Tevlibûna jinan a zabiteyên şaredariyê maf û pêwîstiyek e

Endama zabiteyên şaredariyê Xedîr El-Îbrahîm di Nîsana 2021’ê de tevlî karê zabiteyê bû. Bi revlibûnê re têkiliyên bi gel re baştir bûn. Piştî ku şaredariya bajar di havîna 2016’an de hat vekirin Xedîr bû yekem keça ku di beşa zabiteyan de kar dike.

SÎLVA EL-ÎBRAHÎM
Minbic - Gelek kar û pîşe ji bo jinan qedexe ne, ji ber ku di ramana civakê de rola jinan hatiye diyarkirin, gelek karên ku jin dixwazin bikin rastî bertek û redkirina civakê tên. Tevî bertek û nêrîna civakê jî li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê her roja diçe jin cihê xwe di karûbarên derve de digrin û tevli jiyana xebatê dibin. Şaredariya Gel a bajarê Minbicê di Cotmeha 2016’an de piştî çend mehan ji rizgarkirina bajarê Minbicê hat avakirin. Bi destpêkirina xebatê re, rêveberiya zabitayên şaredariyê hat aktîfkirin û hemû endamên wê zilam bûn, ji ber vê yekê Xedîr El-Îbrahîm ji aliyê derdora wê ve hat rexnekirin. 
“Dema ku jin ji xwe bawer bin dikarin di her karî de biserkevin”
Xedîr El-Îbrahîm li ser pêvajoyên despêkê dema nû dest bi vî karî kirî dibêje; "Ez bi redkirina derdora xwe re rû bi rû bûm lê bi biryar bûm ku berdewam bikim, dema ku jin ji xwe bawer bin dikarin di her karî de bixebitin." Li ser sedama redkirina civakê ya xebata jinan di zabetiya şaredariyê de jî Xedîr got: "Cewherê karê şaredariyê ew e ku li gorî giliyan binpêkirinan tomar bike. Ger neke dê gelek gotin werin gotin û razîbûna gel pir zehmet bibe. Ji ber ku ew ji esas de qebûl nakin, em vê yekê jî zêde dikin ku jin bi wan re nîqaş dikin û redkirin girantir dibe. Civak red dike ku jin bi biyaniyan re nîqaş bikin." Rexneyên tûj nikaribûn moralê wê bişkînin, ji ber vê yekê wê xebata xwe domand û destnîşan kir ku civak her tiştê jin dikin rexne dike û wiha got: "Ji ber ku ez bi tişta dikim bawer im ferq nake ku yên din li ser karê min çi difikirin. Malbata min, tevî ku her kesê got karê min ne layiqî jinan e jî nebû asteng ji min re."
"Em hewl didin hejmara zabiteyên jin zêde bikin"
 Tiştê ku karê endamên zabiteyên şaredariyê ji hev cuda dike ew e ku bi rehetî bi jinên ku gilî li wan tên kirin re mijûl dibin li ser vê yekê jî wiha dibêje: "Em weke endamên polîs bi giranî bi jinan re mijûl dibin. Li ku derê binpêkirinek ji aliyê jinan ve were dîtin, çi hişyarî be, çi gilî li ser wan hatiye kirin em diçin û bi wan re nîqaş dikin.Hejmara endamên jin ên hêzên polîs ên şaredariyê hê hindik e, ji ber vê yekê şaredarî hewl dide hejmareke zêde ji wan bikişîne. Di dema pêş de em hewl didin hebûna jinan di nava hêzên polîs de zêdetir bikin û ofîseke taybet ji bo pêkhateya jin vekin û ev yek ji planên me yên pêşerojê ye ku em ê li ser kar bikin."
"Piştî ku jin bûn zabite, pirsgirêkên ku di têkiliyê de derketibûn holê kêm bûn"
Der barê sedema pêwîstiya şaredariyê di warê pêkhateyên jin de, endama şaredariyê Dîcle Şêxan got: "Dema ku zabiteya şaredariya jinan vebû, endamên wê yên mêr di danûstendina gel de bi teybetî bi jinan re rastî zehmetiyan hatin, ev yek ji ber sedema pêwîstiya me ya tevlibûnê ye. Piştî ku jin di vî warî de xebitîn, pirsgirêkên ku di têkiliya bi jinan re derketin holê kêm bûn û xebat baştir bûn, piştî ku em tevli bûn me bi jinan re li ser binpêkirin û hişyariyan dest bi nîqaşan kir. Ketina me li gorî berê di asta pêşketina xebatê de cudahiyek mezin nîşan da."
Dîcle Şêxan di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser kêmasiya qebûlkirina xebata jinan a di şaredariyê de û wiha bi dawî kir: "Piraniya mirovan karê me qebûl nakin lê em bêyî ku bala xwe bidin nêrînên neyînî xebata xwe didomînin."