Rojnamegerên jin ên Lubnanî di hedefê de ne
Rojnamegerên jin ên Lubnanî, di dema şopandina êrîşan de, bi cudakariya zayendî, pirsgirêkên kêmbûna parastinê û lêpirsîna pîşeya xwe re rûbirû dimînin. Tevî van xeteran gelek ji wan xebata xwe li derve didomînin û bi cesaret hewl didin bûyeran ragihînin.
FADIYA CUMA
Lubnan – Bi êrîşên ku li ser Lubnanê didomin re, zorî tenê ji ber pevçûnên heyî nîn in; digihîjin mercên xebatê yên rojnamegeran jî. Rojnamegerên jin, bi xetera li kolanan re, bi gelek zextên ku dibin sedem nikaribin bi awayekî azad û bi ewle karê xwe bikin re rûbirû dimînin.
Her çendî li qadê hejmara rojnamegeran zêde bibe jî; rojnamegerên jin ên Lubnanî hê jî ji ber kêmbûna parastin û perwerdeyê her wiha bi cudakariya zayendî re rûbirû dimînin. Vê rewşê dibe sedem ku nikaribin pevçûnan bişopînin.
Cudakariya zayenda civakî û kêmbûna parastinê
Rojnameger Fatima el-Bassam a ji başûrê Beyrûdê koçber bûye, dibêje ku zoriyên rojnameger li qadan dibînin, nû nîn in, di dema êrîşên berê de jî hebûne û dubare dibin. Fatima el-Bassam diyar dike ku yek ji zoriyên herî berbiçav cudakariya zayendî ye û dide zanîn ku li rojnamegerên jin bi çavekî ku weke tecrubeya wan kêmtir be tê nêrîn û wiha got: “Her dem em rastî pirsa çima li qadê ne mêrek, jinek heye tên. Ev yek li hem li başûr hem jî li Beyrûdê hat serê min. Carna ji bo ku ez xwe li derve biparêzim, neçar dimînim bi hevalekî mêr re kar bikim. Bi saziyên fermî re koordînasyonek tune ye, ji ber vê yekê rojnameger li herêmên ku nûçeyan çêdikin, neçar dimînin xwe bispêrin têkiliyên şexsî û kesên nas. Bi taybetî dema ku gel di nava tirsê de be, ev rewş berbiçavtir e. Her wiha li hinek herêman em rastî kampanyayên sorkirinê tên. Tevî ku mamera bi me re hene em rastî sûcdariyên weke “sûxuriyê” tên û hewl didin îtibara me bişkînin.”
Fatima El-Bassam her wiha diyar dike ku kesên di vî warî de dixebitin, ji bo nûçegihaniya şer kêm in û ekîpmanên parastinê yên bingehîn (kask û yelek) tune ne, loma neçar dimînin ji hevalên xwe û
saziyan carna bigrin.
Şahidiya nûçegihana ku di nava agir de têdikoşe
Rojnnameger Rana Cûnî ya li herêma Nebatiye dijî, behsa tiştên jiyane dike, dide zanîn ku ew yek ji nûçegihanên serkeftî ya ku dikaribûye li herêmên xwe bimîne ye. Rana Cûnî dibêje: “Jin dipirsîn gelo ez çawa tehemul dikim. Min jî her dem vê bersivê dida: Ez keça vê herêma başûr im û di demeke ku li ser herêma min kampanyaya hilweşîna sîstematîk heye, ez ê axa xwe neterikînim.” Rana Cûnî diyar dike ku vê pirsê jêdikin: “Jinek çawa li herêmê dikare bi tenê hem dîmenan bikşîne, hem belge bike hem jî binivîsîne?”
Rana Cûnî diyar dike ku yek ji zoriyên herî mezin tevger e û bi gotinên; “Ev yek dişibe meşa di nava zeviya mayînê de” diyar dike ku internet her dem tê birîn, ev yek jî di rewşên lezgîn de wê dixe xeterê.
‘Ez dixwazim bi cesareta xwe ji jinan re bibim mînak’
Rana Cûnî gotinên xwe wiha didomîne: “Min zaroka xwe ya sê salî hişt û xebitîm. Tevî êşa ku min hîs dikir jî ev yek hêzê dide min lewre dixwazim peyamên xwe ragihînim. Dixwazim li refên pêş, di nava agir de bi kamera û pênûsa xwe ji jinên başûr re bibim mînak. Em bêyî parastin dixebitin lewre tu pîvan û rêgezên navneteweyî yên ku me diparêzin di meriyetê de nîn in, kask, êlek nivîsa ‘çapemenî’ têra parastinê nakin.”
Şahidiya rojnamegerên jin ên Lubnanî, nîşan dide ku xeterên ji ber bê ewlehiyê, bi zoriyên civakî û pîşeyî re bûne yek. Ev rewş, nîşan dide ku dema ji bo ragihandina rastiyê peywirên xwe bi cih tînin, hem ji ber ku li derve ne hem jî ji ber jin in, du qat bedel didin. Loma pêdivî bi parastin û perwerdeyeke pisporî heye.