina feraseta namûsê ya ku di nava çanda civakî de bi cih bûye û ji bo nêzikahiya mêr bingehê çêdike, gelek girîng e lê heta tu bibêjî bi xeter e lê heta ku cihê nêmgirtî der nebe, kunêr baş nabe. Her çendî li hundir û derve pêşî li gelek nîqaşan vekiribe jî ji ber ku rê vekir li ser vê mijarê fikirandin çêbibe, hinek mijarên ku bûne tabu werin lêpirsînkirin bû destpêkek girîng. Lewre çanda tecawizê, zêdetir xwe li ser têgeha namûsê zêde dike û dide jiyîn.

 Kampanyaya ‘Em dawî li çanda tecawizê bînin’

Bi xebat û nîqaşên ku hatin kirin derket holê ku heta çanda tecawizê bi dawî nebe, pêşî li azadiya civakî û azadiya jinan venabe. Ji ber vê yekê 8’ê Adara 2010’an bi şiara “Em têkoşîna azadiyê bilind bikin, dawî li çanda tecawizê bînin” kampanyayek hat destpêkirin. Armanca vê kampanyayê, ew bû ku polîtîkayên 5000 salan ên tecawizê vedişêrin, li ser navê kevneşopiyan, li ser navê exlaq û olê, di serî de milkbûna jinan, desteserkirina nirxên demokratîk-azadîxwaz ên civakî werin deşîfrekirin. Li ser navê kevneşopî û pergala civakî, vê derewa mezin, sextekarî, çanda tecawizê ya ku rûniştiye teşhîr bibe û li dijî wê derketin çêbibe. Ev yek bi qasî zanîna azadiya jinan, ji bo xwedîderketina li xwe ya civakê jî hewce ye. Van kampanyayên ku hatin lidarxistin, ji bo balê bikşînin ser mijarê her çendî pêvajoyên sembolik bin jî encama ku ji wan derket ew bû ku çanda tecawizê piralî û kûr e, ji her alî ve divê têkoşîn berdewam bike û bimeşe.

‘Şertê yekem ê pêşengiyê nêzikahiya programatîk a têkiliya jin û mêr e’

Yek ji encamên vê têkoşînê jî ew e ku bidawîbûna çanda tecawizê di heman deme de şertê yekem ê avakirina jiyana sosyalist e. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji sala 2007’an vir ve çanda tecawizê xist rojeva Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê, di nameya ji PAJK’ê re şand de wiha dibêje; “Pêvajoya demokratîk komunalîst, nûjenbûna civakîbûna jin-dayikê ye. Bi vê rêbazê mirov dikare bigihîje rastiya civakî. Heta ku çanda tecawizê ya li ser civaka dayik hatiye verzkirin, neyê derbaskirin, rastiya civakî, bi her aliyê xwe ve, bi felsefe, zanist, etîk, estetîk û olê dernakeve holê. Di warê sosyalîzmê de encama ez gihîştimê ew e ku di têkiliya jin û mêr de nêzikahiya programatîk hebe. Ger ev esas neyê girtin, di asta biyolojik, psikolojik, pêdiviyên ajoyî de were hiştin dê bi giştî ji wateya azadiya mirovan bêpar were hiştin. Ger li vê derê helqe baş were girtin dê di warê texrîbata li ser ekolojiye, cudakariya civakî, azadiya takekesî de mirov bikeve riya rast.”

Çareserî zanîn û şoreşa jinan a bi rêxistinbûyî ye

Di vê serdema ku hegemonyaya baviksalar hewl dide xwe bi şerê cîhanê yê sêyemîn re ji aliye leşkeri û siyasî ve bi hêz bike de, em dibînin ku hewl dide hemû aliyên ku ji bo xwe bi xeter dibîne tune bike. Jin jî din av de hewl dide li ser hemû beşên alternatîf serîtewandin û koletiyê bide ferzkirin. Jin li dijî vê yeke bi nêzîkahiyeke zana, watedar û têgihîştî, pergala xwe ya demokratîk bi pêş dixin. Bi vê yeke ger bikaribin çanda tecawizê asteng bikin dê ji bo hemû mirovahiyê riyeke nû vekin. Ji bo ku jin di warê civakî, aborî, siyasî, çandî û ekolojik de bibin xwedî hêz û der barê xwe de xwedî gotin bin, îradeya xwe bi pêş bixin divê bikaribin xwe biparêzin û ji hemû pirsgirêkên civakî re bibin hêza çareseriyê. Di vê serdemê de k udi warê demokrasi û azadiyê de ewqas nîqaşên mezin tên kirin de, tu hêz û tu desthilatdarî bila ji jinan teslimiyet û pozisyona qurbanên ku tu refleksa wan nemaye hêvî neke. Weke hemû zindiyên di nava xwezayê de, jin jî dikarin xwe biparêzin û xwedî mafê parastina hebûna xwe ne. Bi şikestina zayenda yekemîn û duyemîn ku bi feraseta desthilatdariya mêr ji bo sazîkirina çanda tecawizê çêbû,  hewl dan jinan mehkûmê koletiyê bikin. Niha sêyemîn şikestina zayendî ya ku di lehiya jinan de bi pêş bikeve, di nava xwe de potansiyeleke wisa dihewîne ku rûbarê ji aliyê şaristaniya navendî ve berepaş diherikî, careke din ber bi çavkaniya xwe ve biherike. Li dijî jinên ku xwe bi çeken ramanî, çandî û aborî, amade kiribin û diparêzin, tu mêr û tu pergal nikare mêtinkariyê bike. Di encama van hemûyan de, ji bo jinên nirxên jiyana azad, ji bo veguherîn û azadbûna civaka zayendperest û pêşxistina ronesansa nûjen a civakî, ji bo civakê û jinan pêdiviyeke nebe nabe ye. Jina azad û bi hêz, civaka azad û bi hêz e. Bi vê rêgezê bi jineke azad û bi rêxistinkirî, mirov dikare civakê ji nû ve ava bike. Ev rastî dibe şoreşa jinan bi xwe. Her jina ku bi vê şoreşê xwe zana kiribe, bi rêxistin kiribe û bûbe xwedî hêza çalakiyê, li dijî çanda tecawizê ya li ser jinan dibe derbeyek mezin.

Qediya

Çavkanî

  1. Abdullah Ocalan: Modernîteya Kapîtalîst û Jin salên 2000'î.
  2. Pelicot, Gisèle. Bûyerên tecawizê yên li Fransayê û têkoşîna jinan a bi şîdeta zayendî re
  3. Foucault, Michel. Disiplîn û Ceza: Di civakên nûjen de desthilatdarî û zayend.
  4. Smîth, Andrea. Tevgera Jinên Kurd û têkoşîna civakî.
  5. Zeynep Yeşîl –Modernîteya Demokratîk