Sûriye dikare ji komunên li Rojava sûdê bigre
Jinên Til Temirê gotin ku Sûriye di dîrokê de ji aliyê hikûmeta navendî ya bihêz ve hatiye dorpêçkirin û bi vî awayî wê nikaribin Sûriyeya rengîn birêve bibin û diyar kirin ku Sûriye dikare ji ezmûna komunan li Rojava sûdê bigre.
SORGUL ŞÊXO
Til Temir – Komunên li Rojava kevirê bingehîn ê ezmûna siyasî û civakî tên hesibandin. Her wiha ew di nava taybetmendiyên herî girîng ên modela Rêveberiya Xweser piştî Şoreşa Sûriyeyê de ne.
Komunên li Rojava ne tenê encûmenên herêmî ne, ceribandineke bêhempa ya di demokrasiya bingehîn in. Hemwextê wê jî amûrek ji bo nû ve rêxistinkirina civakê di bin şert û mercên dijwar de ye.
Endama Komuna Şehîd Ebdilîlah Semîra El-Hesen û Cîgira Hevserokên Meclîsa bajarê Til Temirê ya Kantona Cizîrê li Rojava Madlên El-Ibêd a ku xebatên komunan dişopîne, li ser rol û girîngiya komunan di siberoja Sûriyeyê de nirxandin kir.
Keyayê ku ji hêla dewletê ve dihat erkdarkirin û îradeya taxê binpê dikir çi dikir?
Semîra El-Hesen a ku serdema keyatiya gundan dîtiye di dema Rejîma Baas de ku tax birêve dibirin, wiha behsa rola wan dike: “Rast e wê demê temenê me biçûk bû lê tişta ku çêdibû bala min dikişand. Keyayê taxê hebû lê ji aliyê dewletê ve dihat erkdarkirin. Her çiqas bê tecrube û zanebûn bû jî dewletê dixwest ji bo berjewendiyên xwe wan bide bikaranîn. Keya bi qasî ku xizmeta dewletê dikir ji bo civakê tiştekî erênî nedikir. Her dem kesên Ereb bûn. Bêguman ev jî daxwaza dewletê bû, Kurd her dem bê rol dihatin hiştin.”
Kurd bê nasname dihatin hiştin û pêkhate li dijî hev dihatin sorkirin
Semîra El-Hesen got ku civaka beriya şoreşê bê rola jin û ciwanan bû, wiha dirêjî da gotinên xwe: “Biryarên takekesî di taxê de dihatin girtin, bêyî ku nêrîna jin û ciwanan di ber çavan re derbas bikin. Di vir de siyasetek wisa didan meşandin ku îradeya civakê û zanebûna wê, pûç dikir. Kurd di wê serdemê de bê nasname dihatin hiştin û mafên wan dihat binpêkirin. Li şûna ku hevgirtineke civakî çêbikin, pêkhate li dijî hev dihatin sorkirin û nijadperestiyê kûr dikirin.”
Keya û komun ji xizmeta dewletê derdikevin ber bi xizmeta civakê û jinan ve diçin
Semîra El-Hesen got ku bi Rêveberiya Xweser û avakirina pergala komunan re wiha cudahî çêbûye û wiha bilêv kir: “Komun berevejî keyatiyê ne, komun civakê tînin cem hev û biryarek girêdayî taxê hebe bi nêrîna hemû endamên taxê tê girtin. Lê em ji bîr nekin jî jin di komunê de destpêkê bûn xwedî biryar û îrade. Ya herî girîng xwedîderketina li mafên jinan bû. Komun rê didin ku îradeya zarokek biçûk çêbibe heta bigihîje kesek temen mezin.”
Bingeha Sûriyeya demokratîk komuneke demorkatîk e
Semîra El-Hesen di dawiyê de daxwaza xwe wiha anî ziman: “Ne tenê ez hemû kesên ku di nava komunan de dijîn û xwe birêxistin kirin, dixwazin pergala komunan bihêztir bibe û ji holê neyên rakirin. Ev mijar li ser maseya danûstandinan nayê nîqaşkirin. Pêwîst e ev were nîqaşkirin û komun bimînin. Çimkî bingeha Sûriyeya demokratîk ji avakirina komunek demokratîk tê.”
Komunan 14 salên şoreşê navendîbûn kêm kirin
Madlên El-Ibêd jî got ku 14 sal in pergala komunan li Rojava di nava zehmetiyan de be jî didome, ji ber ew şaneya herî biçûk a rêveberiyê ye tê meşandin û wiha berdewam kir: “Hebûna komunan di nava civakê de gelek erênî ye. Barê civakê di warê xizmetguzariyê de sivik kir, civakbûnê bihêz kir, rêxistina xwe çêkir û komîteyên xwe jî ava kir. Me bi avakirina komunan re navendîbûyînê kêm kir.”
Bila li ser maseya danûstandin li ser vê mijarê nîqaş çêbibe
Madlên El-Ibêd da zanîn ku hikûmeta demkî ya Sûriyeyê li şûna şerê pergala komunan bike dikare bi çavekî erênî lê binêre û ji bo giştî Sûriyeyê sûdê bigre, wiha pêl da gotinên xwe: “Civak bê komun nikare bijî û rû bi rû yê zehmetiyan tê lewre komun bingeha her pergalê ye. Pêwîst e ev mijar li ser maseya danûstandinan di pêşerojê de were nîqaşkirin û bikaribin vê tecrubeyê bikin malê giştî Sûriyeyê.”
Komun rola hikûmetê nakuje û navendîbûyînê kêm dike
Madlên El-Ibêd da xuyakirin ku di sîstema hevserokatiyê ya komunan de jî jin dikaribûn roleke aktîf bilîzin bêyî ku li quncikek bimînin û ji pergalê werin dûrxistin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Pêwîstiya jinên Sûriyeyê jî weke civaka wê bi pergala komunan heye ku ji wir îradeya xwe çêbikin û bibin endamên bi bandor ên civakê. Ji ber ku komun rola hikûmetê nakuje û zirar nade dewletê, berovajî wê demokrasiya li welat zêde dike, navnedîbûyînê dikuje û hevgirtina civakî çêdike.”