Zarokên ku dixebitin rastî tunditûjiyê tên

Koçberî û şer yek ji sedem e ku zarok neçarî xebatê dibin, hejarî rewşa malbatî zehmet dike û ji bo peydakirina dahata jiyanê zarok neçar dibin kar bikin, di demên kar de jî zarok rastî tundîtujiyê tên û aliyên pêwendîdar xwe weke berpirsên vê nabînin.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî- Koçberî, şer, hejarî û qeyran zarokan neçarî xebatê dikin. Nebûna zagona karkirina zarokan daîmî bûye. Hinek caran zarok tenê werza havînê beriya dibistan vebe kar dikirin lê belê niha di cîhanê de hejmarek zêde zarok dest ji dibistanê berdidin û ji neçarî xebatê dibin. Karkirina zarokan ji jiyana zarokatî dûr dixin û ew zarokên ku kar dikin rastî tundîtujiya fizîkî û zayendî tê û bandorê li ser derûniya zarokan dikin. Piraniya ew zarokên ku di nava bazara bajarê Silêmaniyê de kar dikin zarokên koçberên Rojavayê Kurdistanê, Sûriye û Iraqê ne ku di kampan de dijîn ji ber zehmetiyên jiyanê û dabînkirina pêwîstiyan û hebûna şer û koçberî wisa kiriye ku zarok dest bi kar bikin.

Di cîhanê de 218 milyon zarok kar dikin

Di cîhanê de 218 milyon zarokên temenê wan di navbera 5-17 salî de kar dikin ku ji wana 152 milyon karkerin, nêzî 73 milyon di karên metirsîdar de kar dikin, 88 milyon xortin û 64 milyon keç in.

Li gorî daneyên herî dawî ya rêxistina UNECEF’ê ji sedî 7.3 zarokên ku ji Iraqê koçber bûne, 4-12 saetan kar dikin û temenê wan di navbera 5-17 salî de ye. Bi taybetî piştî avabûna çeteyên DAIŞ’ê ji sala 2015’an heta 2019’an du hezar û 114 zarok rastî êrîş û pêşîlêgirtinên wekî kuştin, lêdan û destdirêjiyê tên.

12’ê Hezîranê roja pêşîlêgirtina karkirina zarokan, di sala 2002’an de ji aliyê rêxistina karên navdewletî ILO’yê ve hate aşkerekirin ku salane nêzî 22 hezar zarok di dema karkirinê de jiyana xwe ji dest dane.

“Êrîş û dagirkerî sedema koçberbûn û xirabûna rewşa jiyana zarokan e”

Nûnerê rêveberiya xweser a Bakûr û Rojhilatê Sûriye li herêma Kurdistanê Evîn Suwêd der barê rewşa zarokên koçber di nava kampan de wiha got: “Di dema êrîş û dagirkeriyan de du beş di nava civakê de zararê dibînin ev jî jin û zarok in. Ew êrîşên dewleta tirk birine ser Rojavayê Kurdistan û Efrîn ji ber wê gelek malbat koçber bûn û dest ji xaka xwe berdan û berê xwe dan herêma Kurdistanê û di nava kampan de dijîn. Vê yekê jî wisa kir ku jiyana zarokan ber bi xirabûnê ve biçe û ji xwendina xwe dûr bikeve. Rewşa koçberên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê gihîştiye vê astê, ji ber herêma Kurdistanê bi xwe di astek xirab de ye û bi xwe rastî qeyrana aborî û siyasî hatiye ku ev jî bandor li ser jiyana civakî giştî û zarokan kiriye. Di nava kampan de neteweyên yekgirtî hewl didin ji bo başkirina rewşê lê belê ev hewldan têrê nake, ji ber ew malbat ji sifrê dest bi jiyanê dikin û dabînkirina van kêm û kurtiyan têrê nake. Zarok pêşeroja me ne divê ji bo çareserkirina rewşa wan hewl werin dayîn.”

“Divê pirsgirêkên di nava kampan de were çareserkirin”

Parlamentera herêma Kurdistanê ya Firaksyona Yekgirtuya Îslamî ya Kurdistanê Bedriya Îsmaîl der barê karkirina zarokan de wiha got: “Divê mafê zarokan were dayîn û jiyana guncaw û bi tendirust jê re were dabînkirin, di tu zagonan de nîn e ku zarok ji xwezaya xwe dûr bikeve û kar bike. Niha rêjeyek zêde ya zarokan li herêma Kurdistanê hene kar dikin û rastî destdirêjiyê û heqaretê tên. Li herêma Kurdistanê ji derveyî zarokên di nava kampan de, zarokên malbatên hejar ên herêmê jî kar dikin û rojane ji aliyê giştî û xwediyê kar ve rastî zehmetiyên jiyanê û tundîtijiyê tên. Em weke lijneya kar û barên civakî me lêkolîn der barê zarokan de kiriye ku rastî zoriyê tên û me daxwaznameyek radestî serokatiya parlamentoyê kiriye û me têkilî li gel ew rêxistinên di nava kampan de kar dikin kiriye, soza başkirina rewşa wan zarokan dan. Hinek pêwîstiyên wan dabîn kirin lê belê hinek malbat hene dibêjin zarokên me ji xebatê hez dikin û dest ji kar bernadin. Karkirina zarokan dibe sedema zêdebûna tewanan û bikaranîna madeyên hişber. Heta niha di nava kampan de gelek pirsgirêk hene her çendî bêjin ku me ev pirsgirêk çareser kirine jî lê hê jî pêwîstiya van pirsgirêkan bi çareseriyê heye.”