Tehrîr El-Şam bi hincetên cuda zextên li ser jinên Idlibê zêde dike

Ewlekarî û tîmên çavdêriyê yên girêdayî Tehrîr El- Şam bihaneyên cuda yên weke parastina exlaq, hûcab, xemilandin, tevlibûna nava civakê ji bo jinên Idlibê asteng dikin.

HADEEL AL-OMAR

Idlib –Tehrîr El-Şam ji rêxistinên herî tundrew e, zextê li jinên Idlibê û bi taybetî jinên karmend dike, hûrguliyên jiyana wan ên herî biçûk kontrol dike.

Ji ber zextan neçar dimîne ji kar derkeve

Duaa El-Subhî ya 28 salî ji serê sala 2023’yan ve penabera li kampên bajarokê Atma bakûrî Idlibê bi cih bûye. Zorê li kirin ku karê xwe di dikana firotina cil û bergan de berde piştî gef li xwediyê dikanê xwar in gotin ku dest ji kar bernede wê dikanê bigirin.

Duaa El-Subhî behsa zextê Tehrîr El-Şam dike û wiha dibêje: “Bi carekî ve dewriyeyên El-Hisbe ya girêdayî Tehrîr El-Şam bi ser min de hatin, bi gotinên nebaş li ser min de qîriyan. Ji ber ku ez cilên mêr û jinan difroşim, li gorî zagonên wan ev sûc e. Her wiha wan gef li xwediyê dikanê jî xwarin gotin ku ger ez kar berdewam bikim ew ê dikanê bigrin û tiştên tê de bibin lewma xwediyê dikanê neçar ma min ji kar derxe. Ez niha bêkar im û li benda alîkariya xwarinên ku rêxistinên mirovan carna belav dikin mame. Piştî ku bavê zarokan sala borî bi vîrusa koronayê mir, gelek caran xelk xêran li min û zarokên min belav dike.”

‘Kiryarê wan mîna yên DAIŞ’ê ne’

Jin û çalakvanên li Idlibê ku ji ajansa me re axivîn gotin ku Tehrîr El-Şam bi riya ewlekariya xwe hemû kêliyên jiyana wan kontrol dike û kiryarên wan weke yên DAIŞ’ê bi nav kirin.

Jinên Idlibê diyar kirin ku rewşa jinan li parêzgeha Idlibê, bi kiryar û zextan dorpêçkirî ye, jinan sînordar dikin, ne dikarin kar bikin, ne jî ji malê derkevin.

Ji ber ku li bazarê tenê digere hat binçavkirin

Rewşa Aya Xerîb a 32 salî, ji niştecihên bajarê Idlibê nebaştir e. Dema ku ew li bazara bajêr bû rastî dewriyeya jinan a girêdayî El-Hesbê hatibû. Wan ew sûcdarkirin ji ber ku bi tenê bê mehrem li bazarê bû. Aya Xerîb zexta ku li ser hatiye kirin bi van gotinan tîne ziman: “Piştî şerê bi gotinan di navbera min û jinên El-Hesbê de rûda ez du saetan hatim binçavkirin, gotinên bê exlaq ji min re gotin û min bi sûcên vala sûcdar kirin. Dema min bersiva xwe da hatim binçavkirin. Di dema girtinê de ez rastî gelek zextên derûnî û bedenî hatim, piştre îmze bi min dan avêtin ku careke din gotinan ji wan re nebêjim û dûre hatim berdan.”

‘Tiştên ku li Idlibê rû didin li dijî hemû zagonan in’

Rewan El-Reya, mafnasek e li bajarê Idlibê dijî, dibêje ku tiştên li ser azadiya jinan a şexsî tên kirin destdirêjiyek diyar e. Divê sînorek ji van kiryaran re bê dayîn ji ber ku bûye cihê tirs û xembariya jinan û bi taybetî jinên karmend û yên bi tenê malbatên xwe xwedî dikin. Divê ku rêbazên zagonî yên heyî bên bikaranîn û wiha gotinên xwe didomîne: “Tişta ku li dijî mafên jinan li Idlibê dibe, li dijî hemû zagon û şerîetan e. Ew tenê rêbazeke astengdariyê ye ji bo siyaseta xwe pêk bînin, qurbaniyên yekem û dawî jin in. Loma zext bi hemû rêbazên heyî tên  kirin. Bi nerazîbûnan û li dadgehan, hişyarkirina civakî û ya jinan bi girîngiya danûstandinê bi her aliyekî re ku dixwaze qeyd û siyasetên xwe li ser wan û jiyana wan ferz bike. Di 14’ê Kanûna 2022’yan de Tehrîr El-Şam biryarek derxist ku hemû kiryarên girêdayî bawernameyên derçûyên zanîngehan bên rakirin weke erêkirina bawernameyan û rêdana ji bo dest bi kar bikin. Wisa bi dehan xwendekar nikaribûn vegerin bajar û bajarokên xwe.”

‘Ji ber zexta çeteyan ez nikarim vegerim Idlibê’

Rîhan Birês a 29 salî ji niştecihên bajarê Miaret El-Nûman başûrî Idlibê ye xwendina xwe di beşa bijîşkiya diranan de li zanîngeha Hemayê temam kiriye lê nikaribûye malbata xwe bibîne û vegere Idlibê. Ji ber ku riya vegerê li herêmên bin kontrola Tehrîr El-Şam de ye. Ger vegere dê xewn û hêviyên wê di karê bijîşkiyê de winda bibin ji ber ku ew nahêlin derçûyên sazî û zanîngehên hikumeta Şamê di herêmên wan de kar bikin.

Rîhan Birês jî wiha behsa xwe dike: “Ger ez vegerim ba malbata xwe ez ê pêşeroja xwe û keda xwe ya 5 salan ji dest bidim. Piştî ewqas salan heya çûm zanîngehê bavê min mesrefek zêde li min kir, ez ne dikarim li nexweşxaneyan ne jî li saziyên bijîşkî li Idlibê kar bikim ji ber ku ew hemû girêdayî rêveberiya tendirustiya Tehrîr El-Şam in.”

 ‘Li bajarekî cuda dûrî civaka xwe dijî’

Sara Heblûs a 28 salî, mamosteya zimanî Îngîlîzî ye ji xelkê bajarê Sermed e û li bakurî Idlibê ye. Biryara qedexekirina kar li ser hatiye birîn mecbûr maye li malê bimîne û bi ciwanekî li bajarê Helebê re zewicî ye.

Sara Heblûs dibêje ku biryara ji bo wê şokek derûnî mezin daye avakirin, hemû xewnên wê yên ji bo vegera malbatê têk çûn e lewma mecbûr ma li Helebê bimîne û malbateke nû, dûrî xwedî, kesûkar û civaka xwe ava bike.

‘Divê çareseriyek ji xwendekar û derçûyên bajarên Idlibê re bê dîtin’

Serpereşta perwerdeyê Suzan El-Hisên ji bajarê Harêm ê rojavayê Idlibê ye û destnîşan dike ku divê çareseriyek ji xwendekar û derçûyên bajarên Idlibê re bê dîtin.

Suzan El-Hisên axaftina bi wan gotina diqedîne:“Nabe ew xwendekar ji malbat û bajarên xwe bên dûrxistin di encama biryara qedexekirina kar de bi pîşeyên xwe ku gelek ked û mesref ji bo xwendinê dane. Li pêş hemû astengî, şert û mercên şer sekinîn û bi ser ketin. Divê rê û rêbazên alîkariya wan xwendekar û derçûyan bê dîtin da ku vegerin û jiyana xwe ya pîşeyî bi awayekî normal berdewam bikin.”