"Yek ji pirsgirêkên sala 2021’an herî zêde bandor li jinan kirî şideta devki ye"

Li Misrê şideta li beramberî jinê çi bi devukî çi bi fizîkî zêde bûye, Şêwirmenda Têkiliyên Malbatê Nadiya Cemal bi bîr xist ku armanca wan ewe bi xebatên perwerdê hişmendiyê biguherin û civakek bi tendurist ava bikin.

Li Misrê şideta li beramberî jinê çi bi devukî çi bi fizîkî zêde bûye, Şêwirmenda Têkiliyên Malbatê Nadiya Cemal  bi bîr xist ku armanca wan ewe bi xebatên perwerdê hişmendiyê biguherin û civakek bi tendurist ava bikin.
ASMAA FATHÎ
Qahîre- Belavbûna vîrosa koronayê weke hemû welatên dinê bandorek mezin li Misrê jî kir. Weke her qeyîranên çêdibin vê vîrosê jî şideta nava malê zêde kiriye û zêdetir bandor li jinan kiriye. Di nava malbatên Misrê de jî jinan zehmetiyên mezin jiyan kirin. Şêwirmenda Têkiliyên Malbatê Nadiya Cemal di hevpeyvîna xwe ya bi ajansa me re di derbarê rêbazên pêşîlêgirtina şîdeta li beramberî jinê de bersîva pirsên me da.
Misir di warê têkiliyan de bi giştî di rewşek ne asayî re derbas dibe, di sala 2021'an de bi texmîna we diyardeyên herî berbiçav çi ne?
Pirsgirêk di tevahiya salê de berdewam bûn û ez bawer dikim ku heta ku em bala xwe nedin û awayê rûbirûbûna xwe bi rewşên cihêreng re neguherînin wê bi dawî nebin û ez dibînim ku yek ji kirîzên herî girîng yên ku em niha pê re rû bi rû ne, pirsgirêka tundiyê li dijî jinane. Tundûtûjî ne tenê tê wateya lêdan û destdirêjiya laşi ye, beşek mezin ya exlaqî bi kêmasiya nirxdayînê ve girêdayî ye. Em dibînin ku jinek roja xwe di nav barê malê de derbas dike û pêdiviyên malbata xwe pêk tîne, di dawiya rojê de hevjinê wê  bi hevokeke sade ya tu çi dikî? tê û hemû keda wê pûç dike. Ev jî dikare bikeve bin tesnîfkirina şîdetê. Dikare bê gotin ku piraniya kêşeyên ku di sala borî de rû dane û xwediyên wan serî li şêwirmendiya malbatê bi min re dane, bi giranî girêdayî nezanîna hevjînan ji hewlên jinê û bi taybetî tundiya devkî ya dubarekirî ye.
Gelo awayê rûbirûbûna tundûtûjiyê îro li gorî demên berê guherî?
Belê, di van demên dawî de rêjeya hişyariya jinan gelek zêde bûye û ew erk û mafên xwe dizanin, ji ber vê yekê bi devkî be, bi awayên cûrbecûr heqaretê red dikin. Mijara îhmalkirina gotinên heqaret û destdirêjiya devkî kêm bûye û jin bi gelemperî li ser radiwestin û nahêlin careke din dubare bibe. Ev yek jî berovajiyê tiştên berê ye, jinan berê bêyî ku serî li amûrên parastinê bidin û bertekên tund û bibiryar bidin, şîdeta devkî û fizîkî qebûl dikirin. Hin kes di depresyonên giran re derbas dibûn bêyî ku zanibin ku ev yek encama kombûna bandora neyînî ya rengên cuda yên şîdetê di nav wan de ye. Lê niha em dikarin bibêjin ku bi saya hişyarî, çand û piştgirîya civakê rewş bi tevahî guheriye.
Serlêdana şêwirmendê têkiliyên malbatî tiştekî ku berê wekî şerm dihat hesibandin, gelo ew çand îro hatiye guhertin?
Ji bo demek ku tenê 7 sal derbas nebû, tişt guherî, me dest bi xweza û girîngiya hebûna şêwirmendê têkiliyên malbatê kir, da ku alîkariya malbatê bikin ku kirîzan derbas bike. Di demên kevn de, malbatan ji bo danûstandina bi qeyranan re, xwe dispartin xwe û ger nikaribin vê yekê bikin, serî li xizm û hevalên mezin didan. Lê xwegirtina li kesên nêz, her çend di hin rewşan de pêkan be jî, ji bo dîtina çareseriyek adil ji bo hemû aliyan tevnegere, ji ber ku bi gelemperî piştgirî ji alîyê gilîker re bêyî guhdana alîyê din tê pêşkêş kirin. Di vir de xetereya şîretan derdikeve, ku di hin rewşan de dibe ku bi tevahî wêranker û têkbir be, berevajî ya ku jê tê hêvî kirin. 
Di heft salên dawî de, rêjeya malbatên ku ji bo çareserkirina qeyranan serî li şêwirmendan didin, li gorî komek  ji kontrolan zêde bûye, ya herî girîng hebûna bawerî û eşkerebûnê ye, da ku ji bo krîz û pirsgirêkê heyî  re bighêjin çareseriyên aktîv.
Kengê hûn dikarin ji xwendekarê şêwirmendiyê re bêjin ew hewceyî bizîjşkê derûnî û dermankirinê ye?
Ez kêm caran vê yekê dikim, ji ber ku piraniya wan beriya ku rewş xiraptir bibe baş dizanin pirsgirêkên wan heye. Ev tê wê wateyê ku mesele negihîşt asta ku serî li bizîşkê derûniyê bidin û gava ku em biaxivin û şîretan bistînin em li ser çareseriyan radiwestin. Lê rewşên ku ez jê daxwaz dikim ku serî li bizîşkê derûniyê  bidin, ez di danûstandin û bersivdana şêwirdariyê de serhişkiyek mezin dibînim. Ji ber ku di rewşên wiha de axaftin wê ne bikêr be, nemaze ku ne mimkûne mirov îqna bike û berevajî vê yekê îdia bike.
Di van demên dawî de çend mijar hatin raberkirin, di nav wan de destdirêjiya hevjîn... hûn di vê rewşê de çi şîret li jinê dikin?
Mesele li gorî rewşê diguhere, di derbarê şîdeta devkî de, ez şîretan li hember binpêkirin û heqaretan dikim, qebûlkirina vê rewşê ji carekê zêdetir pirsgirêkê çareser nake, belkî bi derbasbûna demê re girantir dike heya ku em digihîjin qonaxa teqînê. Her kesê ku rastî tundûtûjiyê bê, dema ku heqaretê hîs dike, divê bisekine û rûbirûyê sûcdar bibe, tişa ku pê hest dike bibêje û guh bide aliyên din ku dibe ku hincetek jê re hebe, ev çareseriya îdeale ji bo rûbirûbûna tundiya devkî.
Yek ji mijarên ku di van demên dawî de tê rojevê pirjinî ye gelo jinên ku vê rewşê qebûl dikin hene?
Na, mêr dikare ji jinekê zêdetir hez bike, lê jin nikare ji yekî zêdetir hez bike û bi xwezaya xwe qebûl nake ku hevjînê xwe bi tu kesî re parve bike û qebûl nake ku kesek bi wê re tiştekî parve bike her çi qas berevajî xuya bike jî. Lêgerîna li jinek din hewce dike ku pêşî bi hevjîna jiyanê ya heyî re biaxive, ji ber ku mêr di wê gavê de hevjîna xwe ya ku jê bawer kiriye û bi tiştên ku tê de wî wekî dinya dihesibîne dişikîne û divê ew zanibe ku ewê bi yeke din re were  û xewnên hevjîna xwe a yekem ji holê radike ku hêvî û daxwazên wê pê re parve bike.
Ger jin qala tundiya fizîkî laşî bike, gelo divê jê re were şîret kirin ku rewşê bi dostanî derman bike an ji bo parastina xwe tedbîrên qanûnî bigire?
Di malên me de tundiya fizîkî heta radeyekê zêde nîne û ez şîret dikim ku di bûyereke wiha de ji ber hezkirin, evîn û hevsengiyeke mezin di navbera hevjînan de ev mijar bi awayekî dostane were nîqaşkirin an jî helwestek were girtin  ji bo ku êrîşkar li ser asta zirara ku wî gihandiye agahdar bike. Hin kes serî li lêdana hevjîna xwe didin, lê ger mêr fêrî lêdanê bû û mijar dûbare dibe û li vir ez ji jinê re şîret dikim ku ji bo parastin û ewlekariya xwe ji vê tundûtûjiyê li amûran bigere, çi bi hakemetiya dê û bavên di nav wan de be, an jî bi rê û rêbazên qanûnî. 
Şîretên we ji bo nûvekirina malbatê û gihîştina jiyanek normal çi ne?
Di destpêkê de, divê di navbera jin û mêr de lihevkirinek li ser van amûran hebe da ku bikarin wan li ser erdê bi rengekî pêkan û bi bandor ji bo pêşdebirina malbata xwe pêk bînin. Veşartina kêmasiyên din yek ji faktorên serketinê ye, ji ber vê yekê divê hevjîn zanibin ku ew di awayê perwerde, tevger, reaksîyon û tiştên din ên ku ne wek hev in, ji hev cuda ne û divê bingeha danûstendina di navbera wan de hezkirin be, ji ber ku gengaz e ku mirov hemû dijwariyan derbas bike, ji ber ku her du alî dizanin ku tiştên ku yê din dike li ser bingeha hezkirin û piştgiriyê ye. Bi kurtî, mirov dikare bibêje rehetiya jinê hêmana herî girînge ji bo dabînkirina aramiya malbatê, ji ber ku di wê demê de ewê bê dudilî, çi li ser asta zarokan û hem jî li ser malê, bide. Ji bo malbata xwe ya biçûk û mezin bêwestan bixebite.
Hejmarek mezin ji nexweşiyên derûnî ji ber sazbûna malbatê û bandora tundûtûjiyê û atmosfera neyînî ya li derdora wê çêdibin... Rêgezên perwerdehiya saxlem û amûrên ji bo nehiştina bêserûberiya malbatê ya zarokan, ger hebin, çi ne?
Piraniya pirsgirêkên ku di rastiya me de diqewimin, di rastiyê de encamên malbatê ne, mînak, zarokek demarî tê ba min û pir caran diqîre û yekî din jî tê rastî tundûtûjî hatiye û ez dibînim ku dê û bav ji vê meselê dûr ketine û bi talana giliyê zarokên xwe tên, her çend sedemên vê yekê  ji ber wanin. Yek ji girîngtirîn rêgezên perwerdehiyê ew e ku zarokan ji her pevçûn û tundûtûjiya di navbera hevjînan de dûr bixin, ji ber ku ew vê yekê distînin û di bîra wan de dimîne. Dema ku mezin dibin, ev mijar tê vegerandin û belkî jî tê kirin,  hejmareke mezin ji qeyranên derûnî û danûstendinên xelet, em dibînin ku ew vedigere heyama mezinbûn, zarokatî û bandora atmosfera derdorê ya wê demê. Zarok ji tiştên ku li pêşiya wî diqewimin bandor dibe, nabe ku li pêş çavên zarokan karê nebaş were kirin, divê em zanibin ku zarokên îro dê û bavê sibê û pêşeroja me ne.
Hûn li ser zêdebûna rêjeya îstîsmar û bazirganiya jinan ya vê dawiyê çi dibêjin?
“Qaçaxçîtiya jinan heye û pire. Hin malbat bi serpereştiya jinan û hin rewş wekî qaçaxçîtiya eşkere hatine binavkirin, nemaze yên ku hevjîn li malê dimîne bêyî ku astengiyek were jiyîn, mêr itîmad dide hevjîna xwe da ku keyfê bibîne. Carekê, dozek hat cem min û ji min re got ku ew neçar e ku bixebite digel ku hevjînê wê bi hêz e û tûşî tu nexweşiyê nebûye da ku nikaribe kar bike, lê belê mijar di vir de sînordar namîne, ew destdirêjî lê dike ger ku nikaribe pêdiviyên wî yên şexsî bi cih bîne. Modela jineke ku ji bo kar ji mala xwe derdikeve û ji ber ku dereng vedigere yan jî ji ber ku nekarî karê malê bike yan jî pêdiviyên mêrê xwe pêk bîne rastî tacîz û lêdanê tê ev ji her tiştî xerabtir e. Li vir ez destwerdanê dikim û ku vê yekê rawestînim, ji ber ku ev kiryar daxwaz dike ku peywendî berdewam neke.
Jin  ji wê kêliyê ku ji xew radibe şer dike... Dibe ku di nav malbat û kolanan de tundûtûjiyê bibîne, ji ber vê yekê rastî tacîzê tê û diçe karê  rêveberê wêk mêr  û hwd... Hûn wê şîretên çawa dikin ku xwe ji vê hawîrdorê biguncîne yan jî an xilas bike?
“Belê wisa dibe û hema hema her roj êş û azare. Em di civakeke baviksalarî de dijîn û hê jî nirx, urf û edetên berê neqediyane û li gor perspektîfa mêran jin di kar de cih li wan teng dikin. Hin mêr bi rastî li xeletiyekê digerin ku destdirêjiyê li jinê bikin, ji ber vê yekê gelek jin di bin zexta domdar de dijîn û her dem hewil didin ku ji xeletiyan dûr bisekinin. Her çendî jin bi tevahî enerjiya xwe û di astekê de ku ji hevkarê xwe yê mêr zêdetir be jî, hevokên hevpar hene ku bi gelemperî ji wê winda ne, mîna ku rêveber wê jê re bibêje, Normale tu kêmasiyan bikî, ji ber ku tu jinî. Hin aliyên kar zilman ji jinan cuda dikin tenê ji bo xatirê zayendê û mijar bi tu awayî ne li ser bingehê bikêrhatîbûnê ye, çi di teşwîqkirina meaş, an jî mijarên din ên têkildarî qanûnîkirina rewşa kar de. Li  kolanan em dikarin bê şerm biaxivin, jin ji bo her kesî bûye tiştekî asayî, em dibînin ku zarok destdirêjiyê li wê dike û mêr jî tacîz dike, mîna ku hebûna wê bi serê xwe sedema van binpêkirinane. Ji ber vê ji bo jin ji vê qeyranê derkeve, divê ew di navbera berpirsiyariyên xwe û rehetiya xwe ya psîkolojîk de hevsengiyekê çêbike û guh nede hewildanên ku wê bêhêvî bikin an tiştên li derdora wê diqewimin, ya herî girîng jî, wextek ji xwe re bibîne ku tiştê ku jê hez dike bike.
Cudakirina  di navbera jin û mêr di sazkirina malbatê de yek ji nexweşiyên çanda serdeste ku di her yek ji wan de hesta kêmbûna jinan çêdibe... Hûn bandora perwerdehiya cudaxwaz û wê çandê li ser zarokan çawa dibînin?
Mixabin, cudahiya di navbera nêr û mê de heye û me demeke dirêj berê dest bi bilindkirina hişyariyê kiriye û divê malbat zanibe ku ew ciwan dipejirîne. Cudakirina keç û xortan herduyan jî newekhev dike, cudakarî ne tenê bi aliyê erênî ve girêdayî ye, heta bi awayên cezakirina zarokan ji ber xeletiyên wan jî derbas dibe. Divê malbat zanibe ku di navbera zayendan de wekhevî heye, belkî divê keç bêtir were cudakirin da ku baweriya xwe bi xwe zêde bibe da ku bikaribe bibe xwediyê amûrên parastinê. Lê bûyerên destdirêjiyê yên vê dawiyê gelek têgînên malbat û çanda wê guhertiye di warê piştgirîkirina keçikê û bihêzkirina wê da ku bikaribe rûbirû bibe. Tevî ku hin malbat hene ku hîn jî prensîba şîdetê dişopînin, lê beşek ne biçûk têgihîştiye ku perwerdehiya rast li ser bingeha zêdekirina baweriya bi keçikê ye. Divê malbat zanibe ku ciwan bi xwe bawere û hêza wî ne hewce ye ku wekî berhema çanda civakê were xurtkirin û herî zêde zarokê wan hewcedarê piştgiriyê ye. Digel pêwîstiya mezinkirina biçûkan bi rêzgirtina ji hev re, ji ber ku zarokê îro mirovê sibê ye ku divê rêzê li xwişk, jin, dayika xwe, xerîbê ku li kolanê dibîne û hevjîna xwe bigire.”
Hin jin bêyî hinceteke zelal berdewamkirina têkiliyên jehrî qebûl dikin... Di derbarê sedemên vê yekê de nirxandina we çi ye û amûrên ku alîkariya jinan dikin ku bi mêran re têkiliyek saxlem ava bikin çi ne?
Têkiliyên jehrî hevokek giran û girînge, wateyên wê yên mezin hene, di destpêka pêwendiyê de em heyranê yekî din dibin û bi demê re kêmasî dest pê dikin û qeyran çêdibin û li vir em hin keçan dibînin ku bêyî rawestan û ramanê berdewam dikin. Bi binpêkirina berdewam a xeletiyên din re, jin dibîne ku berdêl dide û hezkirin û lênêrîn pêşkêş dike û li vir divê zû rabe ser piyan û dev ji wê têkiliyê berde berî ku ew têk bibe û hesta xwe winda bike û bi rêbazên kontrol û çewisandinê ve were girêdan.
Bi destpêkirina sala nû re hûn çi şîretan li jinan dikin da ku karibin enerjiya xwe ji nû ve bigrin û stresê kêm bikin?
Ez ji jinan re dibêjim hûn di her pêwendiyê de bingeh û tiştê herî girîng in û bi zextê û wê enerjiya te zû biqedîne, ji mafê te ye ku tu ji xwe re demek diyar bikî û kêfê bistînî. Di dawiyê de, divê ew li bextewariya xwe bigere, ji ber ku ew dixebite ku kesên din bextewar bike.