Platforma Çalakiyên Hevbeş wê di 8'ê Adarê de bicive

Platforma Çalakiyên Hevbeş a Rêxistinên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo amadekirina bernameya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê wê bicive.

Leyla Mihemed

Qamişlo – Platforma Çalakiyên Hevbeş a Rêxistinên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo rojên girîng û çalakiyên li dijî êrîşên li ser jinan hatin avakirin. Endama Koordînasyona Meclisa Jinên Sûriyeyê Jiyan Hisên têkildarî qonaxa avakirina platformê axivî û got, “Me di 16’ê Kanûna 2021’an de civîna lijneya giştî li dar xist. Di vê civînê de pêşniyara avakirina Platforma Çalakiyên Hevbeş hat kirin. Piştre me civîn li dar xist û me pêşniyar pêşkêşî tevger û rêxistinên jinan ên herêmê kir. Bi avakirina platformê re me civîna xwe ya ewil di Sibata 2022’an de pêk anî.”

Jin bi platformê di bin banekî de bûn yek

Jiyan Hisên da zanîn ku pêşxistina çalakiyên jinan di bin banekê de yekîtî û hêzê derdixe holê û got, “Di rewşeke wiha de wê hemû parçebûn ji holê rabin. Em dikarin bi rêya platformê sînorekê ji tundiya li ser jinê re derxînin. Em dikarin hevgirtina jinan li Sûriyê, Rojhilata Navîn û cîhanê giştî bikin. 19 tevger û rêxistinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî bernameya hevpar dibin. Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di avakirina vê platformê de pêşengtî kir. Rêxistina Kongra Star, Civaka Jin a Zenûbiya, Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Yekîtiya Jinên Sûriyê, Buroya Jin a Partiya Demokratîk, Buroya Jin a Partiya Sûriyeya Pêşerojê, Buroya Jinan a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk, Saziya Jina Azad, Buroya Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk , Navenda Parastin û Lêkolîna Mafên Jinan yek ji saziyên ku beşdarî Platforma Çalakiyên Hevbeş dibe.”

Lêkolîn dê bêtir berfireh bibin

Jiyan Hisên anî ziman ku Platforma Çalakiyên Hevbeş hemû tevger û rêxistinên jinan li hev dicivîne û got, “Yekitiyeke xurt dihêle ku gelek çalakî bên lidarxistin. Weke endam ji bo pêkanîna planên çalakiya hevpar me nîqaş kir. Çalakiyên me bi giştî serkeftî ne. Em ê xebatên xwe hîn zêdetir berfireh bikin. Em ê pêşvebirina platformê bidomînin. Her wiha em ê projeya xwe ya li herêmê hîn xurtir bikin da ku ji hemû jinên Sûriyeyê re bibe mînak û bigihêje Rojhilata Navîn û cîhanê.”

Jin wê ji bo plansaziya 8’ê Adarê li hev bicivin

Jiyan Hisên anî ziman ku 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê nêzîk bûye û got: “Bi vê boneyê ew ê bi jinan re civîn û civînan lidar bixin. Em ê plansaziya xwe ya 8’ê Adarê derxînin. Ji bo bidestxistina mafên xwe yên avakirina jiyana azad û demokratîk em ê têkoşîna xwe bidomînin.”