Xizmet di demê zaroktiyê de, zextên derûnî yên ji ber barên malê

Ji ber nezaniya civakê zarokên keçik ji ciwaniya xwe ve dikevin bin barê malbatê. Wisa ye ku ne dema wan dimîne ji xwe re bêhna xwe bidin, ne bifikirin û ne jî bizanibin ka ji bo îro û siberojê dê çi bikin.

NÊRMÎN TARIQ  
Qahîre- Ji ber fikrên gelek malbatan ku jinan tenê ji bo xizmetkirina zilamên malê dibînin, zarokên keçik di dema zaroktiya xwe de dibin xizmetkarên malbatê. Ji ber vê sedemê gelek keçên li Misrê mirinê ji karên giran ê li malê çêtir dibînin.
Keça 15'e salî Şehed Mehmûd a ji Şibir El-Xêma dibêje: "Ez keçeke bi tenê me û 3 birayên min hene, rojane ji min tê xwestin ku piştî her xwarinê ez firaqan bişûm, odeyên malê bi giştî paqij bikim û cilên birayê xwe bişûm. Tevî min ev tişt hemû dikirin jî dema ku min alîkariyê ji birayê xwe dixwest dayika min digot ku xizmet rola keçan e û dixwet ku piştî sê kuran keçekê bîne dinyayê da ku ji wê re xizmetê bike. Bi vê bersivê min hîs kir ku armanc ji hebûna min ew bûye ku di jiyanê de xizmetê bikim."
Ne tenê ximeta dê, bav, xwişk û bira ya dapîr, bapîr û ap jî li ser milên keçên ciwan e
Hiba Abd El-Hemîd 17 salî ye û ji Fîsel e dibêje: "Xizmet ne tenê bi xizmetkirina bav, dayik û birayê min re sînordar e, em di xaniyek malbata bi mala bapîrî xwe re dijîn û piştî ku meta min zewicî ez bûm xizmetkara bapîr û dapîra xwe û apê xwe jî. Ji min tê xwestin ku ez xizmeta wan bikim, ji ber ku dapîra min mezin e. Dayika min rojane xwarinê çêdike, firaqan dişû û odeyan paqij dike û cilên bavê min kewî dike lê xizmeta bapîr, dapîr û kekê min bû karê min. Piştî ku meta min zewicî, di rojên înê de ez hewl didim hinek navber bigrim lê dapîra min ji min dixwaze ku ez cilan bişûm û ser banê paqij bikim."
“Çûndina te ya zanîngehê dê bandorek neyînî li xizmeta dapîra te bike”
Meryem Mûsî 20 salî ye ji Elamraniyê ye dibêje: "Bavê min ji min re got: "Çûndina te ya zanîngehê wê bandorek neyînî li xizmeta dapîra te bike" wê bavê min çûndina min a zanîngehê qedexe bike ji ber ku pêwîstiya dapîra min bi xizmetkirinê heye. Dema ku ez biçûk bûm dayika min bi salan xizmeta dapîra min dikir niha jî bû dora min ku ez xizmeta dapîra xwe bikim û dayika min hindekî xwe rihet bike. Gelek caran min mirin dixwest ji ber ez pir diwestiyam û qet xwe rihet nedikir. Piştî semînerên zanîngehê ez diçim xizmetê di mala me  û mala dapîrê min de dikim. Em di mala malbatê de dijîn apê min 4 kurên wî hene û keçên wê tune ne û apê min ê din 3 kurên wî hene ji ber vê xizmetkirina bapîr û dapîra min bûye perpirsiyariya min tenê."  
“Çima birayên min bi min re xizmetê nakin?”
 Sara Mistefa ya 19 salî ji El-Zawiya El-Hemra ye dibêje: "Ez ne li dijî xizmetê me lê çima birayên min bi min re xizmetê nakin û qet nabin alîkar. Ew sîniya xwe ya xwarinê ranake û çima ew hemû demên valatiya xwe li qehwexane û kolanan derbas dike û dema ku vedigere malê ji min dixwaze ku ez jê re qehweyê çêkim û nabe ku ez red bikim ji ber ku ew kur e di vî halî de wê di demên pêş de çawa malbatekê birêve bibe."
Her wiha Sara Mistefa pirs dike û dibêje: "Ev kur di malê de çi karî dike? Ew tu karî nake û piştî xelaskirina zanîngehê û ji ber tu karî naxebite rojane pereyên ku jê re pêwîst e ji bavê min digre."
Hemû paqijiya malê li ser milên jinan e
Fereh Silêman a 18 salî ji El-merce dibêje: "Di cejna sala borî de, berî cejnê min mal bi giştî paqij kir û min berikên malê bi giştî şûştin di wê demê de min ji bavê xwe xwest ku keçeke bi pere were alîkariya min bike bavê min got: "Em kesên xerîb naxin mala xwe." Tevî ku pir kesên xerîb ên em wan nas nakin tên mala me diçin jî di dema ku lembeyên kehrebê xera dibin an jî ji bo ku derî û şibakan çêkin tên lê arman ew bû ku ez biwestim normal e ji bo wan. Di roja cejna sala borî de min ji bavê xwe xwest ku ez bi hevalên xwe re derkevim û hinek bigerim lê bavê min qebûl nekir û ji min re got: "Wê mêvanên me werin û pêwîstî bi xizmetê heye." Min roja cejnê bi dayika xwe re di metbexê de bi çêkirina xwarinê derbas kir."
Meha Eymen 22 salî ye ji El-Metriya ye dibêje: "Min ji birayê xwe xwest ku berên mezin bi seyareya xwe bibe cihê şûştina beran lê wî qebûl nekir û min ew bera mezin û giran bi tena xwe şûşt û piştî ku min ber şûşt û di roja cejnê de ez bi sermayê ketim û ji ber herareta zêde  ez raketibûm dayika min ji min xwest ku ez esîr û şêranî bînim ji mêvanan re û ji min re got: “Jin li gundan çêlekan xwedî dikin û penêr çêdikin tu bi sermayê ketî ev ne hincet e.
Ji ber zilamên bê berpirsyar rêjeya hevberdanê zêde bûye
Der barê zextên ku keç li Misrê dibînin de pispora pêşketina mirovan, Besma Selîm dibêje: "Di çanda Misrê de jin gelek peywirên dijwar digrin ser xwe, jin li gundan diçin di zeviyan de kar dikin da ku alîkariya hevjînê xwe bikin lê ne ji mafên wan e ku bi tiştên ji zevî hatine bibin xwedî par. Her wiha di hundirê malan de jî wiha ye di malê de dayik zarokên kur xwedî dikin li ser esasê ku di malê de tu karî neke ji ber vê jî rêjeya hevberdanê zêde bûye û dadgeh bi jinan tijî bûye ku daxwaza lêçûna zarokan dikin (pereyên ku zarokan pê xwedî bikin) ji ber ku ev zilamên ku ji zarokên xwe re tiştekî nakin û li zarokên xwe xerc nakin, xwişka wan cilên wan dişûn û odeyên wan paqij dikin. Ew fêr bûne ku her dem jin her karî bike û tenê ew temaşe bikin û fermanan bidin."
Dayikên ku dixwazin zarokên kur hînî xizmetê bikin rastî bertekan tên
Her wiha Besma Selîm li gotinên xwe zê dike û dibêje: "Dayikên ku hewl didin kurên xwe fêrî xizmetê bikin, rastî çewisandin û tacîza devkî tên ji hêla jinên di malbatê de ji ber ku jinên Misrê xwe radestî çanda baviksalar kirine tevî ku ev çand wan bi neheqiyê re rû bi rû dihêle. Dayika ku keça xwe mecbûr dike xizmeta birayên xwe bike ji ber ku ew keç e û birayê wê kur e ew dayik jî di malbata xwe de ji ber xizmetkrina birayên xwe bi zextên derûnî re rû bi rû dimîne lê ew cesaret li gel wê tune ye ku ji bo guhertinan şer bi wê çandê re bike û bide guhertin."
Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê Besma Selîm dibêje: "Çareserî zêdekirina zanebûnê ye bi riya dersên di dibistanê de ji bo zarokan ji temenê biçûk ve li ser girîngiya alîkariya wan bi dayik û xwişkên wan re di kar de û zêdebûna zanista dayika ku zarokên xwe li ser esasê bi xwe xizmetkirina xwe bikin ji dema zarokatiyê ve. Ev jî perwerde ye ku dikare pê berpirsyariyê hîs bikin."