Zexta civakî ya heyî jinan carek din dikuje

Zexta civakî di nava civaka Filistînê de yek ji diyardeyên nakok e, jin ji ber kevneşopên civakî ya li ser bingeha cihêkarî û zordariyê rastî her curê zextan tên.

NAGHAM KARAJEH

Xeza – Têgeha zexta civakî weke nepejrandina kesekî taybet tê nasîn. Ji ber sedemên civakî û qalibên zordar nirxên wê kesî kêm dike di encam de ew kes ji civakê dûrdikevin û zextên derûnî li ser wê zêde dibin. Jinên ji Xezayê ji ber zextên civakî yên li ser wan tê ferzkirin rastî cihêkariyê tên. Pispora Tendrustiya Derûnî ya Xezayê Buşra Ebo Leyla ya rewşa ku li Xezayê jin dijîn anî ser ziman bal lê kişand ku bi paşverûtiyên civakî tundiya li ser jinê na lê hevberdana jinê mîna şermekî tê dîtin û ev zextên civakî gelek caran wiha dike ku jin ber bi xwekuştinê ve diçin.

Li ser jinan zextên civakî hene

Pispora Tendrustiya Derûnî ya Xezayê Buşra Ebo Leyla da zanîn ku jin di nava civaka Xezayê de rastî zextên civakî tên û wiha axivî: “Mijara zexta civakê ku jin rastî tê, di nava civaka Xezayê de yek ji mijarên herî bi nakok belavbûyî ye. Me ev yek di bernameya tendrustiya derûnî ya Xezayê de dît. Di her mijareke jinê de zextek taybet ya wek berdan, kuştin û astengdarî heye. Ev yek diyar dike ku zext baweriya jinê bi xwe winda dike û fikir û azadiya jinê sînordar dike. Her wiha di bingeha cihêkariya zayendî de danûstandinên bi jinê re pir xirabe, girîngî didin mêr û mafên keçan tên paşguhxistin an jî ji mafên xwe bêpar tên hiştin.”

Tundî na lê hevberdan ji bo jinê weke şerm tê dîtin!

Buşra Ebo Leyla diyar kir ku sedemên zexta civakî jî vedigere kevneşopiyên malbatên Filistînê û wiha got: “Civak bi çavek neyînî û zext li jinên hevjinê xwe berdanê dinêre. Ji ber ku di nava civakê de hevberdan jinê wek şermek tê dîtîn, jin ji kar, perwerde û derketine bêpar dimîne û neçar dibîne ku her hesabê her gava diavêje bide. Gelek jin ji ber ku ji malbata û derdora xwe ditirsin ku gotinên hişk û neyênî li dijî bikarbînin bêdeng dimînin.”

‘Xebatên tên meşandin tevlihev in ne birêxistinkirî ne’

Pispor Buşra Ebo Leyla destnîşan dike ku zagonên heyî mafên jinan nade, piraniya zagonan vala ne û tenê li ser kaxezan nivîsandî û parastina jinê nake. Buşra Ebo Leyla da zanîn ku gelek zagon hene kiryaran di sucên tundî û kuştina jinê de polîtîkaya bêcezatiye bikartîne û wiha got: “Tevî hemû xebatên pêşxistina rasteqîna jinê jî ewlehiya heyî têrê nake.  Em weke saziyên biçûk baş kar nakin, ewlekariya jinê nayê parastin ango karên ten meşandin tevlihevin ne birêxistinkirî ne.”

Zexta heyî jinan ber bi xwekujiyê ve dibe

Pispor Buşra Ebo Leyla da zanîn ku zexta civakî jinê bi xwîn sarî dikuje û encamên zextên civakî ya li ser jinan wiha rêz kir: “Jinan rastî zextan gelek derûnî tê. Metirsiya wan ya der barê jiyana wan de li gorî her jinekê zêde kêm dibe, rastî depresyonê jî tê û ji civakê dûrdikeve û pirsgirêkên derûnî yên giran dijî.  Hinek jin carna ji bo ji zordariya civakî, aborî û derûnî xilas bibin hewil didin xwe bikujin. Zexta civakî jinê bi xwîn sarî dikuje, wek kuştina bi navê şeref e ango şûştina şerm e.

Bi taybet jinên bi pirsgirêkên derûnî yên  di nava civakê de wek lekeyek tên dîtin, zirarê dighînin xwe, lewma divê saziyên peywendîdar ên jinan demil dest  mudaxele bikin û diyar bikin rewş çiqas dijwar e. û divê jin bên kontrolkirin, li ser jinê rawestîn ku biryarên şaş negre û xwe nexe nava tehlukeyê û metirsiyê. Ji ber ku jin ji ber tundiya zêde carna ji nişkêve biryar didin ku ji bêdengiya xwe derbikevin, biaxivîn.”

Li ser jinên astengdar zext hene

Buşra Ebo Leyla balkişand ku herî zêde jin û keçên astengdar rastî zexta civakî tên û tundiya li dijî wan dutaqî ye û wiha got: “Ji ber ku astengdar in barê wan li ser milê malbata wan e, ev ji dibe sedem ku ji ber nêrîna çanda civakî kevnar ya malbatên Filistînî ji mafên xwe bingehîn yên wek mîras, kar û perwerde bêpar dimînin. Ji bo em bighêjin civakek azad û bêcihêkarî û zext, pêwîste jinên astengdar di asta civakî û aborî de bên xurtkirin, piştgiriya derûnî û moral bê dayîn.”

Buşra Ebo Leyla bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Derdora jinê an dibe xala derketina wê an jî daliqandina wê. Em gelek çîrokên rast bi êş dîtin ku jin rastî zordariyê hatin û bi destê malbata xwe hatin kuştin. Lê li beranberê vê jî em dibînin ku hin jinên hene ku ji ber piştgiriya malbatê di jiyana xwe ya giştî de serkeftinek ber bi çav pêkanîne.”

‘Her ku diçe zêdetir rastî tundiyê têm’

Jina bi navê M.N’ya 34 salî jî wiha dibêje: “Ez tevahiya pêvajoya zewaca xwe de rastî tundiya fizikî û devkî yê hevjînê xwe û malbata wî têm. Tevî astengî û destwerdana wan ya di jiyana min de jî, her car giliyê xwe li malbata xwe dikim, lê bersivekê baş nagrim. Malbata min ji tirsa ku pirsgirêk bigihêje hevberdanê alîkariya min nake. Ji ber ku di nava civakê de jina hevberdayî jî şerma malbat xwe ye û navekî xirabe li pey jinê û malbatê dimîne. Piştî ku hevjînê min dest bi madeya hişbir kir, rewşa min di hemû astan de xirabtir bû. Hevjinê min zêrên min ji min girt firot û bi van pereyan madeya hişbir kirî. Her ku diçe zêdetir rastî tundiya hevjinê xwe têm. Ji ber ku hevjinê min gelek caran gefa kuştinê li min û zarokên min dixwe, ez neçar mam hemû zêr û pereyên xwe bidim wî. Mixabin sûcê herî mezin ya malbata min e ku hiştîn ez bi zorê vê rewşê bipejrînim.”