14’ê Nîsanê Roja Bîranîna Enfalê
Rejîma Baas a Îraqê di navbera salên 1987-1989’an de bi navê enfalê ser Başurê Kurdistanê komkujiyên mezin kir.
77 caran çekên kîmyawî karanîn, di înfazên komî de mêrên destê wan tetikê bigirin, di êrîşên bejayî û hewayî de jî jin, zarok, pîr û kal qetilkirin.
Di êrîşan de 180 hezar mirovan jiyana xwe ji dest dan û hîna çarenûsa gelekan jî nediyare.
Li gorî belgeyên fermi 18 jinên ciwan birine Misrê û êdî agahî ji wan nehatiye girtin.