‘Vegera bi ewle parastina pêşeroja nifşekê ye’
Bi nêzîkbûna destpêka sala xwendinê re, şagirt û malbatên koçber dibêjin ku berdewamkirina jiyana li kampê paşeroja zarokan dike ber metirsiyê û daxwaza vegereke bi ewle dikin.
RONÎDA HACÎ
Hesekê – Di 9’ê Cotmeha 2019’an de, dewleta Tirk a dagirker êrîşî Serêkaniyê û Gir Spî kir. Di encama êrîşê de, nêzî 7 hezar zarokên di temenê xwendinê de ji ber şertên koçberiyê û zehmetiyên gihiştina perwerdehiyê re rûbirû man. Her wiha 260 dibistan ji xizmeta perwerdehê derketin.
Destpêka pêvajoya vegera malbatên koçber
Ev rewş bandoreke rasterast li ser mafê perwerdehiyê yê hezaran zarokan kir û şagirt neçar man ku di şert û mercên dijwar ên kamp û navendên koçberiyê de xwendina xwe bidomînin. Bi nêzîkbûna vekirina dibistanan re, malbatên Kampa Serêkaniyê li bajarê Hesekê daxwaza bilezkirina vegera xwe ya bi ewle dikin. Ji ber ku heft salên koçberiyê bandoreke mezin li ser jiyana zarokan û bi taybetî li ser mafê wan ê perwerdehiyê kiriye. Xwendekar jî daxwaza vegerê bo dibistan û jiyana xwezayî ya xwe dikin. Di 10’ê Tebaxa 2026’an de, yekem konvoya vegera koçberên Serêkaniyê ber bi bajarê xwe ve çû. Ev konvoy, piştî nêzî heft salan koçberiyê, destpêka pêvajoya vegera malbatên koçber bû. Lê vegera konvoya yekem bê pirsgirêk derbas nebû. Piştî gihîştina Serêkaniyê, hin kesên vedigeriyan, rastî êrîşan hatin û hin wesayîtên girêdayî konvoyê jî zirar dîtin. Ev rewş bû sedema zêdebûna fikarên malbatên li kampê û daxwaza wan ji bo mîsogerkirina ewlehiya vegerê.
Vegera bi ewle ya ji bo parastina nifşekê
Ji bo her malbateke Serêkaniyê, veger tenê derketina ji kampê nîne; ew gaveke bingehîn e ji bo vegerandina jiyana zarokan û paşeroja wan a li perwerdê. Vekirina deriyên dibistanan bi tenê nikare paşeroja zarokan biparêze, heya ku vegereke ewle û aram ji bo wan neyê dabînkirin û zarok nekarin di hawîrdoreke aram de xwendina xwe bidomînin.
‘Ez dixwazim vegerim dibistana xwe’
Şagirta bi navê Senaa Muhammed Îbrahîm ku di pola şeşan de dixwîne, derbarê daxwaza xwe ya vegerê de got ku dixwaze vegere dibistana xwe û xwendina xwe bidomîne, da ku salên jiyana wê bê xwendin derbas nebin û wiha domand:“Min gelek bêriya dibistana xwe kiriye û dixwazim bi zimanê xwe yê dayîkê bixwînim û em vegerin jiyana xwe ya xwezayî.”
Koçberiyê bandor li paşeroja xwendekaran kiriye
Delal Mihemed a ji Serêkaniyê, got ku jiyana li kampê û şertên koçberiyê bandoreke neyînî li ser perwerda zarokan kiriye û wiha domand:“Zehmetiyên ku em di kampê de dijîn, paşeroja me dikin metirsiyê. Em dixwazin bi awayekî bi ewle vegerin warê xwe.”
Delal Mihemed her wiha bal kişand ser girîngiya xwendina bi zimanê dayîkê û got ku bi nêzîkbûna vekirina dibistanan, divê vegera koçberan bê lez kirin, da ku nifşek ji bandorên dirêj ên koçberiyê bê parastin û derfetên perwerdê bên pêşxistin.
‘Em dixwazin vegerin gundê xwe û dibistanên xwe’
Etab Elî jî daxwaza vegerê bo gundê xwe Rîhaniyê kir. Etab diyar kir ku paşeroja zarokan divê di kampê de winda nebe. Etab daxwaza dabînkirina dibistanan, alîkariyan û vegera zarokan bo mal û gundê xwe kir. Ew her wiha destnîşan kir ku gundê wan hatiye wêrankirin û zarok hewceyê vegerê bo jiyana xwezayî û domandina xwendina xwe ne.
‘Koçberî bandorek neyînî li ser derûnî û perwerda zarokan kiriye’
Di heman demê de koçbera bi navê Qemer Îbrahîm Ebdû, behsa şertên dijwar ên jiyana koçberiyê kir û got ku zarokên wan ji heft salan ve ji perwerdehiyê û jiyana aram bêpar mane. Qemer derbarê şertên jiyana li kampê û berdewamkirina koçberiyê de wiha got:“Alîkariyên ku ji bo koçberan dihatin dayîn jî hatine qutkirin û şertên jiyanê di kampê de her roj dijwartir dibin. Gund û malên me hatine wêrankirin û em dixwazin vegerin bajarê xwe û malên xwe ji nû ve ava bikin.”
Qemer bal kişand ser bandora dirêjkirina koçberiyê li ser derûn û perwerdehiya zarokan û got ku hin zarok, ji ber şertên dijwar ên jiyanê, li şûna ku biçin dibistanê, li kolanan dixebitin û tiştan difroşin. Wê bang li rêxistin û aliyên berpirsyar kir ku berpirsyariya xwe li hember koçberan bi cih bînin û ji bo vegera wan şertên bi ewle û guncaw pêk bînin.