Xizmên Windayan aqubeta Bahrî Kaganaslan pirsîn

Xizmên Windayan li aqûbeta Bahrî Kaganaslan ê 28 sal in winda ye pirsîn û xwestin faîl bên darizandin.

 
Amed- Xizmên Windayan û endamên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di hefteya 661’emîn de faîlên kesên di bin çavan de hatin windakirin û bi cînayetên kiryarên ne diyar hatin qetilkirin, li Amedê pirsîn. Malbat û endamên ÎHD’ê di çalakiya di bin navê “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” de li pêş Peykerê Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolûyê de kom bûn û wêneyên xizmên xwe yên hatin qetilkirin û windakirin hilgirtin.  Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Bahrî Kaganaslan ê di 29’ê Cotmeha 1993’yan de li Gundê Baroglû yê girêdayî navenda Amedê, piştî ji mala xwe hat revandin û dû re tu agahî jê nehatin girtin, hat pirsîn. 
Di dema ku endama Lijneya Rêveberiya Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Nerîman Dînçkan Yilmaz, daxuyaniyê bixwîne de hewldana provakasyonê pêk hat. Ligel derdorê parkê polîsan bergirî girtibûn jî, 3 kesên ku bi îdiaya zarokên wan hatine revandin li pêş avahiya HDP’ê rûdinin, heqaret li xizmên windayan kirin. Ev kesên ku polîsan qet mudaxileya wan nekirin, heta ku daxuyanî bi dawî bû dirûşm berz kirin, heqaret li malbata kirin û xwestin malbatan tehrîk bikin. Xizmekî windayan, di wê kêliyê de bersiva “Îro dewrana we ye” da koma provakator. Nerîman a ligel provakasyonê daxuyaniya xwe domand, diyar kir ku berî ku Bahrî Kaganaslan were windakirin, bi serdegirtina eskeran ya ser gundê wan de, bi gundiyên din re gef li wan hatiye xwarin ku bibin cerdevan. 
“Li teqsiyê siwar kirin û birin”
Nerîman, da zanîn ku ev gef serpel Mîthat Gul bi xwe li gundiyan kirine û bi lêv kir ku Kaganaslan ê bi zext û gefan cerdevanî qebûl nekir, şevekê berî ku di 29’ê Cotmehê de were revandin, li deriyê wan hatiye xistin lê malbatê derî nevekiriye û tiştên qewimîn wiha vegot: “Şevekê pişt re saet dora 01.30-02.00’an de du jin û zilamek ên bi qot û mont li ber wan û çekên lûle dirêj di destê wan de bi teqsiyê diçin gund û li deriyê mala Kaganaslan didin. Kesên ku xwe weke endamên rêxistinê didin nasîn, xwarinê dixwazin û dikevin hûndirê malê. Pişt re bi gotina ‘Ji bo ku tu me ji kuçikan biparêzî heta derketina gund bi me re were’ Bahrî Kaganaslan, heta derketina gund dibin, li teqsiyê siwar dikin û dibin. Malbat ji wê rojê ve êdî tu agahiyê ji Bahrî Kaganaslan nagirin.”
Nerîman, bilêv kir ku malbatê dû re bi demên cuda serî li Walitiya OHAL’ê, dozgeriya DGM’ê, Fermandariya Navendê, Fermandariya Alayê û Dozgeriya Komarê dane lê tu encam bi dest nexistine. 
Nerîman, da zanîn ku îtîrafkarekî bi navê ‘Cemal’ ê ji Fermandariya Cendermeyan a Navendî ji bo Bahrî Kaganaslan ê hatiye windakirin gotiye ‘sûcê wî gelek giran e, ne pêkane ku were efûkirin’ û wiha axivî: “20 roj piştî bûyerê, malbata wî got ku yek ji cerdevanên gundê Kûşlûkbagi Nafiz Çelik, Bahrî Kaganaslan li Cendirmeyê dîtiye, ew dikare bi berdêla pereyan bibe alîkar û tîmeke 4 kes in ku  serpel Mîthat Gul jî di nav de ye. Pişt re serpel Mîthat Gul, birayê Bahrî Kaganaslan, Naîf Kaganaslan bi gotina ‘heta tu nebî cerdevan û gundî jî nekî cerdevan tu nikarî Bahrî bibînî’ gefan lê dixwe. Ligel hemû hewldanên malbatê jî Bahrî Kaganaslan careke din nayê dîtin.”
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê ya deqiqeyekî bi dawî bû.