Zêdebûna êrîşan bêhêziya hikumetê nîşan dide

Êrîşên dagirkeriyê yên li ser xaka Başûrê Kurdistanê her roja ku diçe zêde dibin, li hemberî vê yekê desthilatdariya Başûrê Kurdistanê ne tenê bê helwest e, rê ji bo dagirkeriyê vedike. Hemwelatî daxwaza helwest û parastina axa xwe dikin.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî- Hikumet û desthilatdariya herêma Kurdistanê li hemberî hemû êrîşên dagirkeriyê bêdeng û bê helwest in, rojane dewleta dagirker a Tirk êrîşî xaka Başûrê Kurdistanê dike û herêm û gundan bombabaran dike, hemwelatiyan dike hedef, ji derveyî navçeyên sînorî dijmin çav berdaye nava dilê xakê Başûrê Kurdistanê. Desthilatdariya Başûr li hemberî êrîşên dewleta Tirk û êrîşên vê dawiyê yên rejîma Îranê li ser herêmên Zirguz, Balakayetî, Biradost û Koyê bêdeng e.

Jinên bajarê Silêmaniyê der barê êrîşên dagirkeriyê yên li ser xaka Başûrê Kurdistanê, nerazîbûnên xwe anîn ziman û daxwaz ji hikumet û desthilatdariyê kirin ku dengê xwe derbixin.

Gulbend Heme Emîn der barê bêdengiya hikumeta herêma Kurdistanê de wiha got: “Êrîş û bombebaran ziyanek zêde dide hemwelatiyan û hikumet jî li hemberî vê yekê bêdeng e, ev êrîş ziyanê nadin binemala kesû karên desthilatdariyê, tenê zarokên hejaran jê bi bandor dibin. Desthilatdar û hemû gel dizane armanca êrîşên Îran û Tirkiyeyê tunekirina gelê Kurd e lê belê desthilatdariyê sînoran radestî dijmin kiriye û ketiye di bin desthilatdariya wan, yên ku jê zirarî dibînin hemwelatî ne.”

“Hikumeta Iraqê jî bê helwest e”

Gulbend Heme Emîn bi bîr xist ku hemwelatiyên li gundên herêmên sînorî bi çandînî û lawirvaniyê re mijûl in û dagirker bi riya êrîşan wan tune dikin û wiha got: “Herêma Kurdistanê û hemwelatî ne xwedî tu hikumetê ne, desthilatdariya berê ya Iraqê, serweriya Iraqê li hemberî dijmin diparast lê belê niha jî hikumeta Iraqê bê helwest e. Partî û desthilatdariya Başûrê Kurdistanê di dirêjiya desthilatdariya xwe de li pey sermayeyê ketiye, tenê mûçeyê xelkê dibire û hewldana başkirina jiyana hemwelatiyan nake.”

“Ji derveyî gel divê desthilatdar jî xwedî helwest bin”

Sebriya Ehmed da zanîn ku tenê ji van êrîşan hemwelatiyên hejar û gel zirarê dibînin û wiha got: “Ev êrîş û bombebaran tenê bi helwesta gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê bi dawî nabe. Divê Kurd bi yekitiya xwe û desthilatdariyê jî li gel wan li hemû herêmên Kurdistanê xwedî helwest bin da ku êdî gelê Kurd hejar nebe. Dayikek şehîdan ji hestên dayikek ku cîgera wê şewitî têdigihîje, ji ber wê ez di wê hêviyê de me ku desthilatdar dengê xwe derbixe. Ger hikumet û desthilatdar dengê xwe dernexin, wê kî li vî gelî xwedî derbikeve divê rê li êrîş û bombabaranan were girtin û êdî bê helwest nemînin.”