Xizaniyê berê gelek jinên Îdlibê daye parsekiyê

Şer û koçberiyê berê gelek jinên Îdlibê daye parsekiyê. Jinên parsekiyê dikin diyar kirin ku ji bo ew pariyek nan ji zarokên xwe re peyîda bikin ji neçarî destê xwe vedikin.

LÎNA EL- XETÎB

Îdlib - Şert û mercên şer, pêre jî ji cîh û warê xwe bûn û koçberî windakirina derfetên aboriyê jî bi xwe re aniye. Koçberiyê debara gelek malbatan zor kiriye û nikarin nanê rojê peyîda bikin. Vê yekê hişt ku jinên Îdlibê parsekiyê bikin û alîkariyê ji kesan bi xwazin, da ku debara xwe bikin û lêçûna malbata xwe bigire.

"Ji bo zikê zarokên xwe têr bikim min dest bi parsekiyê kir"

Medîha El-Nifûs a 44 salî nansveke ne raste jinek ji bajarê Îdlibê ye û hevjînê wê sala 2018’an di şer de jiyana xwe ji dest daye got ku ew hemû  rûyê xwe bi paçek reş digire û daxwaza pereyan dike. Medîha El-Nifûs da zanîn ku armanca wê ji vê yekê ew e xercê 5 zarokên xwe bidestbixe û wiha got: "Piştî mirina hevjînê min, ez bûm berpirsê debara zarokên xwe. Dema min dev ji peydakirina kar berda, ez neçar bûm ku derkevim derve û daxwaza alîkariyê û parsekiyê ji xelkê bikim. Ji malbat û cîranê xwe parsekiyê vedişêrim, ji ber ku ev yek dibe sedema şermeke mezin ji bo min. Hin kesên derbasdibin bê dudilî bi min re dibin alîkar û destê qenciyê dirêjî min dikin. Zehmetiya dîtina perîşanî û bêxwedîtiyê di çavên zarokên xwe de min didît, ji ber vê yekê min destê xwe dirêjî neçariyê kir, da ku ji wan re tiştên ku zikê wan têr bike û lêçûnên wan têr bike dabîn bikim.”

 "Ez û du zarokên xwe neçarman parsekiyê bikin"

Henan Îbrahîn a 41 salî ku ji gundewarê Seraqîbê koçî kampeke Atma ya li ser sînorê turkiyê bû ye got ku her roj li gel du zarokên xwe derdikevin parsekiyê û wiha lê zêdekir: “Hevjînê min dema şer di pişta xwe de bîrndar bû û nema kare kar bike. Heft zarokên min hene û yek ji wan ji ber nexweşiya mejî xwedî pêdeviyên taybete. Ji ber vê yekê ez neçarim bi du zarokên xwe yên 10 û 11 salî re derkevim derve û bi parsekiyê pere ji kesan dixwazim. Berê di nava çopê de li alavên ku bifiroşe û ji buhayê wê sûd werbigire digeriyam. Ji nava çopê parçeyek cam bi destê min ket û ji destê xwe birîndar bûm. Dawiyê ji ber wî parçê camê hatim emeliyatkirin û nehişt ku kar bikim ji ber wê êdî nikarim li ser çopê jî bigerim. Berî şer û koçberiyê rewşa me ya baş bû. Min zeviya xwe cot dikir û lê dinerî. Bi şer re min yekane çavkaniya debara xwe ji dest da, piştî koçberbûna ji bajarê xwe di destpêka sala 2020 de bê debar mam.

 "Çavkaniyeke debarê nîne pêdiviyên zarokên xwe bi cih bînim"

Sifeya El-Cemûl a 31 Salî ji bajarê Xan Şêxûnê koçberî bajarê Îdlibê bûye got ku  hevjînê wê bi jina xwe ya duyemîn re koçî tirkiyê bûye û tu çavkaniyeke wê ya debarê nîne ku pêdiviyên jiyanê yên zarokên xwe bi cih bîne û wiha pêde çû: "Ji ber parsekiyê dikim ji aliyê xwediyê firoşgeheke cilan ve li suka gelerî hatim tacizkirin. Xwediyê firoşgeha cilan ji min xwest ku bi mikdarek pere bikevim dikanê da ku dikanê paqij bikim. Ji ber ku mêrekî bi temen mezin bû ez derbas bûm lê dema ku wî dest bi taciza devkî kir ez matmayî mam. Ji ber vê yekê ez bi lez derketim derve û ji wê rojê ve min biryar da  ku ez dûrî wî karî bimînim. Eger min karek peyda bikira, min parsegî nedikir lê feqîrî û belengaziyê em kirine nêçîra hêsan a bêwijdanan.”

"Rewşa niha em neçar kirine ku parsekiyê bikin "

Xebatkara Civakî Rîmas El- Haşim a 29 salî ji bajarê Sarmeda yê bakurê Îdlibê ye derbarê sedemên ku dihêln jin parsekiyê bikin de got ku xizanî dibe sedema herî girîng a ku jin neçar dike dest bi parsekiyê bike, da ku hewcedariyên malbatê peyda bikin û wiha dirê jî da gotina xwe: “Li gel kêmbûna mûçe, xirabûna mercên jiyanê û bilindbûna nirxê xwarinê, gelek kes nikarin pêdiviyên herî bingehîn ên jiyanê bikirin. Hin kes parsekiyê dikin wek pîşeyekî bikêr û hêsan bi mebesta zengînbûn û komkirina pereyan û xapandina mirovên dilovan ku ev yek jî kir ku em nikaribin cudahiyê bikin navbera hewcedarê rastî û yê ne rast.”

“Hemû xeyalên me peydakirina karkî hêjaye”

Rimas El-Haşim di dawiya axaftina xwe de ragihand ku divê çend tedbîr werin girtin ji bo nehiştina diyardeya parsekiyê û wiha berdewan kir: "Belavkirina pirojeyên jiyanê bi awayekî dadperwer û xebatên hevbeş ên hemû rêxistinên mirovî yên ku li bakurê Sûriyê kar dikin ji bo perwerdekirina jinên xizan ên nikarin nan peyîdabikin ji bo pîşeyek wan hebe ku alîkariya wan bikin ku bikarin debara xwe bikin. Ji ber hin jin hene bûne qurbnê şer û hejariyê her wiha rewşa ku niha ew têde ne neçar kirine ku ji bo debara xwe ya rojê  ku bikarin bijîn parsekiyê dikin û hemû xeyalên wan peydakirina karkî hêjaye.