Xizmên Windayan: Bila winda bên dîtin û faîl bên darezandin

ÎHD a Amedê û Xizmên Windayan di çalakiya xwe ya vê heftê de aqubeta Mehmet Zekî Akyildiz ê di sala 1992’yan de li Farqîna Amedê ji aliyê Hîzbûlahiyan ve hat revandin pirsîn û daxwaza edaletê kirin.

Amed - Xizmên Windayan û endamên Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê, çalakiya xwe ya "bila winda bên dîtin û faîlê wan bên darizandin" di hefteya 669'an de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parqa Koşûyolûyê ya li navçeya Rezan a Amedê li dar xistin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Mehmet Zekî Akyildiz ê di sala 1992’yan de li navçeya Farqîna Amedê ji aliyê Hîzbûlahiyan ve hat revandin hat pirsîn.
“Faîl Mûsa Orhan nehat girtin”
Endama Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD’a Amedê Ezgî Sila Demîr a beriya daxuyaniyê axivî qala birîna 10 sal cezayê li tecawizkarê Îpek Er, çawişê pispor Mûsa Orhan hat birîn kir û wiha got: “Mixabin faîl Mûsa Orhan nehat girtin. Li vê erdnîgariyê bêcezatî bûye mertalê hemû binpêkirinên mafan. Jin wê ji bo Îpekê dest ji têkoşîna edaletê bernedin.”
Ezgî Sila Demîr, diyar kir ku polîsan duh bi şev bi hêceta ku îfade nedaye bi ser mala dayika Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn de girtin û wiha axivî: “Keskîn yek ji parazvanên herî pêşeng a jinan ku dest ji lêgerîna heqîqetê û têkoşîna xwe ya edaletê bernade ye. Em vê helwesta li dijî hevseroka me ya giştî şermezar dikin. Wê rastî tu car di tariyê de nemînin.”
Endama Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD’a Amedê Derya Yildirim di daxuyaniya vê hefteyê de çîroka Mehmet Zekî Akyildiz ê di sala 1992’yan de li navçeya Farqîna Amedê ji aliyê Hîzbûlahiyan ve hat revandin vegot û aqûbeta wî pirsî.