Xizmên Windayan xwestin kujerên Halîl Kiliç bên darezandin

Şaxa ÎHD’a Amedê û Xizmên Windayan daxwaza darezandina kujerê Halîl Kiliç û hevalên wî yên li nava rezê xwe hatîn kuştin kirin.

 
Amed - Xizmên windayan û Komîsyona Windayan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a Amedê (ÎHD) di hefteya 665'an a çalakiya "Bila winda bên dîtin û faîlên wan bên darizandin" de li ber Birdariya Mafê Jiyanê ya Parqa Koşûyolû ya navçeya Baxlara Amedê li hev civiyan. Nûnerên ÎHD’ê, xizmên windayan, nûnerên HDP’ê û dayikên aştiyê tev li çalakiyê bûn. Xizmên windayan di çalakiyê de pankarta mezin a wêneyên windayan li ser heyî li erdê raxistin û wêneyên xizmên xwe yên winda xistin hembeza xwe. Di çalakiyê de destpêkê Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Abdullah Zeytûn diyar kir ku li dijî kesên di salên 1990’î de mirov revandin lêpirsîn nehat kirin û got: “Ji ber vê yekê heqîhet nehatiye ronîkirin û faîl nehatine darizandin. Di salên 1990’î de komên girêdayî dewletê tev li van sûcan bûn. Ev polîtîkaya necazakirin û nedarizandinê hêj didome.” 
“Bavê Halîl cenazeyê kurê xwe û du hevalên wî li nava rez dît”
Piştre li ser navê Komîsyona Windayan a ÎHD’ê Firat Akdenîz çîroka Halîs Kiliç ê ji navçeya Pasûrê hatî windakirin xwend.  Firat Akdenîz, anî ziman ku Halîl Kiliç li gundê Çaldere yê Pasûrê dijiya û wiha got: “Di 20’ê Adara 1994’an de Halîs Kiliç li gel Huseyîn Karsut, Metîn Akbaba û Naîf Karsut ji gundê xwe Çaldere ji bo kezêxa rezan diçin navçeya Farqînê. Dema Halîs Kiliç û 3 kesên bi wî re diçin nava rezên xwe, leşker li wir derdikevin operasyonê û 4 kesan destgîr dikin. Leşker Halîs û Metîn li gel xwe dibin. Lê piştî malbat agahî ji Halîs nagirin, serî li Qereqola Cendirmeyan a Bayrampaşa ya Farqînê didin. Lê rayedarên qereqolê dibêjin ‘operasyon heye piştî operasyonê biçin’. Roja din malbat diçin gundê Cumaqê yê Farqînê. Bavê Halîs Kiliç dema diçe nav rez, dibîne ku kurê wî û 2 hevalên bi wîre hatine kuştin. Malbat piştre bi derfetên xwe cenazeyan radikin û dibin Nexweşxaneya Farqînê ya Dewletê. Piştî demekê bavê Halîs diçe serî li Dozgeriya Farqînê dide û dosya lêpirsînê ji dozger dixwaze. Lê dozger dixwaze biçe dosyayê ji Amedê bixwaze. Ji ber gefan êdî bav bi şopa dosyayê nakeve. Dema Halîs Kiliç hat kuştin 6 meh bûbû ku zewicî ye. Piştî bûyerê salek şûnde leşker gundê Çaldere dişewitînin û malbata Kiliç neçar dimîne ku koç bikin. Em dixwazin rastî bên ronîkirin û kujer bên darizandin. Em ji bo Halîs Kiliç edaletê dixwazin.”