Serpêhatiyên jinên penaber (3)
Amara û Menal hê biçûk tên zewicandin Amara Hantomonî li Halebê ji dayîk dibe, hê 12 salî bi pismamê xwe re tê zewicandin, bûka biçûk, 15 salî ducanî dibe, zaroka wê nexweş tê diniyayê.
Amara û Menal hê biçûk tên zewicandin
Amara Hantomonî li Halebê ji dayîk dibe, hê 12 salî bi pismamê xwe re tê zewicandin, bûka biçûk, 15 salî ducanî dibe, zaroka wê nexweş tê diniyayê.
Îzmîr - Di temenê biçûk de bûyîna dayîk her çiqas giranî çêkiribe, bûyîna xwedî zarokek nexweş jî birînên mezin di dilê Amara de vekiriye. Amara a 12 salî dayîn pismamê wê hê 15 salî ducanî dibe û kurê wê Îbrahîm nexweşê gurçikan tê diniyayê. Dayîka biçûk a ku li bijîşk û dermanan gerînê re mijûl dibe, bi çavên rûndik barandî û dengek cirifî dest bi vegotina çîroka xwe dike:
'Min hewilda gurçikên xwe bifiroşim û ji kurê xwe re bidim derman'
"Ez qet neçûm dibistanê. Zarok, li nava zarokanbûm dema ez dam pismamê min. Di temenê biçuk de bûm dayîk. Îbrahîm nexweş hat dinê, her dem li bijîşk û dermanan digerîm. Ji ber bandora derman a neyînî, pirsgirêkên cuda bi xwere derdixist. Di nava hewira şer de li derman gerîn gelek zehmet bû. Hemû pêdiviyên jiyanê bûhaye, ev yek şert û mercê jiyanê giran dikir. Ji bo nexweşiya Îbrahîm me bijîşkê pispor nedidît. Ji ber şer derman li bajêr neman, dûvre dilê Îbrahîm sekinî. Ji mirovan min dexwaza alîkariyê dikir û min destê xwe dirêjî her kesî dikir. Ji bo kurê min başbe min xwast gurçikê xwe bifroşim û wî derman bikim lê bijîşkan digotin hêviyê başbûnê nîne.”
'Min keça xwe li ber ronahiya mûmê anî dinê'
Amara di nava bê derfetiyê de, li derî derî digere, dema ku dibihîse bijîşk dibêjin hêvî tune ye Îbrahîm baş bibe cîhan wê tev hevdibe. Lê cardin ew ji bo başkirina kurê xwe di nava lêgerînan de ye. Ji aliyek ji hewira şer direve ji aliyê din bi tendûristiya kurê xwe re mijûl dibe û ji aliyê din jî hîndibe ku ew di keça xwe de ducaniye.
Amara wiha qala wan deman dike: "Em ji Helebê çûn Lûbnanê. Li Beyrutê bi zorê me debara xwe dikir. Nexweşxaneyên wir koçberên Suriyê qebûl nedikirin. Rewşa Îbrahîm ne başbû. Nexweşxane ji hêzê me zêdetir pere xwast. Em çûn nexweşxaneyek a Fîlîstiniyan. Hin bijîşk gotin hêviyê xwe bibirin ew ê baş nebe. Di wê navberê de ez pê hesiyam ku ez di keça xwede ducanî me. Dema ku kurê min hindek başbû me ji nexweşxanê derxist, ji ber ku deyna me a nexweşxanê her ku diçû giran dibû. Hevjînê min li Beyrutê ma, ez jî tevî halê xwe yê ducanî vegerîm Suriyê. Min keça xwe li ber ronahiya mûmê anî dinê. Ne av ne jî elektrîk tiştek nînbû. Piştî ku keça min hat dinê em cardin vegerîn Helebê. Ji ber şer di nava bajêr de jî wekî ku em li gund bin me jiyan kir."
'Herî kêm em ji perçeyên şerapnel narevin'
Amara tîne ziman ku wê li bajarên cûda ên Suriyê jiyan kir. Dûvre tevî keç, kur û hevjînê xwe ser Kilisê re derbasî Tirkiyê dibin. Dibêje niha tiştê ku difikire tenê pêşeroja zarokên xwe ye. Hêvî û bendewariya xwe yên li Tirkiyê jî wiha bilêv dike:
"Keça min 3 û kurê min jî 6 saliye. Hevjînê min di dikanê boyê de wek berkar dixebite. Ez di komeleya ku ji bo alîkariya Suriyan hatî vekirin carnan dixebitim. Me ji Tirkiyê tu alîkarî nestand lê yê herî kêm em niha ji perçeyên şerapnelê narevin. Eger derfetê jiyanê pêk were û zarokê min biçin dibistanê ez dixwazim li vir bim. Tenê ez bi pêşeroj û tenduristiya zarokên xwe difikirim."
'Êdî xeyalê min nîne'
Her çiqas bêje wêrana jiyana wê bingeha xwe ji zewaca biçûk digre jî, di kîjan temenê de hatî zewicandin ji mera naxwaze bêje. Eger Amara di 12'e salî de hatibe zewicandin, ne gotina Menal gumanê me her ku diçe kurtir dike.
Dayîk û bavê Menal bi salane jiyana xwe ji dest dane. Hevjînê wê ji ber qeyrana dil jiyana xwe ji dest dide. Piştî mirina hevjîna xwe ji ber derfetê jiyanê li Halebê nabîne neçar dimîne ku koçî Laskiyê bike. Menal wan rojan wiha vedibêje, "Min zarokê xwe li Laskiyê anî dinê. Haleb di rewşek gelek xirab de bû. Li Lazkiyê min hindek pere dan hev û ser Kilisê re derbasî Tirkiyê bûm."
'Hevjînê xûşka min, me li mala xwe negirt'
Menal wiha qala jiyana xwe yê li Tirkiyê dike, "Dema hatim vir min zû kar peyda kir. Li kargehek min dest bi kar kir. Dema ku dixebitîm xizmek me bi pereyek kêm çav berdabû keça min. Hevjînê xûşka min, me li mala xwe negirt. Keça min nexweş ket ez pêre mijûl bûm, karsazê me min ji kar da seknandin, ez bê karim." Menal wiha behsa gerîna kar yê li Îzmîrê kir: "Li hin kargehan dema min dexwaza kar dikir, ji ber jinim dikevin bendewariyên cûda. Ji nêrîn û tevgerê wan diyar dibû. Ji ber vê ji mercên kar zêdetir, em li karsazên jin digerîn da ku bi rehetî kar bikin."
'Eger nexebitim li vir jiyan jî nabe'
Menal a ku tevî keça xwe li Buca yê Îzmîrê dijî wiha berdwam dike: "Saleke ez li virim. Eger nexebitim li vir jiyan jî nabe. Eger mercên jiyanê baş bibe ez ê li vir bimînim. Eger nebû ez ê neçar bimînim biçim cihek din. Nîvê jiyana me bi rêwîtî, ji wir û bi cihek din ve diçe. Êdî xeyalê min ê jiyanê nîne. Tenê ji bo keça xwe dijîm. Berdêla vê herî kêm ji wekî jiyana şer girane. Dibe ku jiyana Ewropa ji vir baştir be; lê her tişt giran û buhaye, ji ber vê nahizirim ku biçim wir."
Sibe: Jinek Evîndarê Pîşeyê Parêzertiyê ye: Hanan Mousellî