Zarokên Xezayê bi daxwazên li ser kaxezan nivîsandî pimpimokan re berdan

Piştî êrîşên li ser Xezayê, peyama herî mezin a aştî û cîhana bê şer ji zarokên Xezayê hat. Zarokên ku li bendergeha Xezayê kom bûn, peyamên xwe li ser kaxezan nivîsandin û bi pimpimokan re firandin.

REFÎF ÎSLIM

Filistîn - Ji ber êrîşên Israîlê, tenê di meha Gulanê de li Zîvala Xezayê di 11 rojan de 65 zarok, 36 jin û 1,710 kes birîndar bûn, 230 Filistîniyan jî jiyana xwe ji dest dan. Zarokên ku di çalakiya ji aliyê Komîsyona Navneteweyî ya Filistînê ve li ser êrîş û mirina li Xezayê hat amadkirin de hatin ba hev peyamên xwe ji bo cîhanek bê şer dan. Zarokan peyamên ku dixwestin ji cîhanê re ragihînin li ser kaxezan nivîsandin, kirin nava pimpimokan û dûre ber bi asîman ve berdan. Çalakiya li bendergehê pêk hat, tevî malbatên zarokan, gelek saziyên sivîl beşdar bûn û piştgirî dan zarokan.

"Zarokan ji êrîşan ziyaneke mezin dîtin"

Koordînatora medyayê ya komîsyonê Taranim Khater got; “Zarokan peyamên xwe bi xwe nivîsandin, me tenê vê çalakiyê organîze kir. Pêşeroja Filistînê pêşerojek ku zarok dixwazin, cîhanek ew dixwazin e divê ew bi xwe peyamê bidin cîhanê." Taranim Khater destnîşan kir ku psîkolojiya zarokên Filistînî di êrîşên Israîlê de gelek zirar dît û ew ê ji bo şikandin û sivikbûna bandorên vê yekê xebata xwe bidomînin û di vê çarçoveyê de ew hem bi rêxistinên ji derveyî hikumatê re hem jî bi saziyên perwerdeyê re bi hev re dixebitin.

"Divê ku zarok li jîngehek bê şer mezin bibin"

Tala Moussa ya 13 salî dibejê ew ji êrîşên li Xezayê pir ditirsin û got: “Ez dixwazim zarokên cîhanê li hawirdorek bê şer mezin bibin. Zarokên Xezayê malên xwe, pêlîstok, cil û malbatên xwe winda kirin. Ne tenê zarokên Filistînê divê zarokên cîhanê jî di jîngehek bê şer de bijîn û jixwe peyama ku min nivîsîbû jî ew bû.”

"Yên ku şer derdixin, bila fuzeyên xwe navêjin ser zarokan"

Sondos Dalloula ya 14 salî ku dest avêt pênûs û kaxezê, bi cidiyetek mezin serê xwe hinekî hildide û vê peyamê dinivîsîne: "Bila yên ku şer derdixin bixwînin, fuzeyên xwe neavêjin ser zarokan"

Di çalakiyê de, zarokan xwestin ku Israîl êrîşên xwe rawestîne.