Têkoşîna jiyanê ya dayîkekê: Di navbera koçberî, birçîbûn û nexweşiyê de
Nîhad Ebû Selah a ku di şerê Xezayê de hevjînê xwe winda kiriye, di nava şertên giran de bi tena serê xwe têdikoşe da ku pêdiviyên bingehîn û jiyaneke bi ewle ji zarokên xwe re peyda bike.
NEXEM KERACÊ
Filistîn – Bi hezaran malbatên Filistînî li Zivîla Xezayê di şert û mercên dermirovî yên dijwar de dijîn. Encamên koçberiyê û windakirina debara wan, xwe bi kêmbûna xwarinê, xirabûna xizmetên tenduristiyê û nebûna ewlehiyê her diçe zêdetir nîşan didin. Dema ku dayîk hewl didin zarokên xwe ji xeterên şer biparêzin, pêdiviyên rojane yên herî bingehîn, xwarin, av û derman dibin şerekî nû ji bo jiyanê.
Nîhad Ebû Selah a 32 salî bi çar zarokên xwe re tenê li riyek digeriya ku ji mirinê bireve. Lê reva wê ji bakurê Xezayê bi cenazeyên hezkiriyên wê bi encam bû. Hevjînê wê û çend endamên malbata wê dema ku ji veşartina cenazeyên xizmên xwe vedigeriyan, li ber çavên wê hatin kuştin. Di heman demê de hêzên Îsraîlê herêm dorpêç kirin û gule li kesên koçber reşandin. Ji ber ku ji bilî revê vebijarkek din tunebû, Nîhad di kêliyekê de neçar dimîne ku zarokên xwe hilde û li ser cenazeyan re derbasê cihekî ewle bibe.

Travmaya li pey mirina bav
Nîhad Ebû Selah bi zarokên xwe re reviya lê tiştên ku wê li pey xwe hiştin domiyan. Wêneyê bavê wan ê li erdê dirêjkirî di bîranînên çar zarokan de ma. Di heman demê de dayîka wan bi tena serê xwe barê parastina wan hilgirt. Nîhad wiha dibêje: "Zarokên min bavê xwe li erdê dirêjkirî dîtin û min nikaribû wan ji wê dîmenê biparêzim. Piştî ku em çûn jî tirs bi wan re ma û wan êdî xwe di ewlehiyê de hîs nedikir."
Berpirsyariya çar zarokan li ser milên wê ma
Koçkirina ber bi başûr ve hewldanek bû ji bo rizgarkirina tiştê ku ji malbatê mabû lê wê êşa wan bi dawî nekir. Nîhad Ebû Selah bi tena serê xwe berpirsiyara çar zarokan bû, xwarin, av, dermankirin û parastinê di şert û mercên tunebûnê de ji wan re peyda dikir. Nîhad wiha dibêje: "Dahata min tune ye ku ez xwe bispêrimê. Carna nizanim ez ê çawa xwarina wan a danek din ji wan re peyda bikim."
Zehmetî gihîştiye astekewisa ku Nîhad Ebû Selah neçar maye telefona xwe bifroşe da ku ard bikire. Nîhad wiha dibêje: "Min telefona xwe firot da ku ard ji bo zarokên xwe bikirim. Pereyê min tunebû, neçar mam telefona xwe bifroşim."
Nexweşî êşa malbatê zêde dike
Di nav van şert û mercan de, kurê Nîhad Ebû Selah ê 12 salî, Mihemed bi krîzeke tenduristiyê re rûbirû ye ev yek jî rewşa malbatê xirabtir dike. Nîhad dibêje ku nexweşiya dil pê re çêbûye û tenduristiya wî xirabtir dibe. Gihîştina dermankirin û şopandina bijîşkî ji ber şer û kêmbûna xizmetên tenduristiyê, ji bilî nekarîna wê ya dermankirinê di qada taybet de, sînordar bûye.
Nîhad Ebû Selah da zanîn ku Mihemed hewceyê dermankirinê ye û tenduristiya wî xirabtir dibe û got: “Lê ez nikarim tiştên ku ew hewce dike ji qada taybet bikirim. Min ew bir klînîkan lê ez êdî nikarim lênêrîna ku ew hewce dike peyda bikim. Tiştê ku herî zêde min diêşîne ev e ku ez dizanim zarokê min nexweş e û pere tune ye wî xilas bikim."
Nîhad Ebû Selah destnîşan kir ku ji bo xwarinê bi saetan di rêzeke dirêj de dimînin got ku ev êdî bûye jiyana wan a rojane.
Binpêkirina berdewam a tundiya sivîl
Nîhad Ebû Selah behsa binpêkirinên ku li dijî sivîlan tên kirin dike û wiha bi dawî dike: "Li bakur, ez ditirsiyam ku ew ê me bikujin û li başûr ez ditirsiyam ku zarokên min ji nexweşî û birçîbûnê bimrin. Cih guherî lê tirs ma. Her cara ku ez difikirim em reviyane, ez xwe bi dorpêçeke nû re rûbirû dibînim. Xewna min îro tene ew e ku kurê min Mihemed baş bibe, zarokên min weke berê bê tirs bijîn û ez ji wan re cihekî ewle bibînim wan lê bi cih bikim."