Tevî helwestan jî dest ji girtina masiyan berneda

Fatîma Karsht ku destpêkê ji bo xwe baş hîs bike dest bi girtina masiyan kiribû û niha ji bo debara xwe vê karê dike diyarkir ku li dijî cihêkariya ku rastî dihat tû caran dest ji vî karî neberdaye û got: “Bi demê re min ji hemû kesan teqdîr dît.”

FADIA JUMAA

Lubnan – Fatîma Karsht ku li bajarokê Kana Al-Celil ya herêma Tire ku li Başûrê Lubnanê, li gel hevjînê xwe çend salan di karên lênêrîna sebze, amadekirina xercê û çêkirina sabonan de di xebitin. Fatîma Karsht a xwedî 5 zarokan ku weke hobi dest bi girtina masiyan kir, niha ji bo debara malbata xwe, karê masîgiriyê didomîne.

‘Weke hobi ez fêrî girtina masî girtinê bûm’

Fatîma Karsht diyar kir ku salên dirêj di depresyonê de bû û bi girtina masiyan baş bûbû û wiha behsa destpêkirina xwe ya karê masîgirtinê kir: “Di destpêka sala 2000’an de bi qamişan min weke hobi dest bi girtina masiyan kir. Derya bawerî û aramî dida min. Rojekê min ji hevjînê xwe xwest ku şewkek a girêdayî şaredariyê çêbike. Piştre ez hînî masî girtinê bûm. Ji hobiya ku ez weke rasthatinek fêrbûm min keyfek mezin girt, dema ku min masî digirt ez keyfxweş dibûm û ev jî wisan kir ku ez şewka xwe bi şewekek hê baştir biguherim.”  

 ‘Min guh neda gotinên mêran’

Fatîma Karsht da zanîn ku weke jinekê di dema ku masî digirt de ji aliyê derdor û kesên nêzî xwe ve rastî cihêkariyê hatiye û got: “Hevjînê min jî ji cihêkariyê bandor bû. Ji ber weke jin ez bi tenê bûm bi vê hobiye re mijul dibûm. Min guh neda derdor û mêrên ku di nava civakê de. Li beramberî hemû rexneyan bi îradeyek bi hêz ez li beramber rawestiyam. Li peravê Corniche ya Başûrê bajarê Tire destpêkê kurê min û piştre jî hevjînê min û zarokên min ên din dema ku min masî digirtin bi min re dibûn alîkar, heta ku mirov fêrbûn dema ku min masî digrit li min temaşe dikirin. Êdî li beravê bûm parçeyek yê jiyana rojane.”

‘Bi demê re piştgirî hatin’

Fatîma Karsht destnîşan kir ku li beramberî rexneyan hertim bersîva ku masîgirtin ne şerm û ne qedexe ye dida û got: “Êdî ez rastî rexneyên kesê nehat im. Bi demê re min ji hemû kesan teqdîr û piştgirî dît. Di navbera jin û mêr de tu cudahî nîne û ez cihêkariyê red dikim. Ji ber em jin xwedî kêrhatiya ku hemû karî bikine.”

Fatima Karsht bi bîrxist ku guh nade gotinên nerênî û girtina masiyan berdewam dike û got: “Bi vê nêzîkatiya xwe ez ji bo hemû jinan bûm mînaka cesaretê. Ez dixwazim ku jin bi biryardarî û bawer bikevin rê, çi dibe bila bibe bila dest ji hobiyên xwe bernedin, tu pîşe û hobiyek di tekelê kesê de nîne.”