Xizmên Windayan ji bo 6 jê zarok 17 kesên hatine qetilkirin edalet xwestin

Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD a Amedê vê hefteyê li aqûbeta 6 jê zarok 17 kesên ku di komkujiya Dîgorê de hatin qetilkirin pirsîn.

Amed - Xizmên Windayan û Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê ji bo li aqûbeta windayan bipirsin û faîl werin darizandin di hefteya 672’yemîn de çalakî li dar xistin. Çalkiya bi dirûşma “Bila winda bên dîtin û faîl werin darizandin” li Parka Koşûyolû ya Rêzana Amedê hat lidarxistin û rêveberên ÎHD’ê û Xizmên Windayan beşdarî çalakiyê bûn. Vê hefteyê li aqûbeta 6 jê zarok 17 kesên ku di komkujiya 14’ê Tebaxa 1993’an li navçeya Qersê Dîgorê de hatin qetilkirin pirsîn. Di heman êrîşê de 63 kes jî birîndarabûn.
Yên herî biçuk di bûyerê de jiyana xwe ji dest dayî 8 salî û yê herî mezin jî 80 salî bû. Navê welatiyên di bûyerê de hatin qetilkirin wihane; (8), Selvi Çagdavul (14), Yeter Kerenciler (13), Necla Geçener (14), Zarife Boylu (15), Erdal Bugan (17), Zeynep Çağdavul (19), Hacer Hacioglu (20), Suna Çidemal (21), Fatma Parlak (22), Faruk Aydın (27), Cemil Ozvariş (39),  Gıyasettin Çalişçi (41), Hasan Çagdavul (43), Suleyman Taş (47), Nurettin Orun (80) ve Tutiye Talan (66).
 “Welatiyên ber bi Gîgorê ve meşiyan hatin gulebaran kirin”
Endama Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD’a Amedê Derya Yildirim daxuyanî da û got: “Di salên 1992-1993'yan de leşkeran bi ser gelek malên Dîgorê ya Qersê de girt û cerdevanî li welatiyan ferz kirin. Îşkence li welatiyan hat kirin. Di 14'ê tebaxa 1993’yan de li navçeya Dîgorê, welatî li dijî van zextan xwestin meşek li dar bixin. Lê leşker û kesên ku bi cilên sivîl gule bi ser welatiyan de reşand. Di êrîşê de zarok, jin, ciwan, kal û pîr jî di nav de 17 kes hatin qetilkirin û zêdeyî 200 kes jî birîndar bûn. Derbarê 8 polîsên taybet de bi îdiayên ‘bi zanebûn kuştin’ û ‘bi zanebûn hewldana kuştinê’ doz hat vekirin. Polîsan di parastina xwe de îdia kir ku 'Di nava girseyê de bi roket û çek êriş hatiye kirin'. Lê belê li cihê bûyerê ji bilî fîşekên vala yên hêzên taybet tiştek din nehat dîtin. Di biryara sala 2006’an de polîs bi hinceta 'Parastina rewa' kirine beraet kirin.” 
Malbatên 17 kesên jiyana xwe ji dest dan bi hincetên "Binpêkirina mafê jiyanê", "Lêpirsîna bi bandor" û "Dirêj darizandinê" doz birin Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê (DMME). DMME, cezayê zerarên madî û manewî da Tirkiyeyê. Rûniştina dosyayên malbatên din ên di qetlîamê de jiyana xwe ji dest dane an jî birîndar bûne li DMME hêj jî didome.