Temenê jinan li pêş fêrbûnê nabe asteng

Gava ku pirs der barê temen de be hin jin di bersivê de dudil dibin. Piştî temenê çilî, jin naxwazin temenê xwe eşkere bikin. Ev yek jî ji ber guherînên bedenî û derûnî yên ku jin pê re rû bi rû dimînin pêk tê.

HENAN HARIT
Mexrib – Di serdema heyî de, temen êdî ji gelek jinan re nabe asteng û ew dikarin dest bi projeyên nû bikin. Fewziya Boelkîk, jinek Mexribî ya 47 salî ye, di çilsaliya xwe de gelek tiştên girîng pêk anîne. Ew fêrî siwarî û avjîniyê bûye, derbasî ser sehneyê bû her wiha fêrî zimanê Îngilêzî jî bû. Ew niha hewl dide xwe fêrî hunera nivîsê ya Mexribî bike..
Fewziya Boelkîk temenê çil salî derbas kir lê vê yekê nikaribû wê ji xebatê dûr bixe. Ew dibêje ku temen li pêşiya fêrbûnê ne asteng e, heya ku jin sax bin dikarin fêr bibin. Fewziya dibêje; “Dema ku ez gihîştim temenê çilî û piştî ku zarokên min mezin bûn êdî ez fêrî gelek tiştan bûm. Ji zarokatiya min ve xwesteka min bû ku ez fêrî siwarî û avjeniyê bibim lê ji ber kêmderfetiyan ez nikaribûm fêr bibim. Min ev yek pêk neanîn heya ku temenê min gihîşt çilî her wiha ez fêrî zimanê Îngilêzî jî bûm û dixwazim zimanê Almanî jî fêr bibim. A niha jî hewl didim hunera nivîsê ya Mexribê fêr bibim. Li gor min xwendin jiyan e.”.
Ger bixwazin dikarin xewn û xeyalên xwe pêk bînin
Fewziya Boelkîk xwedîkirina zarokan li pêş daxwazên jinan asteng nabîne û dibêje ku ger ku jin bixwazin xewn û xwestekên xwe pêk bînin dê dema xwe birêxistin bikin û bi hemû rola xwe rabin. Ji bo pêkanîna xewn û hêviyan dereng nîn e..
Fewziya Boelkîk bi tebloya xwe ya yekemîn ku bi xêza EL-Micewher nivîsî ye beşdarî pêşengeha xêza Erebî dibe ku çalakiyên pêşangehê heya 18 ê Gulanê di bin dirûşma" Hemzet Wesil" de didomîne. Di wir de gelek xêzkar ji jin û mêran ji tevahî bajarên Ereb kom dibin.
Fawziya Boelkîk, hunermenda şanoyê û lîstikvana sînemayê ye, der barê tecrubeya xwe de dibêje; “Ez niha tecrubeyeke nû fêr dibim ew jî xêza Mexribî ye, beriya çend rojan bi tabloyeke ku sûretê moriyê bi xêza destan hatiye nivîsandin ez beşdar bûm, min di wir de li ser xêza EL-Micewher itîmad kir. Ew tablo di pêşangeha ku Wezareta Çandê ya Mexribî bi boneya meha çandî organîze kiribû hat pêşkêşkirin.”.
Hînbûna xêza Mexribê girîng e
Der barê veguherîna wê ji lîstikvaniyê û pisporiya li ser kalîgrafiya Mexribê di vê qonaxa jiyana xwe de dibêje; "Ew bi qasî ku di jiyanê de fêrbûna tiştek nû ye, ne veguherîn e… Ez ê ji lîstikvaniyê venekişim lê min derfetek da xwe ji bo ku fêrî hunerek nû bibim ku ew jî hunerê  .Pûtedayîn û girîngdayîna min a xêzê ne ji îro ve ye, ew tişteke ku ji mêj ve ye. Rojekê dema ku ez li ser hezkirina xwe ya ji fêrbûna xêza Mexribî re ji hevalan xwe re diaxivîm wê di cî de ji min re got ku ez difikirim li yek ji navendên bajarê Wejde yên pispor navê xwe tomar bikim, li ser vê bingehê min zû navê xwe tomar kir. Ez dizanim ku gel çawa ji dengê xweş hez dike bêguman ew ji xêza xweşik jî hez dikin ji ber ku deng ji guh re xweş e, xêz jî ji çav re.”.
Der barê hilbijartina wê ji xêza EL-Micewher de wiha dibêje; “Her kesê ku dixwaze fêrî xêza Mexribê bibe bêguman divê ku di gelek pêvajoyan de derbas bibe. Jixwe pêdivî heye ku ew bi fêrbûna kalîfraya sadebûyî dest pê bike û piştî wê fêrî xêza Micewher dibe, bi vî rengê ew hêdî hêdî derbasî xêzên dîtir dibe ji ber ku her xêz demekê dixwaze heya ku mirov fêr bibe.” Fewziya dibêje ku ew di demeke kin de fêrî du xêzan bûye ji ber ku ew bêtirî şeş seatan dema xwe jê re vediqetîne.
Der barê zehmetiyên ku Fewziya di dema xwendina xwe ya xêza Mexribî de dibêje; "Ew zehmetî rastî her kesê ku nû dest bi kar dike tê, xêza Mexribî zanist û huner e, pêkanîna wê jî ked û xwendinê dixwaze.”.
Fewziya di karê xwe de girîngî dide mijarên nivîsandina ayetên Quranê, hedîs û helbestan
û dibêje; “Xêza Mexribî cihek wê ya girîng heye, ew hunereke xweş û bedew e, hêvî dikim ku ev huner di materyalên xwendinê de fêrî zarokan were kirin.”.
Piştî temenê çilî gelek jin diguherin lê Fewziya Boelkîk heta niha baş li xwe nihêriye, ew dibêje; “Em her kes dizanin dema ku jin digihîjin temenê çilî ji vê qonaxê bi tirs e. Temenê  piştî çil salî dibe yek ji pêvajoyên ku jin hewce ye girîngiyê bide xwe û tenduristiye xwe, rewşa ku jin piştî çilsaliya xwe dijîn dikare bi berhemdarî bibe pêvajoya temen a xweş û bi aram.”