16'ê Adarê: Komkujiya Helepçe

Komkujiya Helepçe
Di 16’ê Adara 1988’an de rejîma Îraqê gaza kimyayî ser navçeya Helepçe ya girêdayî Silêmaniya Başurê Kurdistanê de barandin.
Di encama kîmyabaranê de 5 hezar welatiyên herêmê jiyana xwe ji dest dan. 
Komkujiya Son My ê
Di 16’ê Adara 1968’an de li gundê My Lai yê herêma Quang Ngai ya Vietnamê komkujiya Son My pêkanîn û di encamê de 346 sivîl qetil kirin.
Sucê şer ê ku bi fermana fermandarê DYE yê William Calley hatî kirin, ji aliyê rojnamegerek înglîz ve bi belgebûyî,  piştî salekê artêşa DYE yê sucê ku kirine pejirand.
Katîvîsta aştiyê Rechel Carrie 
Duzerên zirxiyên Îsraîlê heya 16’ê Adara 2003’an 1700 avahiyên filistîniyan hilweşandin. 
Ji bo dawîanîna li hilweşîna avahiyên filistîniyan Aktîvîsta aştiyê Rachel Aliene Corrie tevî 7 hevalên xwe yên dildar li hember duzerên zirxiyên Îsrailê sekinîn.
Piştî berxwedana sê demjimêran duzeran da ser wan du car ser Rachel re derbasbû û hemû hestiyê canê wê şikandin, bi vî awayî aktîvîstên aştiyê qetil kirin.