Rêxistina "Zad El-Xêr" piştgiriyê dide zarokên sêwî û jinan
Bi xirabûna rewşa aborî ya Iraqê û rewşa xirab a tendirustiyê êş û zehmetiyên jinên ku hevjînên wan jiyana xwe ji dest dane û zarokên sêwî mane, zêdetirîn bûye.
XOFRAN EL-RADÎ
Bexda - Li Iraqê ji ber xirabûna rewşa aborî rewşa jinên ku hevjînên wan jiyana xwe jidest dane, zarokên sêwî û koçber mane, nebaştir bûye. Rêxistina Zad El-Xêr roleke mezin di pêşkêşkirina alîkarî û piştgirîdayîna malbatên koçber, jinên ku hevjînên wan jiyana xwe ji dest dane û zarokên sêwî de lîst. Ev jî bi dabînkirina xwarin, cil û berg, lênerîna tenduristî û çêkirina emeliyatên tenduristî û pêşkêşkirina alîkariya derûnî ye.
"Rêxistina Zad El-Xêr bi kampanyayeke piştgiriyê dest bi xebatên xwe kir "
Rêvebera rêxistina Zad El-Xêr, Azraa Abd Al-Amîr diyar dike ku rêxistina Zad El-Xêr malbateke bi pergala mirovî ye û wiha got: "Endamên rêxistinê endamên malbata min in û ji hejmarek hevalên nêzîk û hejmarek ji kesên ku ji xêrxwaziyê hez dikin pêk tê. Fikra avakirina rêxistinê di sala 2017'an de dest pê kir, me dest bi kampanyaya piştgirîkirina koçberên Bexdayê kir ku me xwarina hazir li bêtirî 198 hezar koçberên jin û zarokan belav kirin. Kampanya wiha domiya heya ku koçber vegeriyan malên xwe."
Der barê alîkariyên xwarinê de, rêxistina Zad El-Xêr di meha Remezanê de selikek xwarinê ku tê de birinc, şekir, çay, şîrê zarokan hebû li jinên ku hevjînên wan jiyana xwe ji dest dane û zarokên sêwiyan belav kirin. Her wiha Azraa Abd Al-Amîr dibîne ku peydakirina xwarinê ji bo kesên pêwîstiya wan heye ji peydakirina desteka derûnî girîngtir e, ji ber ku ew nikare derûnî pêşkêşî kesên birçî bike da ku krîza xwe derbas bike lê pêwîst e destpêkê xwarin ji wan re were peydakirin piştre jî piştgiriya derûnî bê dayîn.
"Di nava xebatên rêxistina Zad El-Xêr de kampanyaya "Xeman Nexwe"
Di encama têkçûna rewşa tenduristiyê de, rêxistina Zad El-Xêr kampanyayek alîkariya tenduristiyê ya bi navê "Xeman Nexwe" da destpêkirin ku xizmeta tenduristiyê ya bêpere pêşkêş dike û emeliyatên belaş çêdike. Azraa Abd Al-Amîr bal kişand ser hevkariya hin nexweşxaneyên taybet bi kampanyayê re û wiha got: "Heta vê gavê 12 nexweşxaneyên taybet bi rêxistina me re ji bo dermankirin û ji bo rewşa awarte û krîtîk ên jin û zarokan emeliyat pêk anîne, hevkarî kirine. Her wiha bêtirî 143 bijîşkên ji hemû beşan bi me re hevkarî kirin."
Der barê destkeftiyên kampanyaya "Xeman Nexwe" de jî Azraa Abd Al-Amîr wiha anî ziman: "Zêdetirî 169 emeliyatên mezin ji bo jin, zarokên sêwî, koçber hatine temamkirin. Di nav de de rakirina tumorên pençeşêrê, sîng, lewzat, guatir û her cure emeliyatên çav hebûn hatin pêkanîn. Heya niha jî em rewşên hewcedariya bi emeliyatê digrin û didomînin."
"Ji bo zarokên xwedî pirsgirêkên tenduristiyê kampanyaya "Em bi hev re bimeşin"
Azraa Abd Al-Amîr der barê kampanyaya “Em bi hev re bimeşin” a ku piştî zêdebûna hejmara zarokên sêwî yên ji ber pirsgirêkên tevgerê û nexweşiyên ku di lingên zarokan de derdikevin ji bo piştgiriya bi tenduristî û alîkariyê bidin zarokan hat destpêkirin de wiha axivî: "Me bi cihên pêwendîdar re hevkarî kiriye da ku em alîkariyê bidin zarokên nexweşî di lingên wan de hene ku dibe sedema nebûn an jî kêmbûna tevgera wan." Her wiha wê bal kişand ser rewşa tenduristiya zarokên sêwî û jinêbiyan di hin rewşan de ku pêwîstiya wan bi alîkariyeke lezgîn heye.
"Rêxistina Zad El-Xêr piştgiriya derûnî jî pêşkêş dike"
Azraa Abd Al-Amîr diyar kir ku rêxistina Zad El-Xêr piştî dabînkirina xwarin û alîkariyên dermanî ji bo malbatên feqîr, jinebiyan û sêwiyan, ji bo piştgiriya derûnî kar dike û wiha got: "Piştgiriya derûnî ya van beşan pir girîng e ku bi riya hevkariya 9 derûnînasên ku bi jinan re hevdîtina rasterast an jî bi riya telefonê dikin û li ser pirsgirêkên ku dijî nîqaş dikin bêyî ku pere ji wan bigrin, çareseriyê peyda dikin."
Çalakiya herî dawî ya Rêxistina Zad El-Xêr, kampanyaya "Min germ bike" ye
Rêxistinê ji bo zêdetirî 800 malbatên xizan cil û berg peyda kirin û li wan belav kirin, piraniya wan malbatên sêwî û jinên ku hevjînên wan jiyana xwe ji dest dane. Rêxistinê ev bar bi domdarî girtiye ser milên xwe û kampanyaya piştgiriyê ya herî dawiyê bi navê "Min germ bike" li ser malbatên xizan û koçberan bi belavkirina cil û bergên zivistanê û betaniyeyan pêk hat.
Seroka rêxistina Zad El-Xêr Azraa Abd Al-Amîr ji bo peydakirina alîkariyê ya ji hemû hewcedaran re banga zêdekirina keda civakê kir.