Wênekêşa kêzikan bû, azweriya xwe veguhest hûnerên destan

Rebecca Chamoun a koleksiyona kêzikên wêneyê wab dikişîne dike, karê xwe ya ji ber pirsgirêkên tenduristiyê berda, bi hûnera destan pêktîne.

SUZAN EBU SAİD

Beyrûd – Çîroka Rebecca Chowoun a ku di zanîngeha Lubnanê de di qada biyolojiyê de lisansa bilind kir, dibe îlhama gelek jinan. Rebecca Chamoun, ji kêzikan, destdayîna kêzikan û heta ji nêzbûna kêzikan ditirsiya, lê rojek wêneya kêzika ku li ber mala wê radiwestiya bû kişand û bi vî rengî hem tirsa xwe derbas kir û hem jî pêşiya kariyera xwe vekir. Rebecca Chamoun, bi awzerî ji qada entomolojiyê (zanîsta kêzikan) re hat girêdan.

Ev kêliya ku Rebecca Chamoun belge kir, ji aliyê bijîjkek zanîngehê ve hat ecibandin. Rebecca Chamoun, ev pêvajo bi van gotinan vegot: "Bijîjk xwest di medyaya dijîtal de rûpelek vekim û wêneyên xwe biweşînim, bi vî rengî teşwîq kir ku ez lêkolîna xwe zêde bikim. Hin malperan jî ji bo der barê kêzikên de agahî bigrin, bi min re ketin nava têkiliye. Cur, nav û hwd. bivî awayî ez dikarim hemû agahiyan bidim wan.”

Zindiyên di xwezayê de bi hunerên destan şênber kir

Rebecca Chamoun a ku bi demê re jêhatibûnên xwe yên wênekeşiyê pêşxist, ji bo gelek kesan bû alîkar ku tirsa xwe ya kêzikan derbas bikin. Rebecca Chamoun, wiha axivî: “Lê pirsgirêkên min ên tenduristiyê bandor li xebatên min ên di vî warî de kir. Ji ber ku di piyê min de şikestin çêbû, ez salekê mehkûmê nivînan bûm. Min jî berê xwe da qada hunerên destan. Min di zarokatiya xwe de ji dayika xwe fêrî hunera destan bibûm. Piştî ku min xwe di vî warî de pêşxist, min di karê destan de xweza, zindî, kêzik û kulîlkan şênber kir. Her wiha ji ber ku ez demê xwe ya vala, bi tiştekî kêrhatî re derbas dikim, vezîrandin jî kir.”

Xebatên dimeşîne dibe alîkariya çareserkirina pirsgirêkan jî

Rebecca Chamoun, bi van gotinan qala xebatên xwe kir: "Dibe ku em hemû di pêvajoyek bêhêvî û şikestina xeyal de derbas bibin, lê pirsgirêka min a tenduristiyê hişt ku ez di qada pisporiya xwe de berê xwe bidim tiştên ku sûdê ji xwe û hawîrdora min bibe hilberînim. Dahata darayî jî misoger kir. Karê min yên dest di pêşangehên cuda de cihê digre. Ez malzemeyên hawirdorparêz bikar tînim. Ez li ser modelên wek kîlindanka ku di jiyana rojane de bên bikaranîn, sêv, kivark û fêkî û sebzeyên cûrbecûr xêz dikim. Ji ber ku berhemên wêneyên kêzik û çûkan hene balkeş in, tên firotin.”

Rebecca Chamoun, da zanîn hunerên destan ên çêdike, wekî amûrek ji bo rûbirûbûna hestên neyînî yên ji êşa ku jiyaye dibîne û wiha got: "Hemû kes bi afirandina berhemek li hemberî qeyranan, dikare hewil bide êşên xwe derbas bike.”