Zeyneb Cubrî: Dramayên Sûriye di aliyê dozên jinan de kêm maye

Her çendî di xebatên çandê yên Sûriyeyê de drama cihek giring girtibe jî di aliyên dozên jinan de kêm maye.

EMANÎ EL-MANÎ
Şam - Sûriye di aliyê filman û tayîbetî jî dramayê de êdî giringî didin cilan û makyajan, lê ji bo tundiya li ser jinê were kêmkirin tu gavek berbiçav di drama û filaman de nehatiye avêtin. Rêvebera Navenda Venus a Pêşketin û Fêrkirinê Zeyneb Cûbrî dibêje: "Tevî ku pêşveçûnek çêbûye jî, drama û fîlimên Sûrî hîn jî tenê girîngî dide cil, berg û makyajê. Hîna jî rola jinan di çarçoveya zewac û xwedîkirina zarokan de derdikeve pêş. Hata niha jî dîmenên jinên qurbanî bi hemû awayên xwe heye. Em jî hewil didin di aliyê diramayan de vê yekê ji holê rakin û amadekariyên xebatên ku civakê di aliyê erênî de perwerde dike bidin meşandin.”
“Jin wekî alavek xapînok û keyfxweşiyê tên bikar anîn”
Zeyneb Cûbrî dide zanîn ku cihan hemû veguheriye li ser esasê mdiyatê û wiha dom kir: “Jina bedew û cesûr di fîlim, rêzefîlm û derhêneran de veguheriye malzemeyek ya bazirganiyê û çavkaniyeke navdariyê. Bi gelemperî cîhana me veguheriye cîhanek maddî. Guherînên li cîhanê çêbûye giranî hatiya dayina jinan. Li Rojhilata Navîn li ser ekranan, jin wekî alavek xapînok û keyfxweşiyê tên bikar anîn. Drama wêneyek realîst a jinan û karesatên pê re rû bi rû dimînin nişan nade. Em hebûna jina hêz û rewşenbîr bawer dikin. Lê ji ber em welatekî ku afrîneriya me tune ye, jin heta niha qend û bend kirî maye. Pêwîstiya me bi Dramên bedew û erênî heye.”
“Emê tiştên erênî û rast pêşkêş bikin”
Zeyneb Cûbrî bal dikêşe li ser rola mezin a medyayê di çerçoveya pirsgirêkên jinan de û wiha dom dike: “ Gengeşeya dozên jinan di ragihandinê de pir kêm tê kirin. Pirsgirêkên jinan ên di nava civakê de nîqaş nakin. Ev tê wateya ku dibînin ev pirsgirêkên takekesî ne û bandorê li civakê nake, bi rastî ev bi serê xwe pirsgirêkek e. Armanca drama û rêzefîlman sekinandina reftara tundûtûjiyê li dijî jinan e. Lê em kar dikin bi formên nû û cûda di civaka me de tesbît bike ji ber ku em fêrî teqlîdê bûne. Ji  bo vê yekê em ê wekî xwe bimînin heta çapemenî, diram û sînema tên guhertin û em jî tiştên erênî û rast pêşkêş bikin.”
“Em hewl didîn di warê hunerê de guhertinekê çêbikîn”
Herî dawî rêvebere navenda Vênus a pêşketin û fêrkirinê Zeyeneb Cûbrî bi bîr dixwe ku di warê çand û hunerê de guherinek nû çêbikin û wiha got: “Em hewl didîn ku di warê hunerê de guhertinekê çêbikîn. Her wiha Perwerdehiya di medya û têkiliyên giştî de, amadekirina rahênerên pispor û pêşxistina jêhatiyên wan ên wekî pêwendiyên bi bandor, xwebawerî û zanistên enerjiyê bikin. Di heman demê de li ser fêrkirina fîlim, derhênerî, hilberîn, nivîsandina senaryo, pêşkêşkirina pêşandanên fîlim û nîqaşkirina wan bi rexnevan, derhêner û lîstikvanan re kar dike, zêdekirina li darxistina diyalog û semînerên çandî wê civaka me di aliyê çandî de guherinek nû û baş bi xwere bîne.”