Rojnamevan Melvîn Xorî çîroka xwe bi teqîna Beyrûdê re vedibêje

4’ê Tebaxa 2020’an de, rojeke wisa ye ku gelê Lubnanê wê ji bîr nake. Ji ber ku ew di bîra wan de wekî yek ji xirabtirîn bîranînên dîrokê hatiye tomarkirin. Ew roj li Beyrûdê teqîn çêbûbû ku zêdetirî du sed kesî jiyana xwe ji dest da û zêdeyî şeş hezar kes birîndar bûn.

 
CAROLÎN BAZZÎ
Beurûd- Di wê rojê de rojnamevan Melvîn Xorî nizanibû ku dê jiyana wê bi temamî were guhertin, hêviyên wê winda bibin û dê li riya nexweşxaneyan biçe û were da ku ji birîna ku nayê dermankirin re çareyek bibîne.
Melvîn Xorî ya ku bi exlaq, bawerî û profesyoneliya xwe ya di karê ragihandinê de dihat naskirin, dema ku teqînê rû da, wê ji kar îstîfa kir da ku ji aliyê fizîkî û derûnî ve baş dibe.
"Gelo tişta ku em dijîn kabûs e yan rastî ye"
Melvîn Xorî detayên roja reş ji ajansa me re wiha vedibêje; "Ez bi dayika xwe re li metbexê bûm, li kêleka me jî cameke mezin hebû, dema ku me dengê teqîna yekem bihîst dayika min ji min xwset ku ez cihê xwe biguherînim ji tirsa ku teqînek din rû bide. Piştre ez çûm odeya birayê xwe, dema ku em ji odeyê derketin teqînek din rû da, di wir de birayê min ji odeyê firiya salonê, ji hêza mezin a teqînê ez jî li dîwar ketim û di laşê min de gelek şikestin çêbûn, min ji xwe pirsî gelo ev kabûs e yan rastî ye. Birayê ez ji erdê rakirim û danîm ser kursiyê. Cih pir tarî bû û her tişt li dora min wêran bûbû. Dengê qîrînan tê bîra min lê her tişt baş nayê bîra min.”
Mala Melvîn Xorî li herêma EL-Eşrefiyê dikeve. Melvîn diyar dike ku teqînê mal bi temamî hilweşandiye û dibêje: “Di dema teqînê de ger ez li odeya xwe û bi birayê min li odeya xwe bûya em ê bimriyana her wiha wê dayika min jî birîndar bibûya ger ku di wê rojê de zû venegeriya malê.”
Hem rûyê wê zirar dît, hem jî hestiyên Melvîn Xorî şikestin di dema teqînê de li ser rewşa xwe dibêje; "Hestiyên min şikestin, ji rûyê xwe jî birîndar bûm û hestiyên rûyê min jî zirarê dîtin her wiha pî û diranên min jî gelek zirar dîtin. Lingê min pir xwîn bû û cam ket laş û cavên min.” 
Heta niha jî dengê balafiran Melvîn Xorî ditirsîne, jiyana wê êdî normal nebûye. Dibêje; "Ez êvarê pir şiyar dibim, bi hêsanî nikarim razêm, min bername li ser televîzyoneke olî pêşkêş dikir, ji dema ku teqînê rû de û pê ve min pêşkêşkirina bernameyan sekinand. Heya deh mehan ez li malê mam.”
" Hêvî û xewnên min têk çûn"
Melvîn wiha axaftina xwe berdewam dike; "Êdî xewnên min neman, her tişt ji bo min normal bûye. Tiştekî min tune ye ku jê bitirsim.” Tevî hestên xemgîn jî Melvîn Xorî kesayetek bi hêz e, ji ber ku nahêle kes wê bişkîne lê hêvî bi pêşerojeke xweş li welatekî wek Lubnan êdî zehmet e, li gorî ku ew dibêje.
“Çûyîna ji Lubnanê ji ber bîraînan, xizim û hevalên ku li vir dijîn her wiha ew kesên me ew li vir spartine axê, ne hêsan e, em nasnameya xwe bihêlin û derkevin? Belkî ev xewn û armanca wan e lê em jî tu carî vê xewnê pêk naynin.”
"Ez hêdî hêdî vegeriyam mala xwe"
Melvîn li ser rewşa ku ew gihîştiyê diaxive û dibêje "Ji ber ku êşa min gelekî mezin bû, ez hîs dikim ku ez tiştekî nizanim û ne jî dizanim ku çi qewimî, êş heta niha bi min re maye. Ger ez li ser aliyê xwe yê çepê razim pir êşê hîs dikim. Ez nikarim tiştê ku qewimî ji bîr bikim.” 
Der barê vegera wê ya malê de ew dibêje; “Ez yekeser venegeriyam malê heya ku birayê min mal bi temamî careke din çêkir. Şeva ku min biryar da ez vegerim malê, şevek pir bi tirs bû.”
 "Ev rewş karê min ê ragihandinê asteng dike"
Li ser karê xwe yê ragihandinê wiha dibêje, "Min karê xwe rawestand heya ku rûyê min rihet bibe, jixwe pisgirêk ne tenê di rûyê min de bû, heta ji aliyê derûnî ve ez ne amade bûm ku biçim ser kar.”
"Rûpel hê nehatiye girtin"
Der barê pêşkêşkirina qenalên televîzyonê, bûyerên 4’ê Tebaxa borî de ew dibêje; "Ez piştgirî didim pêşkêşkirina bûyerên 4’ê Tebaxê da ku em bibêjin divê ku ev êş dubare nebe û ji gel re bêjin ger ku hûn bêdeng bimînin û xwe neguherînin dê bûyerên bêtirî 4’êTebaxê biqewimin. Divê ev êş ji bîra me neçe ji ber ku rûpel heta niha nehatiye girtin.” 
Der barê tiştê ku wê ditirsîne de, ew dibêje; "Her tiştê li welat pêk te min ditirsîne. Me tu carî texmîn nedikir ku çi qewimî û heta dema teqînê yek ji rayedaran nefikirî ku ji mirovan bixwaze ji malên xwe derkevin. Kesê bi berpirsyariya xwe îtîraf nekir û lêborîn nexwest
Zêdetirî 300,000 mirov malên xwe winda kirin dema ku 2,750 ton nîtratê amonyumê, ku ji sala 2013’an vir ve di depoyên benderê de bi rengek ne ewle hatin hilanîn, di 4’ê Tebaxa 2020’an de teqiyan trajediyeke mezin çêbû li Lubnanê.