‘Stargehên li Kurdistana Federe jinan naparêzin'

Endama Desteya Pêşketinê Gaşaw Ebdulqadir diyar kir ku jinên li Herêma Federe a Kurdistanê di stargehan de dimînin rastî şert û mercên nebaş û tundiyê tên.

ŞÎRÎN SALIH

Silêmanî- Li Kurdistana Federe her ku diçe tundiya li ser jinan zêde dibe, stargehên heyî nikarin bi têra xwe jinan biparêzin. Çalakvana mafên jinan û endama Desteya Pêşketinê Gaşaw Ebdulqadir got ku stargeh cihên ku jinên rastî tundiyê tên û xwe tê de vedihewînin û da zanîn ku stargeh beriya ku pirsgirêkên wan çareser bikin gelek jinan dişînin cem malbatên xwe.

'Vegerandin gelek caran bi kuştinê diqede'

Gaşaw Ebdulqadir wiha got: “Digel ku sedema vegerandina jinan ji bo malbatên xwe rêjeya dagirkirina stargehan e, sedemek din jî ew e ku pirsgirêkên hin jinên ku serlêdan dikin ne cidî ne û eger vegerin malên xwe dê rastî tundiyê neyê. Lêbelê, biryara şandina wan ji malbatên wan re gelek caran bi kuştinê diqede. Ji ber vê yekê baştir e ku ti jin neyên vegerandin nav malbatên wan heta ku qanûnek tund hebe.

Ji ber xwendekarên jin hebû çûne stargehan û piştre vegeriyane malbatê xwendin ji dest dane. Stargeh divê demê de pirsgirêk girantir kiriye. Gelek caran ji ber gefên malbatên jinên li stargehan û endamên wan wisa dike ku ji ber silametiya canê xwe jinan radestî malbatên wan bikin. Hebûna stargehan li herêma Kurdistanê li gora pêwîst nîne, bi awayekê li hinek navçeyan ji qet nîne ji ber wê gelek caran ew dozên ku dişinin cihek din, hinek caran di nava stargehan de jin rastî tundîtûjiyê tên.”

‘Nêzîkatiyên xirab ên karmendên di nava stragehan jinan ber bi xwe kuştinê ve dixişikîne’

Geşaw Abdulqadir  serdana stragehekê kiriye û wiha behsa rewşa stargehan kir û got: “Rojekê li gel rêxistina mafê mirovan ez çûm stragehek a Kurdistanê. Min dît yek ji ew jinên ku li stargehê dema daxwaza telefonê kir, lê belê karmendê wê cihê telefon nedayê, jêre gotinên nexweş digot û destur nedida beşek ji wan jinan tenê biçe jorên din. Nêzîkatiyên xirab ên karmendên di nava stargehan jinan ber bi xwekuştinê ve di xişikîne. Divê derê de stargeh ji bo jinan ne ewle ye, badorek neyînî li ser derûniya wan dihêle û wisa dike ku hêviya wan ji jiyanê nemîne. Ji ber wê ew kesên ku di stargehan de kar dikin, divê parêzer û lêkolînerên civakê bin û hertim li gel wan jinan bin û mehane dewr bikin. Gelek caran her tundîtûjiyek ku ji aliyê wan mêrên ku parastina stargehê dikin. Ji ber wê jî stargeh li gor pêwîst parastina jinan nakin. Ev jî dibe sedem ku weke jinekê ji avakirina stargehan bê hêvî bim.”

‘Stragehên jinan wêneyek ne xweş nîşanî civakê nade’

Geşaw Abdulqadir destnîşan kir ku dema ku jin li stargehê radestî malbatan dikin, divê stargeh çavdêriya rewşa wan jinan bike, daku bizanin tundîtûjî li beramber pêk tê yan na û wiha got: “Her nêzîkatiyek ji aliyê karmendên di nava stargehan de encam didin, wisa li jinan dikin zêdetir tundîtûjî beramber bê kirin. Dema ku rastî tundîtûjiyê tên û dizanin strageh bivê awayî ye ji ber wê bi neçarî tundiyê qebûl dikin. Ji ber wê dîtina van bûyeran di nava stargehan de wisa dike ku wêneyek nexweş bikeve ber çavê civakê. Ji bo ku jin êdî serî li stargehan nedin, divê pêşî li dijî tundiyê çareseriyên mayînde derxînin holê. Divê em hişyariyê di nava jinên ciwan ên nezewicî de belav bikin. Di belavkirina vê hişmendiyê de medya jî xwedî roleke bibandor e. Çêtir e ku bi stargehên li Herêma Kurdistana Federe re têkilî neyê dayin.”