Zarokên keç li Idlibê ji xwendin û xeyalên xwe bêpar mane

Ji ber hejarî, tunebûna ewlehiyê û adet û keveşopiyan gelek zarokên keç li Idlibê ji xwendina xwe bêpar mane.

LÎNA EL-XETÎB

Idlib – Hem ji ber sedema deshilata mêrsalar û nêrîna civaka wê ku bi çavek nebaş li zarokên keç dinêrin, ev yek jî li ser jiyana zarokên keç nerênî bandorê dike. Hem ji ber sedema nêrîna civakî hem jî ji ber sedema kêmderfetiyên aboriyê gelek malbatên Idilbê zarokên xwe yên keç neçar dikin ku di temenê biçûk de dev ji xwendinê berdin. Ev yek bi xwe re zewaca temenê biçuk zêde dike.

"Şert û mercên dijwar rê li ber gihandina armac û xeyalên min girtin"

Amera El- Ehmed a 11 salî ku ji gundê Eyn Şîb ê gundewarê Idilbê ye got ku êdî perwerde ne girîng e ji bo wê û çenteyê xwe yê dibistanê bi berhemên çandiniyê veguherandiye û wiha pêde çû: "Min li şûna dibistanê, berê xwe da nava zeviyan û divê her sibeh bi diya xwe re biçim ser kar. Ji ber ku bavê min di şer de birîndar bû min dev ji dibistanê berda. Ji ber wê yekê ez neçar bûm dev ji dibistanê berdim da ku di kar de alîkariya dayika xwe bikim û pêdiviyên malê bi cih bînim. Karê min cotkarî, çinîn û birandin e her wih paqijkirina sebzeyan di sindoqan de û amadekirina wan ji bo veguhestina dikan û bazaran e. Min xeyal dikir bibim mamoste ji bo hînî zarokan bikim û îlm û zanînê di hişê wan de bihêlim lê şert û mercên min ên dijwar rê li ber gihandina xeyalên min girtin.”

"Ji ber ku ez keç im, mafê min nîn e wek birayên xwe xwendina xwe bidomînim"

Ola El-Remedan a 13 salî jî da zanîn ku ji bo alîkariya dayika xwe di karê malê de bike, dev ji xwendin û dibistanê berdaye û wih got: "Dê û bavê min biryar dan ku ez dev ji perwerde û dibistanê berdim. Li gorî nêrîna wan ez ne hewceyî pêşerojek perwerdeyê me, ji ber ku ez ê jixwe di pêşerojê de bizewicim, xwendin hewce naka. Di heman demê de pêşîniya xwendinê ji bo birayên min ên xort dimîne û ez neçar mam qebûl bikim, dev ji dibistanê berdim, li malê bimînim, ji min re şokekî mezin bû dema ku wan ez neçar kirim dest ji xwendinê berdim. Min nekaribû malbata xwe razî bikira, biryara wan a neheq a li dijî xwe bidim guhertin. Ji ber vê yekê min xwe teslîmî vê rastiyê kir. Êdî min dest bi hînbûna çêkirina xwarinê û rêvebirina malê kir lê ezê çenteyê xwe yê xwendinê biparêzim û li hêviya wê rojê bim ku careke din vegerim dibistanê.”

"Belgeya xwendinê dibe çekek di destên jinên ciwan de"   

Henan El-Habo ya 20 salî ku ji bajarê Harem ê Idlibê ye got ku ji xwendinê bêpar maye û xwe di nava jiyana zewacê de dîtiye. Her wiha da zanîn ku salek piştî mirina hevjînê xwe, bi xizanî û belengaziyê re rûbirû maya û berpirsiyariyên mezin ên ku ew nikarin hilgire ketine ser milên wê û wiha domand: "Min di temenê 15 salî de dev ji dibistanê berda ji bo ku bi mêrekî ji xizmên xwe re zewicîm lê ew beriya salekê ji ber birîndarbûna leşkerî mir û du zarok ji min re hiştin. Ez nikarim debara xwe û zarokên xwe bikim ji ber ku tu bawernameyên xwendinê bi min re nîn in. Ji ber vê yekê ji bo peydakirina debara jiyana xwe neçar dimînin di navbera malbata xwe û ya hevjînê xwe de tevbigerim. Belgeya xwendinê çekek di destê jinên ciwan de ye ji bo rûbirûbûna şert û mercên jiyanê yên zehmet. Ji ber wê ez ji hemû jinên ciwan re dibêjim ku di her şert û mercî de bila hewl bidin ji bo temamkirina xwedina xwe û hemû urf û adetên ku jinan tenê wek kevaniya malê dibînin red bikin.”

"Gelek malbata bawer dikin ku xwendina zarokên keç bêfeyde ye."

Nûra El-Selîm a 33 salî ku ji Idlibê ye li ser bêparkirina zarokên keç ji xwendinê wiha got: "Şert û mercên şer pirsgirêkên civakî careke din derxistin holê. Di nav de nehiştina xwendinê bi taybetî ji bo jinên ciwan di encama daketina asta xwendinê de, urf û adetên civakî, çanda şermê jî heye. Perwerdekirina keçan bêfeyde tê dîtin, ji bilî zewaca di temenê biçûk û zehmetiyên darayî de."

"Perwerde ji bo gelek keçan li Idlibê bûye xewneke negihîştî"

Nûra El-Selîm balê dikşîne ser pêwîstiya perwerdekirina civakê li ser girîngiya perwerdekirina zarokên keç ji ber ku bawernameyên bilind nirxa wan a civakî bilind dike û wiha berdewam kir: "Li ser civaka derdorê hurmetê ferz dike lê nexwendewarî jî tecrîd û bêbaweriyê li ser jinan ferz dike. Wan ji peydakirina derfetên ji bo baştirkirina rewşa jiyana wan bêpar dihêle û dayikê ji şopandina dersên zarokên xwe û mezinkirina nifşekî xwende û neçariyê ji çareserkirina pirsgirêkên wan bêpar dihêle. Perwerde ji bo gelek zarokên keç ên li Idlibê bûye xewneke negihîştî. Xewnên wan bi hincetên ne zelal ên ku li pêşiya wan disekinin veşartî dimînin. Ev bedêla şerê heyî ye û ev şer îradeya jinan tune dike û xewnên azadiya kesane direvîne, şiyana rûbirûna bi dijwariyê re sînordar dike.