Yekem jina rêveber a kar û barên Xaniyan a Mîrê ya Germiyanê

Hêrû Fayiq li ruxmê hemû astengiyan jî her dem xebitiye û dikaribûye peywira rêveberiyê bi dest bixe.

ŞÎRÎN SALIH

Germiyan – Di civakê de jin xwedî risteke sereke ne di hemû waran de. Di civakên ku azadiya jinan li pêş e, di asta biryardayîna siyasî de girîngî didin fikrên jinan. Lê belê di hinek civakan de her çendî hêza jinan hebe jî ji ber astengî, kevneşopî û aqilê mêrsalarî gelek caran jin nikarin kar bikin û hêza xwe derbixin holê.

Hêrû Fayîq Reşîd jineke ji Kelarê ye. Di sala 1987’an de ji dayik bûye, di qada karê rêveberiyê de xwedî belge ye, di sala 2021’ê de bû yekem jina rêveber û heta niha jî rêvebera Xaniyên Mîrê ya Germiyanê ye. Yek ji wan jinan e ku bi hêza xwe gelek pewirên hukmî girtiye, tu caran astangiyên jiyanê nekiriye sedem û ji karê xwe dûr neketiye. Gelek spasnameyan der barê karê xwe de girtiye.

Yekem jin e ku di rêveberiya emlaqê de cih girt

Hêrû Fayiq wiha behsa qonaxên xwendin û xebata xwe kir û got: “Dema min dixwend, hemû qonax bi serkeftî derbas kir. Di sala 2010-2011’an de min xwendina peymagehê temam kir min dîplomeya rêveberiya kar girt. Piştî şeş mehan temambûna xwendina xwe, ez bi fermî tayîn bûm û min dest bi xebatê kir. Min sala yekem karê lêpirsînê kir û piştre ez bûm cihgir û min deh salan ev kar domand. Piştî ku rêveberê berê xanenişîn bû di sala 2021’ê de min peywira rêveberiyê girt û niha ez tenê jin im di rêveberiya avahiya Mîrî Germiyan de demek dirêj e dixebitim û heta niha jî berdewam dikim.”

Rastî gelek astengiyan hat

Hêrû Fayîq destnîşan kir ku beriya di karê hikumetê de kar bike, di rêxistinan de dixebitî û wiha got: “Ez endama Yekitiya Jinan bûm, niha jî di hinek karan de beşdar dibim, ji ber ez vî karî dikim weke berê nikarim beşdar bibim lê belê her dem alîkarî dikim. Ji destpêka xwendinê heta niha gelek astengî hatin pêşberî min lê belê bi hewldanên xwe û piştgiriya malbatê ez dikaribûm bi hêza xwe karê xwe berdewam bikim.”

‘Di rêveberiya min de hejmara jinan zêdetir e’

Hêrû Fayîq da zanîn ku welatiyên ku tên gel wê ji bo dayîna zevî û projeyên pîşesaziyê, hemû di çarçoveyên zagonî û rênimayên kar de ji bo wan çêdikin û alîkariya wan dikin û got: “Em dixwazin karek baş ji bi hemû kesan bikin û rêzê ji wan re bigrin. Em rojane bi riya lijneyê serdana projeyan dikin, projeyên me yên gelek baş hene ku dahata rêveberiyê li gorî salên din zêde kiriye. Ji ber ku di rêveberiyê de hejmara jinan zêde bûye û ev jî dibe sedem ku kar hîn baştir were meşandin.”

‘Em li gorî zagonan alîkariya hemwelatiyan dikin’

Hêrû Fayîq diyar kir ku pirsgirêk çêdibin bi taybetî pirsgirêkên eşîran li ser zeviyan çêdibin, zeviyên ku ji derveyî sînorên şaredariyê ne dibin sedema pirsgirêkan û got: “Lê belê ez gelek kêfxweş im ji dema ku min di rêveberiyê de dest bi kar kiriye ve heta niha tu pirsgirêkên zagonî çênebûne û me pirsgirêkên hemwelatiyan çareser kirine.”

‘Ji ber kevneşopiyên civakê jin kêmtir beşdarî projeyên pîşesaziyê dibin’

Hêrû Fayîq got: “Jin bi rêjeyek kêm beşdarî projeyên pîşesaziyê dibin lê belê ger jin projeyên xwe temam bikin em alîkariya wan dikin. Sedema wê jî ew e ku jin di projeyên pîşesaziyê de kêm in û ji ber divê pêwendiya wan bi derve re hebe. Lê belê jin hene bazirgan in û hinek jî hene projeyên geştiyariyê pêşkêş dikin. Di nava civakê de ji ber ku hinek astengî, kevneşopî û aqilê mêrsalarî lê pêş e wisa kiriye ku ji bo jinan xebat zehmet bibe lê belê divê jin xwe bispêrin hêza xwe. Divê hin zêdetir hewl bidin, bikaribin bibin xwedî karê xwe. Li Germiyanê di rêveberiyan de hêza jinan ji mêran zêdetir e, ji ber jin li gorî zagon û rênimayên xebatê kar dikin. Vê jî wisa kiriye ku baweriya xelkê zêdetir bi jinan were. Dema ku diçin ba rêveberek, dibînin jin e, gelek kêfxweş dibin. Di beşek rêveberiya Germiyanê de jin rêveber in. Astengkirina jinan zêde ye lê belê nabe ku jin guhên xwe bidin van astengiyan divê jin li hemberî hemû astengiyan bi hêz bin. Di destpêkê de ez jî rastî gelek astengiyan hatim lê belê min guh nedayê heta gihîştm armanca xwe û divê jin jî guh nedin û karê ku dixwazin bi ser bixin.”