Rojbûna Hejar Mam Husrev li ser gora wî hat pîrozkirin

Di teqîna ku li bajarê Bukan ê parêzgeha Azerbaycana Rojavayê Îranê de di 12’ê Çileyê de pêk hat, kesên ku jiyana xwe ji dest dan di nav wan de Hejar Mam Husrev hebû ku îro rojbûna wî bû. Malbat, xizm û gelek kes serdana gora Hejar Mam Husrev kirin.

LORA GEWHERÎ  

Bukan – Serhildan ku li Îranê piştî qetilkirina Jîna Emînî dest pê kiribû tevî hemû zextan berdewam dike. Hêzên Îranê ji bo ku serhildanê bitepisînin welatiyan digrin, derb dikin û wan darve dikin. Ji derveyî van pêkanînan hêzên dewletê merasîmên cenazeyan jî asteng dikin, nahêlin malbatên ku zarokên xwe winda kirine cara dawî xatir ji wan bixwazin.

Ger sax bûya dê bûbûya 21 salî

Di teqîna 12’ê Çileyê ya li Bukanê de Hejar Mam Husrev ku jiyana xwe ji dest da, îro rojbûna wê bû. Ger Hejar Mam Husrev sax bûya îro diket 21 saliya xwe. Malbat, xizim û gelek kesan serdana gora Hejar Mam Husrev kirin. Li ser pasteya rojbûnê resmek Hejar Mam Husrev bi cilên kurdewarî danibûn ser û weke xelat jî kulîk danîn ser goristanê. Humermendek jî hat goristanê wêneyê Hejar Mam Husrev xêz kir û da malbata ww.

‘Cîgera min dişewite’

Dayika Hejar Mam Husrev Jamaneh dema ku li ser goritana lawê xwe bû got: “Cîgera min dişewite, lawê min êdî venagere û ez bawer nakim ku êdî lawê xwe bibînim. Lawê min mala me bêyî te ye û ez bêyî te nikarim li malê bimînim. Yên ku wisa li te kirin Xwedê bela wan bide. Heqê me namîne li gel wan.”

Jamaneh bi gotinên xwe bû sedema hestiyariyê û kesên li ser goristanê dirûşmên “Şehîd Namirin” û “Ji dîktator re mirin” berz kirin.

6 kesan jiyana xwe ji dest dabûn

Li bajarê Bukanê di saeta şevê yên roja 12’ê Çileyê de di apartmanek de teqîn pêk hatibû. Di encamê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li gorî zanyariyên fermî tê texmînkirin ku teqîn di encama qaçaxa xeta xaza xwezayî de pek hatiye. Lê hinekan diyar kirin ku dibe ji ber guleyên hewayî, madeyên ku pê agir tê pêxistin û di demên dawiyê de xwepêşanderên ku melzemeyên di xwepêşandanan de bi kar anîne teqîn rûda be. Lê belê heta niha tu belgeyek ku van îdiayan piştrast bike nîn e.