Salek di ser komkujiya El-Buraq re derbas bû: Birînê gelê Suweydayê nehatine dermankirin

Di saleke bi aloz de, Sûriyeyê şahidiya gelek bûyeran kir, ji rageşiyên li zanîngehan bigre heta gundewarên Şamê û Suweydayê gelek bûyer qewimîn. Vê yekê pêleke tundiyê bi xwe re anî û bi hezaran kes hatin kuştin.

ROŞÊL CANYOR

Suweyda – Di Bihara 2025’an de, tomareke deng ku ji şêxekî ji bajarê Suweyda yê Sûriyeyê hatibû, heqaretên olî tê de hebûn hat belavkirin. Paşê eşkere bû ku ew ji hêla cîhadîstên Heyet Tehrîr el-Şam ve hatiye çêkirin. Belavbûna tomarê li ser medyaya dîjîtal bû sedema rewşeke bi alozî û nerazîbûnê vê yekê bi awayekî zelal di nava zanîngehê de diyar bû.

Aloziyan ji zanîngehê destpê kir

Li gorî şahidiyên xwendekaran ku lêdan û heqareta li dijî xwendekarên Durzî yên ji Suweydayê radigihînin, di nava kampusên zanîngehê de alozî derketiye, êrîşên fîzîkî li dijî xwendekarên Durzî yên ji Suweydayê çêbûye. Hesabên xwendekaran nîşan didin ku atmosfera di nava hinek saziyên zanîngehê de bi lez zêde bûne, bi êrîşên takekesî, bi kêrkirina xwendekarek û birîndarkirina yên din, rewş her çû xerabtir bû.

Piştî van êrîşan, xwendekarên ji Suweydayê di nava aloziyên zêde de ji wargehên zanîngehê derketin. Şahidiyên xwendekaran nîşan didin ku çûyîna wan ji ber hestek bêewlehiyê û tirsa ji bo ewlehiya wan çêbûye, ji ber êrîş û aloziyên dubare yên li zanîngehê.

Bi sedan sivîlên ku di navbera wan de jin û zarok hebûn hatin kuştin

Herêmên Eşrefiyê, Sehnaya û Ceramana şahidiya gelek bûyerên tundiyê kirin. Di encama van bûyeran de gelek kes hatin kuştin. Tê payîn ku di navbera 50 û 100’î de mirov mirine. Her ku aloziyê berdewam kir, komên ciwanan ji bajarê Suweydayê ber bi deverên pevçûnê yên di navbera Durziyan de li gundewarên Şamê ve çûn. Ciwanan xwest ku bersiva bangên alîkariyê bidin. Lê ev kom li ser riya Baraqê ku di navbera Şam û Suweydayê de ye, ketin kemîna cîhadîstên Heyet Tehrîr el-Şamê. Di encama kemînê de 47 ciwan hatin qetilkirin.

Banga çekdarkirinê veguherî trajediyê

Aktîvîsta siyasî ya li Suweydayê, Rûqaya El-Şair got ku di vê rojê de sala borî, xortên ji Suweydayê piştî bersiva banga çekan dane ji bo malbatên xwe li Eşrefiyê, Sehnaya û Ceramana biparêzin, ji aliyê cîhadîstên Heyet Tehrîr el-Şam û hêzên bi navê Ewlekariya Navxweyî ve bi êrîşek hovane re rûbirû mane.

Di komkujiya 30’î Nîsanê de 47 xort hatin kuştin

Rûqaya El-Şair diyar kir ku di 30’ê Nîsana 2025’an de bi êrîşa ku çêbû 47 xortên ji Suweydayê dema ku erkên xwe yê parastina malbatên xwe bi cih dianîn hatine kuştin. Rûqaya wiha gotinên xwe domand: “Kuştî ne tenê xortên ji Suweydayê bûn, di heman demê de sivîlên li Sahnaya, Eşrefiyê û Ceramana bûn ku di nava wan de jin, zarok, kal û pîr jî hebûn. Her wiha xortên ku ji bo parastina ax û rûmeta xwe rabûn ser piyan hebûn. Hejmara giştî ya kuştiyan ji sedî zêdetir bû.

Komkujiyan li peravan destpê kir dûre li Suweydayê domiyan

Rûqaya El-Şair destnîşan dike ku kêliya cîhadîstên Heyat Tehrîr el-Şam di 8’ê Kanûna 2024’an de desthilatdarî girtin, destpêka hilweşîna Sûriyeya nû diyar bûye û wiha got: “Ji wê rojê ve, xwîn wekî avê herikî li peravên Sûriyeyê, gelek komkujî li wan deran çêbûn. Hejmara kuştiyên wan ji ber berdewamî û astengiya medyayê nayê zanîn. Dû re ev bûyer di Tîrmeha 2025’an de li Suweydayê belav bûn, zêdetirî 5 hezar kes hatin kuştin, hejmara rast ji ber nekarîna gihîştina hemû cenazeyan ji ber kontrola cîhadîstan, nehat belgekirin.”

‘Kesê ku deng tomar kir û belav kir hê jî azad e’

Rûqaya El-Şair vedigere ser sedema bingehîn a bûyeran û dibêje ku her tişt bi ‘tomareke deng a çêkirî’ dest pê kir ku kesê dengê çêkirî tomar kir paşê qebûl kir ku deng ne rast e. Tevî vê, tomarê kampanyayek berfireh a handanê li dijî civaka Durzî da destpêkirin ku ji xwendekarên zanîngehê dest pê kir, bi bûyerên Ceramana û Sahnayê berdewam kir û bi komkujiya Suweydayê gihîşt lûtkeyê. Rûqaya El-Şair wiha didomîne: "Kesê ku tomar belav kiriye hê jî azad e, li Tirkiyeyê dijî û heta serdana Sûriyeyê kiriye, bi kesayetên di desthilatdariyê de, di nav de Wezîrê Çandê jî heye wêne kişandiye."

Hikumetê xwe li ser komkujiyan ava kiriye

Rûqaya El-Şair bi gotina ku hikûmeta demkî behsa projeyên pêşketin û aboriyê dike lê rastî şahidî rêzên zêde, kêmbûna kelûpelên bingehîn û kêmbûna xizmetguzariyan dike, di heman demê de tenê destkeftî berdewamiya kuştin û xwînrijandinê dimîne, heya wê astê ku axa Sûriyeyê êdî nikare pêşî li xwîna ku rojane tê rijandin bigre.

Bûyerên ku rû dane rastiya hikûmetê eşkere dikin

Bûyerên ku di salên dawî de li Sûriyeyê hatine jiyîn nîşan didin ku li ser bingeha nasname û girêdanê çêbûne. Ji komkujiyên li peravê yên li dijî Elewiyan bigre heya komkujiyên li Suweydayê yên ku Durziyan hedef girtin, bûyerên li taxên Eşrefiyê û Şêx Meqsûd ên ku Kurdan hedef girtin bigre heta bombebaranên li ser dêran, hemû bi hev ve girêdayî ne.