”Tecrîda li Îmraliyê berdewamkirina pevçûnên li Rojhilata Navîn e”

Serpereştyara ekîbên zarokan ên Navenda Çand û Hunerê ya Minbicê û gundewarên wê Elîsar Berkel destnîşan kir ku armanca dewletên kapîtalîst û hegemonîk, berdewamkirina pevçûnên li Rojhilata Navîn e ji bo ku li gorî berjewendiyên xwe nexşeyek nû ji herêmê xêz bikin û wiha domand: "Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hewl dide hemû pirsgirêkên li Rojhilata Navîn bi dawî bike, wê jî bi riya projeya neteweya demokratîk a ku pêkhate, bawerî û çandên curbecur dike yek û dike lewre ev yek nakeve bin berjewendiya hêzên serdest.”

 
SÎLVA EL-ÎBRAHÎM
Minbic- Jinên ji bajarê Minbicê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gotin ku dewletên kapîtalîst ji bo berdewamkirina nakokiyên li Rojhilata Navîn dixebitin da ku nexşeyeke nû li herêmê li gorî berjewendiyên xwe xêz bikin, ji ber vê yekê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, xwediyê projeya neteweya demokratîk ku çareseriya hemû pirsgirêkên heyî ye, tê meşandin.
Serpereştyara ekîbên zarokan ên Navenda Çand û Hunerê ya Minbicê û gundewarên wê Elîsar Berkel tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û got: "Em hemû li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan in. Em wek jin vê tecrîdê bi tundî şermezar dikin, gelek jin ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan derketine çalakiyan û dest bi greva birçîbûnê kirine, ji ber ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan asoyên daxwaza azadiya jinan û têkoşîna gihîştina wê vekiriye.”
“Armanca dewletên kapîtalîst berdewamkirina pavçûnên li Rojhilata Navîn e”
Her wiha destnîşan kir ku armanca dewletên kapîtalîst û hegemonîk, berdewamkirina pevçûnên li Rojhilata Navîn e ji bo ku li gorî berjewendiyên xwe nexşeyek nû ji herêmê xêz bikin û wiha domand: "Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hewl dide hemû pirsgirêkên li Rojhilata Navîn bi dawî bike ew jî bi riya projeya neteweya demokratîk a ku pêkhate, bawerî û çandên curbecur dike yek û ev yek nakeve bin berjewendiya hêzên serdest.” 
Der barê dema tecrîdê de, teqez kir ku hevdem ligel krîzên li du hev li herêmê ye û got: "Di deh salên borî de û qonaxa hestiyar ku Rojhilata Navîn tê re derbas dibe hêzên serdest tecrîdeke giran li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ferz kirin da ku fikrên wî negihîjin gel û li ser erdê neyê û ji gelên cîhanê re nebe mînak.” 
Elîsar Berkel bal kişand ser hewldanên hêzên serdest ên ji bo hilweşandina civakan û got: "Armanca welatên serdest ew e ku jin negihîjin azadiya xwe û bi mêran re wekhev nebin, nemaze di asta siyasî de. Hegemonyaya navneteweyî bi dehan salan e hewl dide ramana kapîtalîst di mejiyê hemû pêkhateyên civakê de bi cih bike û tevî van hewldanan jî nikaribû pêşiya berfirehbûna projeya neteweya demokratîk di nava gelan de bigre.”
“Ramanên Ocalan çarseriyê ji bo hemû pekhateyan sûdwer in”
Der barê projeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de jî got: "Şoreşa Rêbertî ji bo doza gelê Kurd bû lê riya xwe guhert da ku hemû pêkhateyan di nava xwe de bihewîne. Ji ber ku ew di wê baweriyê de ye ku heta hemû pêkhate neyên azadkirin azadiya Kurdan pêk nayê. Fikra Rêbertî ji bo gelên herêmê gelek destkeftî bi dest xistine bi taybetî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dema ku di nava têkoşîna azadiya gelê Kurd de bû, pirsa çawaniya derbaskirina aloziyên siyasî û civakî yên li Rojhilata Navîn weke parçeyekî girîng ê têkoşîna xwe nirxand û têkiliya rasterast jî di navbera belavkirina demokrasiyê de li Rojhilata Navîn û pirsgirêka Kurd de dît. Ji ber vê yekê li dijî feraseta neteweperestî û mezhebî ya ku dijminatî di navbera gelên Rojhilata Navîn de afirand derket her wiha têkoşîna biratiya gelan û baweriyan ji bo jiholêrakirina nakokiyên etnîkî û olî, kir yek ji xebatên xwe yên herî girîng. Di van salan de bingeha çareseriya neteweya demokratîk, piştî komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998'an, li balafirgeha paytexta Kenya Naîrobiyê bi komployeke hevpar a navneteweyî hat kirin, ava kir.”
Serpereştyara ekîbên zarokan ên Navenda Çand û Hunerê ya Minbicê û gundewarê wê Elîsar Berkal di dawiya axaftina xwe de got ku ew bi riya stran û pêşandanên şanoyê fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan belav dikin 
“Îradeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelek bilind e nayê şikandin”
Endama Yekitiya Rewşenbîran û Hevseroka Yekitiya Gundiyan a Minbic û gundewarên wê Mûna Zekeriya jî diyar kir ku tecrîda li ser ramanwer û Rêber Abdullah Ocalan bûye sedema giraniya fikrên wî û xebata li ser belavkirina  projeya neteweya demokratîk li Rojhilata Navîn. 
Mûna Zekeriya diyar kir ku tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan, nîşaneya zelal a nêzîkatiya dewleta tirk a kiryarê curbecur îşkence û nebûna mirovahiyê ye û wiha got: “Îradeya Rêber Abdullah Ocalan gelekî bilind e û nayê şikandin.”
Endama Yekitiya Rewşenbîran û Hevseroka Yekitiya Gundiyan a Minbic û gundewarê wê Mûna Zekeriya gotinên xwe wiha bi dawî kir: "Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan divê hemû pêkhate serî li rêxistinên mafên mirovan bidin, ji ber ku ew nûnertiya hemû gelan û pêkhateyan dike.”
"