Vîrusa Coronayê bandor li perwerdeya zarokên Xezayê dike

Weke hemû deveran vîrusa coronayê bandor li xwendina zarokên Xezayê jî kir, ji ber wê li ser dijîtalê perwerdeya xwe didomînin.

REFÎF ESLÎM
Xeza-Wekî her welatî bi belavbûna vîrusa Coronêyê re qedexeya çûnûhatinê li Xezayê jî di Tebaxa 2020’an de çêbû. Wezareta Perwerdeyê ya Xezayê jî wekî hemû welatan biryara perwerdeya dîjîtal da. Wezareta perwerdeyê ya Xezayê jî ji bo zarokan dest bi perwerdeya dîjîtal kir lê belê tu planên bingehîn ji bo pergala xwendinê diyar nekir û nebûna saziyên perwerdeyê bû sedema çêbûna valahiyê û dê û bav bi pirsgirêkan re rû bi rû man. Bi taybetî şagirtên bêxçeyê zarokan û yên pola yekemîn û duyemîn ên seratayî pirsgirêkan dijîn. 
 "Ez ê kengî biçim bexçeyê zarokan" 
Muhemed Hesenê zarok bi pirtûka ku ji baxçeyê zarokan girtiye û di destên wî de ye, gav bi gav li malê, li pey dayika xwe diçe û daxwaza vegera dibistanê dike. Dayika Muhemed Hesen, Hîbe diyar dike ku kar û meşxûliyeta wê zêdetir bûye ji ber ku çar zarokên wê yên din jî hene û bi karên malê re meşxûl dibe demê nabîne li ber zarokên xwe ji bilî tîp û hin hejmara tişteke din fêr bike. Hîbe diyar dike ku ev jî bandoreke neyînî li ser xwendinê dike her wiha tunebûna saziyên perwerdeyê zarokan ji gelek agahiyan mehrûm dihêle û dê di pêşerojê de rastî gelek astengiyan werin.
Sumeye Muştehe ya dayika Ehmedê 7 salî jî diyar dike ku kurê wê baxçeyê zarokan qedandiye û fêrî tîp û hejmaran bûye lê rola dibistanê di fêrkirinê de pir girîng e lewre zarok bi hevalên xwe re fêrî ruhê komînal, rêxistin û dîsîplînê dibin ango afrînerî bi wan re çêdibe û bi pêş dikevin.
“Perwerda dijîtal ji bo zarokên dibistana seretayî zore”
Li ser zehmetiyên perwerdeya malê û dîjîtal jî Sumeye wiha dibêje: “Fêrkirina bi rêya dîjîtal ji bo zarokên dibistana seretayî pir zor e, têgihîştina wan zehmet dibe. Ji ber wê jî li gel karê malê, ez alîkariyê ji kurê xwe re dikim û her heyv bi kirîna pêlîstokan hewl didim meraqa wî zêdetir bikim her wiha bi mamosteyê kurê xwe re têkilî datînim lewre di her heyvê de 5 xwendekar xelatan digrin, ev jî meraq û teşwîqa Ehmed zêdetir dike.” 
Ne tenê rewşa perwerdeya zarokan, xizanî jî pirsgirêkan derdixe. Menal Xelîfe jî wiha dibêje: “Dema min ji bo perwerdeya keça derfetan diafirand, piştî çend caran telefona min têk çû her wiha eşq û meraqa keça min ji ber vê rewşê ji xwendinê re nema. Ew niha lomeyan ji min dike.”
Menalê bang li Wezereta Perwerdeyê kir ku amûrên elektronîk ji malbatên ku nikarin bikirin re peyda bikin. 
“Perwerda li malê barê dayikan zêde kiriye”
Li ser vê mijarê pisporê perwerdeyê Remedan Bereke jî diyar dike ku ahenga civakî kêm e ev yek digihîje malbatan jî û diyar dike ku nebûna saziyên perwerdeyê rewşê girantir û zortir dike. Bereke bal kişand ku ji ber rola dayikê di pêkanîna pêdiviyên malbatê de zêde ye, barê perwerdeya li malê jî barê dayikan zêdetir kiriye loma jî pirsgirêk zêde bûne. Bereke got ku hin dayik hene xwendinê jî nizanin, ji bo vê yekê jî gelek astengiyan dikşînin.
Pisporê perwerdeyê Remedan Bereke wiha dibêje: “Hin malbatê li Xezayê ji bo zarokên xwe mamosteyê taybet digirin ku fêrî zarokên wan bikin, ev jî bi demê re barê malbatê girantir dike. Xwendekarên qonaxên din jî materyalan dikirin ji bo dîsa li sala xwe venegerin. Ji bo vê jî xwendina li ser pergala dîjîtal, baş nade fêrkirin û pirsgirêkan di perwerdeyê de derdixe. 
Remedan Bereke herî dawî destnîşan kir ku nebûna planeke lezgîn a ji bo çareserkirina vê qeyranê, bi taybetî di perwerdeya qonaxên seratayî de dê bi demê re bibe sedema aloziyeke civakî. Ji ber ku guhertina materyalan zehmet e bi biryarên siyasî ve girêdayî ye. Ji bo vê yekê divê pisporên perwerdeyê çareseriyek ji van pirsgirêkan re bibînin ji ber ku nifşek dê ji ber vê rewşê, ji mafên perwerdeyê bêpar bimîne.