Saziyên jinan ên Misrê têkoşîna xwe ya li dijî tundiyê bihêz kirin

Rêxistinên jinan ên li Misirê ji ber ku di sala 2022’an de li welêt tundî û kiryarên sinetkirina jinan zêde bûne bi xwerexnekirina “Em nikarin rola xwe ya li dijî tundiyê bilîzin” têkoşîna xwe xurtir kirin.

ASMAA FATHI

Qahîre – Her çiqas erdnîgarî cuda bin jî, nêrîna pergala desthilatdar a li ser jinê naguhere. Ji Rojava heta Rojhilat, ji Bakur heta Başûr li hemû cîhanê jin tên qetilkirin, rastî tundiyê, tacîz û tecawizê tên. Li aliyê din jin ji dîrokê heta niha li erdnîgariyên cuda li dijî pergala desthilatdariyê bi rêgezên cuda yên rêxistinbûyînê têdikoşin. Tevî ku ev têkoşîn li hin welatan berdêlên giran dide jî, jin bi helwesta xwe ya rast li dijî her cure siyasetê û bi kevneşopiya berxwedanê ya ji dîrokê hatiye girtin hebûna xwe didomînin.

Li dijî tundiyê xebateke piralî

Jinên Misirê tevî gelek astengiyên civakî ji bo mafên xwe têdikoşin. Di sala 2022’an de li Misirê rêjeya şîdeta li ser jinan zêde dibe, rêxistinên jinan jî ji bo kêmkirina vê rêjeya şîdetê dixebitin. Piştî ku li Misirê şîdet zêde bû, di sala dawî de rêxistinên jinan li dijî tundiyê têkoşîneke girîng dan. Mirov dikare bibêje ku rêxistinên jinan ên ku hem ji aliyê derûnî û hem jî di aliyê aborî de hewl didin destekê bidin jinên rastî şîdetê hatine, di sala 2022’an de dest bi xebatên xwe kirine.

Jin di her qadê de xwedî hêz in

Weqfa Hiqûqê ya Jinê, Weqfa Mafên Jinê û Weqfa Jinê ya Nû ku li Misirê xebatên xwe dimeşînin, desteka qanûnî didin jinan, sazî û rêxistinên cuda yên li welêt di warê çand, huner, siyasî û gelek jinan de hêzê didin jinan. Li aliyê din Weqfa Pêşveçûn û Hiqûqê ya Qahîreyê ji bo ku jin xizmetên bijîjkî werbigirin dest bi pratîka "Lênihêrîna Ewle" kirin, di heman demê de însiyatîfên ciwanan jî ji bo piştgirîkirina jinan gelek xebitîn. Rêxistinên femînîst ên li Misirê jî di van demên dawî de ji bo parastina jinan ji tundiya zayendî dixebitin.

Saziyên jinan berhema keda xwe berhev dikin

Parêzer û rêvebera payebilind û lêkolînera doktora di mijarên jinê de Abîr Hemdî der bare vê mijarê de axîvî û got: “Saziyên jinan bi kedekî mezin li ser doza tundûtujiya dijî jinê gelekî kar kir, hewl da çareyekê ji pêla tirsanek dema dawî de belavbûyî re bibîne. Li ser rakirina astengiyên giştî û taybet yên zagona rewşên kesane ku li pêş jina Misrê disekine kar dike. Sala 2022’yan sala berherkirina karê saziyên jinan bû, tê de zagona rewşên kesane yê ku ji sala 1920’an de nehatî guhertin pêşkêşî perlemanê bû, her wiha desthilatên weke wezareta dadweriyê û komîteya pisporan zagonek amade kirin têpayîn ku di demek nêz de dê ji diyaloga civakî re pêşkêş bikin. Gelek kongre û hevdîtin bi armanca hişyarkirina civakê û guhertina nêrîna wan ji jinê re bi taybet di mijara tundiya dijî jinê de, bandor li ser fikrên civakî kir û bi riya wê gelek kirîz bidawî bûn.”

Sinetkirin û zewaca bi darê zorê ya zarokan

Abîr Hemdî diyar kir ku sinetkirin û zewcandina bi darê zorê ya zarokan yek ji mijarên sereke ku civaka sivîl ji dehan salan ve li ser kar dike, anî ziman ku ev herdu diyardeyên di civakê de kok dane, lewra çareserkirina wan pir dijwar e û wiha gotinê xwe doman: “Kesên li ser mijarên jinê kar dikin sala borî de karîn destkeftiyekê di dosya sinetkirina keçan de bidest bixin, sinetkirin êdî weke suc tê dîtin. Em dikarin bibêjin bi rastî hişyariya hemwelatiyan bi vê dosyayê de pêşketî û rêjeya wî karî gelekî kêm bûye, her kes dizane sinetkirin suceke bi zagonan tê cezakirin têde zîndan û dayîna pereyan jî heye. Saziyên jinan li ser doza zewaca bi temenê biçûk kar kirin, li ser asta hişyariyê an daxwaznameyên zagonî ku vê zewacê qedexe bikin ne tenê bikin belgekirin. Ev kar bi riya dehan hemleyên dijî wê diyardeyê rawestî ku bandorên wê neyênî li ser keçan û civakî bi gitşî bûn.”

Dosya tundiya li ser bingeha rêgeza civakî

Abîr Hemdî di berdevamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku sala borî, rêjeya tundûtujiyê bi awayekî ber biçav zêde bûye, lewma hemûyan lihevkirine û bi riya hişyarkirina civakî û hemleyên dîjîtal li hemberê rawestîn û piştgiriya jinan kirine û wiha pêde çû: “Tundûtujî diyardeyek cîhanî ye di piraniya welatan de heye, lê tiştê cuda li vir ew ku hewldanên bêdengiyê bermaberî tundiyê zêde dibe bi taybet eger di nava malbatê de biqewime. Sala borî lûtkeya dozên tundiyê bû, hemû aliyên tundiya dijî jinan hate eşkerekirin û hemû kiryarên dijî jinê di malbatê de û derve jî xuya bûn.”

Abîr Hemdî di dawiya gotinê xwe de got: “Saziyên jinan bi rolê xwe yê pêwîst ranebûn, lê bi rastî wan rê vekirin û bingeha karê vê dosyayê danîn divê berdewam bibe. Tundî hîn nehatî rawestandin xetên hewariyê çêbûne ku her jinek rastî tundiyê tê dikare alîkariyê bixwaze.”