Sala 8’emîn a qirkirina Êzidiyan: “Ji bo tunekirina Êziyan, jinan hedef girtin”

Di salvegara 8’emîn a qirkirinê de, ji Meclisa Jinên Êzidî Xanê Agal, şopa qirkirinê ya li ser Êzidiyên li Ewropayê ji ajansa me re vegot.

ELÎF AKGUL

Navenda Nûçeyan- Di ser komkujiya Êzidiyan a 3’ê Tebaxa 2014’an hat de, 8 sal derbas bûn. Di sala 2014’an de, DAIŞ’ê li ser keçên Êzidî yên li Herêma Kurdistanê koletiya zayendî ferz kir, mêr hatin sirgûnkirin û bi hezaran bi komî hatin înfazkirin. Komkujî piştî ku pêşmerge di encama êrîşên DAIŞ’ê de vekişiyan, dest pê kir. Tê zanîn ku piraniya wan li Şengalê bi giştî nêzî 5 hezar kes hatin kuştin û nêzî 10 hezar kes jî dîl hatin girtin. Li gorî daneyên Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Êzidî, hezar û 500 Êzidî hatin gulebarankirin.

Roja Qirkirina Êzidiyan hat îlankirin

Komkujiya DAIŞ'ê ya li dijî Êzidiyan di nav civaka navdewletî de cihekî fireh girt û wekî bertek DYA’yê li dijî DAIŞ’ê  dest bi êrîşên hewayî kir. Çalakiyên DAIŞ'ê yên li dijî Êzidiyan, bû sedema mirin an jî revadina nêzî 500 hezar penaberan û bi hezaran kesan. Qirkirin bi taybetî bandorê li civakên din ên Êzidî yên li Elmanyayê kir. Hikûmeta Herêma Kurdistanê di sala 2019’an de roja 3’ê Tebaxê weke “Roja Qirkirina Êzidiyan” îlan kir.

Neteweyên Yekbûyî qirkirinê qebûl kir

Komkujiyên ku ji aliyê Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê ve di 3’ê Tebaxa 2014’an de li dijî  Êzidiyên Iraqê pêk anîn (Bi vegotina Êzidiyan fermana 73’an) ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve weke qirkirin hat qebûlkirin. Em di salvegera 8’emîn a qirkirinê de, ji Meclîsa Jinên Êzidî Xanê Agal re axivîn. Xanê Agal a ku li bajarê Hannover ê Elmanyayê dijî, şopa qirkirinê ya li ser Êzidiyên li Ewropayê ji ajansa me re vegot.

“Ferman mîna temaşekirina fîlmek bû”

*Ji 3'ê Tebaxa 2014'an û vir ve ji bo jinên Êzidî yên Ewropayê çi guherî? Şop û bandorên qirkirinê hê jî didomin gelo?

Qirkirina li Şengalê hat jiyîn, bandorek mezin li ser jinên Êzidî yên li Ewropayê kir. Ji ber ku êrîşên bi armanca qirkirina Şengalê ya 3’ê Tebaxa 2014’an hatin jiyîn, her kesê wek fîlm temaşe kir û bi çavên xwe dît. Di navbera dîtin û bihîstinê de ferqek mezin heye. Fermanên di raboriyê de hatin jiyîn, hatibûn bihîstin. Lê vê fermanê bi çavên xwe dîtin. Wekî tê zanîn hest û berpirsyariya jinan pir cuda ye. Ji ber vê yekê qirkirin û qetlîama herî dawî ya li Şengalê li ser Êzidiyan pêk hat, hem hesta êşê hem jî hesta berpirsyariya êşa jinên Êzidî pir bi bandor kir. Civaka Êzidî ji ber van fermanan gelek hat perçiqandin û gelek êş kişand. Bi taybetî jinan ev yek qat bi qat jiya û wek tê zanîn jî her dem jin wek hedefa yekemîn hatin girtin. Armanca vê yekê tê zanîn. Armanca sereke di şexsê jinan de tunekirina civaka Êzidî ye. Bandora komkujiya 3'ê Tebaxa 2014'an li Şengalê hat jiyîn, bi hemû aliyên xwe ve weke roja destpêkê li ser jinên Êzidî yên li Ewropayê dijîn, berdewam dike. Bi taybetî di aliyê xwedîderketin, şiyarbûn û berpirsyariyê de ji pêşketinan re rê vekir. Di heman demê de kîn û hêrsê jî bi xwe re ava kir. Vê qetlîamê berê hemû Êzidiyan bi taybetî jinên Êzidî da Şengalê. Bandora wê di aliyê xwedîderketinê de didome. Bi nimêj, sond û bi piştgiriyên madî û manewî hesta xwedîderketinê pir bi pêş ket û berdewam dike. Bi taybetî ji şiyarbûna ciwanên Êzidî re jî rê vekir.

“Ji bo Êzidiyên li Ewropayê ji dayik bûne parastina nasnameya xwe zêdetir zehmet e”

Ji aliyekî ve jiyana civaka Êzidî ya li Ewropayê gelekî zehmet e û qet ne hêsan e. Beşa ku li Kurdistanê ji dayik bûye û mezin bûne bi çanda xwe araste bûye. Dikarin bi dilsoziya xwe ya ji bo baweriyên xwe yên olî û nirxên xwe yên neteweyî, xwe biparêzin û li ser piyan disekinin. Ji ber ku ev beş piştre koçkirin e û li Ewropayê bi cih bûne. Dikare bê gotin ku beşa herî kêm bi bandor bûye ye. Jixwe bi gelemperî bi Kurdan de şiyarbûneke neteweyî mijara gotinê ye. Lê belê beşên ku li Ewropayê ji dayik bûne û mezin bûne di navbera du çandan de asê mane û zehmetiyên cidî dijîn. Têrê nake ku mirov bêje tenê zehmetiyan dijîn. Di heman demê de bi xetereyên mezin re rû bi rû dimînin. Pir eşkere ye û tê zanîn ku pergala serdest a kapîtalîst û emperyalîst ciwanan bi standardên jiyanê yên sexte jehrî dike û dikşîne nava çi xetereyan. Bêguman di navbera ciwanên ku para xwe ji têkoşîna azadiyê girtine û yên negirtine de ferqek mezin heye. Beşa xwe dizane di asteke girîng de dikare nasname û çanda xwe bijî û biparêze. Beşa ciwanan a ku ji vê dûr e, ji her cure xetereyan re vekirî dijî. Di vê wateyê de em dikarin bibêjin ku civaka Êzidî bi gelemperî bi pirsgirêkên cidî re rû bi rû ye.

“Ferman projeya qirkirinê ye”

*Naskirina qirkirinê çima ji bo Êzidiyan girîng e? Hûn ji bo vê yekê li Ewropayê xebatên çawa dimeşinin?

Civaka Êzidî rastî gelek fermanan hat. Lê weki ku tu tiştek nebûye tê tevgerkirin. Tu caran ji berpirsiyarên van komkujiyan hesab nehat pirsîn. Ser van sûcên mirovahiyê hat girtin. Ji aliyê me ve gelek girîng e ku sûcên kevin û yên nû bên eşkerekirin, hesab bê pirsîn û bê naskirin ku ev wehşet bi armanca qirkirinê hatiye kirin. Ferman projeya qirkirinê ye. Ji bo di qada navneteweyî de naskirina qirkirinê heta niha hin gav hatin avêtin lê hê jî pir kêm e. Di vî warî de bi derdorên dost û demokrat re xebatên me yên hevpar didomînin.

"Ewropa ne li gel têkoşîna me ye ne jî li dijî ye”

  *Li Ewropayê Êzidî çi dijîn? Ji aliyê kesên hem ji Ewropayê dayik bûne û  hem jî bi koçkirinê hatine, pisgirêkên çawa hene, dikarin nasnameya xwe biparêzin?

Mimkun e ku bersiva vê pirsê bi vî awayî were dayîn. Ger tu xwedî li xwe derbikevî dê hin kes jî alîkariya te bike. Ger tu xwedî li xwe dernekevî, tu kes xwedî te dernakeve, te nas jî nake û cidî jî nagre. Dengê defê ji dûr ve xweş tê. Nêrîna Ewropa ya li ser Êzidiyan jî heman mijarê. Di rastiyê de Ewropa ji bo berjewendiyên xwe çi pêwîst kiribe, kiriye. Ji bo li ser esasê mafên jiyana civakî hebûnek  rehet û aştiyane bidomîne, geşedanên pir girîng dabîn kir. Ji vê yekê re guman nîn e. Ez dikarim wek şênber vê bibêjim. Ger em xwedî  pêşeroja xwe derbikevin, bi zordarkirina têgihîştina demokrasiyê ya li welatên Ewropayê mimkun e ku encamên girîng bi dest bixin. Welatên Ewropayê ne rasterast li dijî têkoşîna me ne û ne jî rasterast alîgirê têkoşîna me ne. Bi taybetî jî di warê parastina çandên baweriya olî çanda civakî û nasnameyan de derfetên girîng dabîn dike.