Zêdebûna rêjeya hevberdanê binpêkirina mafê jinan zêde kiriye

Sedemê hevberdana hevjînan roj bi roj zêde dibe. Beşek zêde yê malbatan di nava xwe de tû zagonên wan ên bi hevre jiyan kirinê nîne û ji ber wê hevberdan çêdibe. Ev jî wisan kiriye ku rêjeya hevberdanê zêde bibe

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî- Rêjeya hevberdana hevjînan her ku diçe zêde dibe êdî ev yek di nava civakê de weke normal tê ditîn. Salên bûrî li gora îsal ev rêje kêmtir bû, di hemû pêvajoyên hevberdanê de mafê jinê tê binpê kirin. Normalbûna vê pêvajoyê bûye sedemê zêdebûna rêjeya hevberdanê, li gora jin û mêran rêya çareseriyê hevberdan e.

Parêzer Suzan Hisên der barê zêdebûna rêjeya hevberdana hevjînan de diyarkir ku çawa rêjeya zewacê di nava civakê de zêde bûye, bi heman awayî rêjeya hevberdanê jî zêde bûye. Ger niha û salên berê em bînin gel hev, bê guman rêje gelek zêde bûye û wiha got: “Sedemê zêdebûna hevberdanê ji ber xirab bi karanîna medyaya dijîtal, xirabiya rewşa aborî û ne baweriya di nava jin û mêran de ye . Zêdebûna vê rêjeyê tirsa ciwanan ji bo zewacê çêkiriye.”

‘Yek ji sedemê zêdebûna hevberdanê medyaya dijîtale’

Suzan Hisên diyarkir ku pêwîstiya hemû civakê di aliyê zagon û perwerdeyê de bi rêxistinkirinê heye. Medyaya dijîtal dikare bandorek ya xirab nebe lê belê di roja meya îro de medyaya dijîtal bi awaye xiran tê bikarnîn û ev jî dibe sedemê hevberdan. Dema ku perwerdeya ciwanan bi awayek zagonî nebe, wê piştî xwe karesatekê bîne. Sedemek din yê zêdebûna hevberdanê demê vale ye, ji ber wê ji ber rewşa herêmê beşek ji hemwelatiyan bê karin. Hebûna demê vala û têjîkirina bi tiştên bê sûd wisan li ciwan û malbatan kiriye ku xeletiyan zêdetir bikin, yeksan nebûna rewşenbiriyê, cûdahiya temen, hilbijartina kesê xelet sedemên serekê yên hevberdanê ne.”

‘Malbatên niha hilweşiyane û pêwîstî bi zagonan heye’

Suzan Hisên destnîşan kir ku zagonek di nava malbata de ji bo bi hev ve girêdana malbatê û komkirinê nîne. Serwerên malbatê dayîk û bavin, gelek caran dayik û bav nikarin bi awayek baş malbatê rêve bibin û nikarin hevgirtinekê di nava xwe de çêbikin û ew jî dibe sedemê hevberdanê û wiha dom kir: “Divê bi tu awayî pirsgirêkên dayik û bav negihe zarok, jin û mêr di dema zewacê de giringiya hevaltî bizanibin û bixwazin li gel hev dem derbas bikin. Mêrên niha wisan lê hatine ku dixwazin li gel havalên xwe biçin geştê û ji derve, li beramberî wê jî giringî nadin malbata xwe û zarokên xwe. Hemû kes divê hevalek yê xwe ya taybet hebe, lê belê divê malbat berî herî tiştî were.”

‘Divê ciwan bi awayek çavlêkirin jiyan nekin’

Suzan Hisên destnîşan kir ku ciwan weke çavlêkirin jiyan dikin û got: “Jin û mêr dema ku di zewicin piştî demek kurt biryara hevberdanê didin. Di van bûyeran de  dadgeh jî êdî nizane çi bike, ji ber di navbera jin û mêr de tu bûyerek ne qewimiye û biryar dane hevberdin. Eve jî ji ber civaka Kurd şîraza xwe winda kiriye. Çavlêkirin ji yek ji sedemên ku ev rewşa niha derbikeve ye. Hinek ciwan bi çavlêkirinê jiyan dikin û dixwazin jiyana wan weke jiyana kesên din bin û ev ji tişta herî xelet e. Destwerdana dayik û bavan ji bo jiyana zewac û zarokan tişta herî xelete. Nabe dayik û bavan destwardanê li jiyana malbata zarokên xwe bike. Dema ku zarokên wan di zewicin bi xwe dizanin çawa nêz bibin, ji ber wê dema ku destwerdan li jiyana wan tê kirin, wêdemê pirsgirêk derdikevin.”

‘Mêr di pêvajoya hevberdanê de zilmê li jinan dikin’

Der barê binpêkirinên mafê jinan di pêvajoya hevberdanê de, parêzer Suzan Hisên wiha got: “Yek ji pirsgirêka herî berbiçav ne tehmulkirina jinan ya ixanetê ye, dema ku ji aliyê hevjîn ve xiyanet li jinekê tê kirin, dadgeh pêwîstî bi belge dibîne û ji ber nebûna belgeyan ji aliyê hevjînê xwe ve mafê jinê tê binpêkirin. Li aliyek din hinek jin tundîtûjî  û nêzikatiyên xirab yên hevjînê xwe, tenê ji bo zarokên xwe qebûl dikin. Ji ber gelek malbat hene, dema ku keça wan hevberdanê pêktîne rê nadin zarokên xwe xwedî bikin û bibînin, li gor wan zarok tenê yên mêranin û di bûyerên wisan de dayikan ji zarok dûr dixin û zilmê lê dikin. Zilma herî zêde ku mêr li jinan dikin di dema hevbedanê deye. Mijara dahata jiyanê erkê mêre û heta sê mehan piştî hevberdanê divê dahata jiyanê pêkbîne, lê belê mêr mafê jinê binpê dikin.”

‘Ji bo kêmkirina rêjeya hevberdanê hewlek giştî pêwîste’

Di dawiyê de parêzer Suzan Hisên wiha got: “Ji bo başkirina rewşa jiyana hemwelatiyan û kêmbûna rêjeya hevberdanê divê destpêkê malbat xwe rêxistin bikin. Ne tenê zarok, hinek malbat hene pêwistiya dayik û bavên wan bi perwerdeyê heye. Divê rêxistinên civaka medenî dawî li qalibên dûbarebûne ku kar têde dike. Her wiha divê hunermend, mamosta, parêzer û ragihandin mijarên hişyariyê belav bikin ji bo civakek bi hişyar ava bibe û di wê civakê de kes mefê hevdû binpê neke.”