Zarokên Kobanê ji ber êrişan nikarin perwerdeya xwe bidomînin

Ji ber êrişên devleta Tirk a dagirker li Kobanê hinek dibistan hatin girtin. Zarok nikarin mafên xwe yên herî sereke ya perwerdeyê, bibînîn. Ji Saziya Perwerdê Fîdan Ehmed, ji ber eriş werîn sekinandin bang li civaka navnetewî kir.

NORŞÎN ABDÎ

Kobanê – Erişên devleta Tirk a dagirker ji 19’ê Mijdarê ve didome. Di van erîşan de gelek sîvîl jîyana xwe ji dest dan û gelek ji wan birîndar bûn. Ji ber erîşan hin dibistanên li gundên sînor nikarin perwerdeyê bidomînin. Li gorî daneyên saziya perwerdê ji 2014’an ve zarok ji ber tirsa ji êrişê nikarin biçin dibistanê. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 21 hezar û 843 şagirt ji perwerdê bêpar mane û nêzîkî 243 dibistan hatine girtin. Li herema Firatê jî 2 hezar û 460 şagirt ji perwerdê bêpar mane û 19 dibistan hatine girtin.

Di erîşan de dibistan û nexweşxane tên hedef girtin

Fîdan Ehmed a di Saziya Perwerdê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de cih digre bal lê kişand ku dewleta Tirk di êrişên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de dibistan û nexweşxaneyan hedef digre û wiha got: “Gelek dibistan hatin girtin. Me dibistanên ber sînor girtin. Herî zêdê zarok ji van erîşan bandor dibin û ew rewş di zarokan de tirs dide avakirin. Asta perwerde û derûniya wan bandor dike.”

Fîdan Ehmed a destnîşan kir ku her zarok xwedî mafê çûyîna dibistan û dîtina perwerdê ye, da zanîn ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zarok ji van mafên xwe bêpar tên hiştin.  

‘Em naxwazin bimirin’

Rohaîf Muhammed ya 11 salî ku destnîşan kir ji ber erîşan ev hefteyeke nikare biçe dibistanê, wiha got: “Dema eriş destpêkir em li dibistanê bûn, em gelek tirsiyan, deng pir bi tirsnak bû. Em dixwazin bê tirs biçin dibistanên xwe. Em naxwazin bimirin.”

Ew dixwazin vegerin dibistanê

Dareen Husseîn ya 11 salî got ku ji ber êrişan perwerdeya wan nîvçe maye û ev tişt anî ser ziman: “Em di dawiya dema yekemîn de bûn û me amadekariya ezmûnên navberê dikir. Lê ji ber erîşan ketina me ya ezmun û dîtina me ya perwerde hate astengkirin. Wekî zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriye yê em ji mafê xwe yê herî bingehîn bêpar diminin em, dixwzin bila şer xelas bibe û vegerin dibistanê xwe.”