Talîban ê ku dibistanê li jinan qedexe kir, îmtîhana dawî li dar xist!

Talîbanê ku ev salekê ji xwendevanên keç re perwerdeya navîn qedexe kiriye, di 17’ê Kanûnê de li seranserê welat ezmûna fînalê ya refa 12’emîn li dar xist. Xwedevanên keç ên Afganî, difikirin ku ezmûn lêyistokek nû ya Talîbanê yê dijmanê jinan e.

BAHARÎN LEHÎB

Kabul- Li Afganîstanê piştî ku Talîbanê di 15’ê Tebaxa 2021’an de rêveberiya welat desteser kir desteser kir, dibistanên navîn û amadeyî ji zarokên keç re hatin girtin. Talîbanê, di 17’ê Kanûnê de ji bo xwendevanen pola 12’emîn ya li seranserê welat ezmûna fînalê pêkanî. Xwendekarên keç ku ev zêdeyî salekê perwerde girtina wan tên astengkirin, pêkanînên Talîbanê û nêzîkatiya wan a li hemberî jinan ji ajansa me re nirxandin.

4 xwendekarên keç ên li Kabûl, Celalabad û Bamiyanê dijîn ku ji ber ewlehiyê naxwazin navên wan bên eşkerekirin, pêkanîna dawî yê Talibanê bi gotina “lêyistokek” nirxandin, dan zanîn ku ew ê li ber zextan serî netewînin û perwerdeya li malê û di qursên veşartî de bidomînin.

Daxuyaniya ezmûnê 3 roj berê hat dayîn

Xwendevana li Bamiyanê dijî B.AiY, wiha axivî: "Roja ezmûnê ez hem pir kêfxweş bûm û hem jî pir xemgîn bûm. Ez kêyfxweşbûm, ji ber ku piştî demek dirêj ez ê mamoste û hevalên xwe bibînim. Bêçarebûna min ji ber ezmûnê bû, ji ber ku dema Talîbanê hat ez di pola 11’an de bûm. Sala borî em bêdert û bêezmûn derbasî pola 12’emîn bûn û îsal jî pêkhatina ezmûna fînalê tenê berê sê rojan agahî da me.”

N.A ya li Kabûlê xwendekar e, diyar kir piştî ku dibistana ji wan re hatiye girtin bi tu awayî nikariyê dersan bigre û wiha axivî: “Bi astengkirina çûyina me ya dibistane re, tevî ku ez li malê xebitim jî min tu tiştek fêmnekir, ji ber ku li cem min tu kes tunebû alikariya min bike. Dîsa bi girtina dibistanan re, mamosteyên jin dahatên ku ji bo xwedî kirina malbatên xwe bikartînin windakirin.”

‘Talîban dijminê jinan e’

M.R ya ku piştî demeke dirêj tevlî ezmûnê bû, diyar kir Talîban ne xwedî fikrek ku nirx bide jinan e û wiha got: “Berevajî vê, dijminahiya jinan dike. Raste ku me pola 12’emîn de mezûn bûn, lê di mijara birkarî, kîmya, fizîk, endazyarî û mijarên din de tu zanistê me nîne. Talîban hêvî dike ku sala bê em hemû kesên ji pola 12’emîn mezûn bûne, tevlî ezmûna ketina zanîngehê bibin û bibin doktorên pêşerojê.”

'Ezmûn têne ji bo nişandayîn e, Talîban ji jinên zanîst ditirse'

Ji bajara Celalabadê Q. E anî ziman ku armanca Talîbanê ne ew e ku em xwendekarên keç bi ezmûnan xwendina xwe bidomînin û wiha axivî: “Ji jinên xwedî zanîst ditirsin. Dİ rastiyê de naxwazin em perwerde bibînin. Lê dixwazin bi vê ezmûnê ji cîhanê re peyama 'Binerin em perwerdeya jinan asteng nakin' bidin. Dereng agahiya dayîna dê zarokên keç tevlî ezmûnê bibin ji bo gelek tevlî ezmûne nebin e. Ji ber ku min vê demê înternet karneanî, di wextê vê de agahiya min nebû û min nekarî tevlî ezmûnê bibim. Piştre ez û gelek xwendekarên keç ên heman çarenûs jiyan kir, em çûn û li dijî vê rewşê îtîraz kir, lê bê encam man. Gotin 'hûn nikarî tevlî ezmûnek din bibin, ketin û neketina ezmûnê pirsgirêka we ye.”

'Em ê bêdeng nebin û dev ji mafên xwe bernedin'

Hemû xwendekarên ku me bi wan re hevdîtin pêkanî diyar kirin ku her çiqas Talîban bixwaze jinan ji jiyana civakî, aborî û civakî dûr bixe û perwerdeya wan qedexe bike jî, ew ê li dijî vê yekê derkevin û bêdeng nemînin. Zarokên keç diyar kirin ku ew ê li malê û di qursên veşartî de perwerdehiya xwe bidomînin û gotin, "Em sekna li dijî otoriteriyê û dijminên jinan, ji xwişkên xwe yên Kurd, Îranî û Afganî fêr bûn."

Talîbanê di navbera salên 1990-2001’an de jî perwerdeya navîn qedexe kir

Talîbanê ku di 15’ê Tebaxa 2021’an de di paytext Kabul û piraniya welat de ji nû ve kontrol kir bi dest xist, tevî îdîa dike “edî hatiye guhertin” jî, ji bi destxistina rêveberiya heta niha desteserkirina mafên jinan didomîne. Talîbanê bi desteserkirina kontrola Afganîstanê re, mîna salên 90'î ji bilî hin deveran, çûyina jinan ya kar asteng kir.

Talîbanê wek salên 1996-2001’an ku di rêveberiya Afganîstanê de bû, di sala 2021’an de ji nû ve bi destxistina rêveberiya welat, li gelek eyalatan çûyîna dibistanê ya zarokên keç ya li dibistanên navîn û amedeyî qedexe kir. Di Adara 2021’an de, Wezareta Perwerdehiyê ya Talîbanê ragihand ku 23’ê Adarê roja çarşemê, li seranserê Afganîstanê zarokên keç ên di asta navîn û amadeyî jî di nav de, ji bo hemû xwendekaran dibistan vebibe. Lê roja 23’ê Adarê, di daxuyaniya Wezareta Perwerdehiyê ku di ajansa fermî ya dewletê Bakhtar News de hat weşandin de, hat diyar kirin ku "heta ku li gorî qanûnên îslamî û çanda Afganî planek were amede kirin hemû dibistanên keçan dê girtî bimîne.” Çend roj beriya 17’ê Kanûnê jî hatibû ragihandin ku dê ji bo xwendevanên pola 12’emîn ezmûneke fînal ya dê xwendevanên keç jî bikarbin tevlî bibin bê pêkanîn.Hin xwendevanên keç ji ber ku di demê xwe de ji daxuyaniyê agahdar nebûn tevlî ezmûnê nebûn, yê tevlî ezmûnebûnê jî salek qet perwerde nebûn.