Wefaa El-Ekkad: Armanca me pêşxistin û xurtkirina hêza jinan e

Têkildarî xebatên Komeleya Jin û Lênihêrîna Zarokan ji bo pêşketinê û destkeftiyên wê, Cîgira Serokê Desteya Rêveber a Komeleyê Wefaa El-Ekkad ji ajansa me re axivî û wiha got: Komeleya me komeleyek pêşketinê ye ku bi taybetî girîngiyê dide jin û zarokan. Em gelek xizmetên piştgiriya derûnî û hişyariyê pêşkêş dikin.

NEXEM KARACA
Xeza- Komeleya Jin û Lênihêrîna Zarokan ji bo pêşketinê ku di sala 2014'an de hat avakirin, armanca wê xurtkirina jinên Filistînî û pêşxistina asta wan di warên curbecur de ye. Her wiha alîkariya wan ji bo çareserkirina pirsgirêkên malbatê, kêmkirina tundiya li ser wan, bilindkirina hişyariyê û pêşxistina jêhatîbûn û şiyana wan e. Xwedîderketina li zarokan jî bi dayîna derfetên perwerdeya destpêkê, damezrandina baxçeyên zarokan di asteke bilind de, geşkirina ruhê disîplîn û prensîbên saxlem û gihandina alîkariyê pêk tê da ku li ser bingehên saxlem werin mezinkirin.
"Em komeleyeke ji bo pêşketinê û bi teybetî girîngî didin jin û zarokan"
Komele armanc dike ku ast û hişmendiya jinan di hemû qadên jiyanê de bilind bike û di aliyê psîkolojîk û aborî de bi hêz bike. Ji aliyê din ve em xwedî li zarokan derdikevin, ji ber ku ew tovên bingehîn ên civakê ne divê li ser rêgezên saxlem werin mezinkirin û bi hembêzkirina wan û guhdana li perwerde û tevgerên wan divê çandeke bi nirx ji bo wan were avakirin û alîkariya wî were kirin."
"Projeya cil û bergên zivistanê û projeya cil û bergên eyed hatin pêkanîn"
Li ser xizmetên ku komeleyê di sala 2021’ê de ji jinan re pêşkêş kiriye jî ev yek diyar kir: "Me gelek danişînên hişyariyê li dar xistin û bi saziyên hevkar ên wekî komeleya Ayîşe ya Parastina Jin û Zarokan, Navenda Karûbarên Jinan û Tora Wîsal re bi riya pêşkêşkirina piştgiriya derûnî û aborî ji bo jin û malbatê xebitîn. Lê ji ber hejmarên mezin ên ku me wergirtin, piştgiriya aborî sînordar bû. Lê ger hewcedarî ji aliyê komeleyê ve nehata bicihanîn, me yê veguhesta saziyên hevkar ku dikaribin hewcehî û pêdiviyên xwe pêk bînin. Bi taybetî projeya "Rizgariyên ji tundûtûjiyê û çawaniya parastin û bersivdana wan" û projeyek der barê tundiya li ser jinan ku 20 rûniştinan bi hevkariya Komeleya Ayîşe digire nav xwe. Me projeyên alîkariyê ji bo zarokan pêk anîn, di nav wan de projeya cil û bergên zivistanê û projeya cil û bergên eydê ji bo jinebiyan û sêwiyan û me bi hevkariya Heyva Sor a Tirkiyeyê gelek paketên xwarinê li malbatên hewcedar belav kirin."
"Em beşdarî perwerdeyan bûn"
Di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Me di meha nîsanê de jî 34 panike pêşkêşî dibistana Mesqat a Keçan kir û li navenda komeleyê me atolye bi sernavê "Şîdeta li ser bingeha zayendî" li dar xist. Ew bi amadebûna 30 jinên kêmendam li parêzgeha Xan Yûnisê hat temsîlkirin û armanca wê ew bû ku haya wan ji mijarên tundûtûjiyê zêdetir çêbibe û şêwe, sedem û bandorên wê nas bikin. Wekî din, em beşdarî perwerdeya ku ji hêla xebatkarên Karûbarên Jinan ve di çarçoveya xebatên projeya kêmkirina newekheviya zayendî ya li Filistînê de hat lidarxistin, bûn ku armanca xwe avakirina kapasîteya saziyan bû û çend rojan li pey hev ev însiyatîfa li Walîtiya Başûr berdewam kir, ji ber hejmara zêde ya dozên li ser şîdeta li ser bingeha zayendî."
"Gelek projeyan xistin pratîkê"
Wefaa El-Ekkad anî ziman ku Komele rastî gelek zehmetiyan hatiye û wiha domand: "Di komeleyê de em rastî gelek pirsgirêk û zehmetiyan hatin, ya yekem jî vîrusa koronayê û şer bû ku bandorek mezin li ser derûniya jin û zarokan kir, bû sedema hejmareke mezin ji kesên ku di rojekê de serdana me dikin. Lê ji ber piştgiriya aborî ya kêm em nikaribûn alîkariya her kesê bikin. Ji bilî wê, pirsgirêka leza xwegihandina me heye ji ber cihên dûr wek Abasan, ji ber ku rewşa aborî rê nade jin xwe bigihîjînin me. Niha projeyên me yên ku ji bo hatin û çûyînê ji wan re peyda bikin nîn in lê di heyama dawî de bi hevkariya saziyan me ewlekariya hatin û çûyînê ji wan re peyda kir û wan ji vê yekê sûd wergirtin."
Têkildarî plansaziyên pêşerojê yên komeleyê ji bo sala nû, wiha got: "Gelek raman li ser maseyê hene, ji ber ku me projeyek têkildarî jinan pêşkêşî fînansoran kir ku projeya rizgariyên ji şîdetê ye û çawaniya bersivdayînê ye. Em li benda erêkirinê ne ku tavilê dest bi pêkanînê bikin. Her wiha em ê ji bo zarok û jinan ofîseke şêwirmendiya derûnî vekin û me fikra xwe pêşkêşî saziyeke hevpar kir ku derûnnasek bê şandin û bi qasî ku ji destên me tê em ê hewl bidin piştgiriyê bidin jin û zarokan bi armanca pêşxistina şiyanên jinan û bi hêzkirina wan di hemû war û aliyan de û hembêzkirin û mezinkirina zarokan li ser bingehên saxlem."