Zarokên li kampên Îdlibê ji ber qirêjiya derdorê bi nexweşiya sîngê dikevin

Ji ber qirêjiya derdorê û nebûna xizmetguzariyê zarokên kampên Îdlibê rastî nexweşiyên sîngê.

SOOHÊR EL-IDLIBÎ

Idlib- Zarokên li kampên bakurê Sûriyeyê bi berdewamî û bi rêjeyên mezin di seranserê salê de tûşî serma yan îltîhaba sing dibin. Ji ber çend sedeman, ev nexweşî jiyana zarokan dorpêç dike. Ya yekem ji ber dûmana ku ji alavên germkirinê derdikeve ye, ji ber şewitandina çop û kîsên naylon û ya din di havînê de toza ku ji kana û riyên bi ax radibe dibe sedema vê nexweşiyê. Ev hemû ji ber kêmbûna baldarî û xizmeta tendirustiyê çêdibin.

Sabah Al-Hamid, a 32 salî got ku ew neçar maye kurê xwe yê sê salî Ala El-Damî, mehê carekê bibe nexweşxaneyê da ku bê dermankirin. Her wiha da zanîn ku piştî ji bajarê xwe El-Hebît li gundewarê bakurê Hemayê di dema operasyonên leşkerî de koçber bûn û li kampa Kefer Lûsîn bi cih bûn nexweşiyê dev ji wan bernedaye.

“Ji ber dûmana alavên şewitandinê nexweşiya bêhngirtinê çêdibe”

Sabah Al-Hamid di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku dûmana ji alavên germkirinê derdikeve yek ji wan sedemên herî girîng e ku kurê wê bi nexweşiya rebû ketiye. Nemaze ji ber ku piraniya niştecihên kampê ji bo germkirinê tiştên naylon, komir, cil û pêlavên lixwekirî dişewitînin, bêhnek qirêj li kampê belav dibê û ev yek dibe sedema nexweşiyan. Tengbûna nefesê çêdibe û bandorek duqat li zarok û bebikan dike.

Trajediya zarokên ku bi nexweşiyên nefesê ketine, bi dawîbûna demsala zivistanê re jî naqede, havînê de jî berdewam dike. Ji ber toza ku bi bayê havînê re radibe û qirêjiya li derdora kampê, havînê jî nexweşî berdewam dike.

“Ji ber dûrbûna nexweşxaneyê zarok heta sibê êşê dikşînin”

Li aliyê din tiştê ku herî zêde Rima El-Redwan a 28 aciz dike, xirabûna rewşa keça wê Leyla ya yekû nîv salî ye. Dema ku singê wê diêşê û piştî nîvê şevê bêhna wê teng dibe, nizane çi bike. Kampa wan a li Xerbenûş, li bakurê Idlibê, bê hebûna navendeke bijîşkî û lezgînî ye. Ev yek jî penaberan dixe tengasiyek mezin loma jî li bendê dimînin ku bibe sibe û zarokên xwe bibin nexweşxaneyek. Heya dibe sibeh, neçar dimînin ku zarokên xwe di rewşek xirab de bibînin. Carna jî sebir nakin texsiyek digrin da ku derengiya şevê zarokên xwe bibin nexweşxaneyê lê ev yek jî kêm caran pêkan dibe, ji ber nebûna ewlehiyê û pirbûna talankirinê.

“Li gorî berê nexweşiyên îltîhaba sing zêde bûne”

Der barê zêdebûna rêjeya nexweşiyên sing di nav zarokên kampên bakurê Sûriyeyê de, Dr. Besam El-Newaf ê 48 dibêje ku nexweşiyên bêhnê li gorî demên berê duqat zêde bûne û nexweşiyên rebû, îltihaba sing, penceşêra sing, serma û pişikê de gelek zêde bûne û komên ku herî zêde bi van nexweşiyan dikevin zarok û bebik in.

Bijîjk sedema zêdebûna rêjeya van nexweşiyan bi rewşa nebaş a koçberên li kampên ku ji pêdiviyên jiyanê bêpar in ve girê dide û diyar dike ku hilweşîna binesaziyê, zêdebûna toz û gazên jehrîn, nebûna amûrên paqijiyê û nêzîkbûna çopê û kana keviran li kampên niştecih nexweşiyan çêdikin.

Bijîjk Besam El-Newaf bang kir ku zêdetir ji bo kampên penaberan baldar bin, navendên tenduristiyê, dermanên bêpere û navendên lezgîn li kampan werin vekirin. Her wiha got ku divê xebat ji bo bilindkirina asta xizmetê werin kirin û alavên paqijiyê ji bo kampan werin şandin.