‘Serkeftina Kobanê bi pêşengiya jinan mîsoger bû’

Jinên Başûrê Kurdistanê roja cîhanî ya Kobanê piroz kirin û diyarkirin ku bi piştgiriya gelê Kurd wê netewa Kurd bikare serkeftin û azadiyê bi dest bixwe.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî – 1’ê Mijdarê weke roja cîhanî ya Kobanê li tevayî Kurdistan û cîhanê tê nasîn. Di vê rojê de hemû gelê cîhanê bûne yek û piştgiriya berxwedanê Kobanê kirin. Li çar aliyên Kurdistan û cîhanê, bi milyonan kesên ji netewên cûda bi rihê Kobanê ya berxwedanê daketin qadan û piştgiriya Yekineyên Parastina Gel YPG û Yekineyên Parastina Jinê YPJ kirin.

Berxwedana şervanên YPG û YPJ, êrişên çeteyên DAÎŞ’ê li Kobanê têk birin, şikandina wan çeteyan di sala 2014’an de ku serkeftinek dîrokî bû û ev serkeftine li cîhanê deng veda. Lewra ev roj bû roja cîhanî ya Kobanê, ji ber şoreş li Rojavayê Kurdistanê destpê kir, bi pêşengtiya jinan ji bo hemû gelê azadîxwaz bû serketin.

Bi boneya roja cîhanî ya Kobanê jinên Başûrê Kurdistanê roja cîhanî ya Kobanê pîroz kirin û li beramberî hemû êrîşên dijminan daxwaza yekitiya gelê Kurd kirin.

‘Bi piştgiriya jinan şoreş serdikeve’

Yek ji şêniyê Silêmanî Şadî Serdar a diyar kir ku gelê Kurd her tim bi yekitiyê kariye serkeftinê bi dest bixe, bal kişand li ser girîngiya yekîtiyê û wiha got; “Gelê Kurd ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû netewên din berxwedaniyê dike û her tim bi piştgiriya jinan kariye bi serkeftinê bi dest bixe û bigihe azadiyê.”

‘Ger yekitî nebe serkeftin jî nabe’

Aştî Behadîn a da zanîn ku bi rêya yekitiyê Kurdan karî serkeftinên li pey hev bi dest bixin, destnîşan kir ku ger yekitî nebe aştî bi dest nakeve û got; “Di roja cîhanî ya Kobanê de divê gelê Kurd dûbare piştgiriya xwe ya ji bo azadîxwazan û vê şoreşa ku gelê Kurd bi serxistiye nû bikin. Bi piştgiriya jinan Kurdan kariye serkeftinê bi dest bixin.”

‘Divê em hemû şoreşa Kobanê bilind bikin’

Perwîn Silêman a destnîşan kir ku divê hemû gelê Kurd roja cîhanî ya Kobanê bilind binirxîne, wiha domand; “Ji ber bi  têkoşînê şoreşa netewa Kurd bi destketiye. Divê li her cihê ku dagirkerî hebe, têkoşîn jî hebe. Jin û mêr ji bo azadiyê şoreşê bikin û mînaka Rojava li ber çavan be. Divê gel bi çalakiyan piştgiriya xwe ji bo parçeyên din diyar bikin.”