Rêxistina jinan Dar El-Selam teknolojiyê weke çeka parastinê bi kar tîne
Di demeke ku bernameyên piştgiriya jinan bi rolên kevneşopî ve sînordar dikin de rêxistina "Dar El-Selam" teknolojiyê dike amûrek ji bo hêzdarkirina jinan û zêdekirina beşdariya wan di avakirina aştî û civakê de.
RANÎM XELÛF
Şam – Di sala 2011'an de bi destpêkirina krîza Sûriyeyê re, xebatên civaka sivîl dest pê kirin. Jinan weke beşek ji civaka Sûriyeyê ku berpirsiyariya piştgiriya malbatan di dema pêlên koçberî û penaberiyê de girtibûn ser xwe, di her warî de xwe bi pêş xistin.
Komele û rêxistinan di destpêkê de karên kevneşopî yên jinan weke dirûtin, kuafor û dabînkirina alîkarî û piştgiriya psîkolojîk, hedef girtin. Ev însiyatîf hêdî hêdî bi pêş ketin û perwerdeya li herêmî û nenavendîbûnê de jî di nav xwe de girtin. Piştre projeya Dara El-Selam hat ku bal kişand ser karê jinan û rolên stereotîpîk ên ku ew pir caran tê de dihatin nîşandan, xist ber pirsê.
Teknolojî bû amûrek ji bo parastina jinan
Fikra "Dar El-Selam" (Mala Aştiyê) di sala 2017'an de dest pê kir dema ku Rêvebera Cîbicîkar û Seroka Lijneya Bawermendan, Rana El-Şêx Elî dest bi bûrseke li zanîngeheke Amerîkî kir. Di dema bûrsa xwe de ew li ser rola jinan di avakirin û parastina aştiyê de xebitî. Rana bi komên cihêreng ên jinan re li çar aliyên cîhanê re civiya, li deverên pevçûn hebûn, ku piştî pevçûnê amûrên cûrbecûr bi kar tînin da ku piştgiriyê bidin aramiya xwe.
Rana El-Şêx Elî bawer dike ku teknolojî ne tenê amûrek e ku îro peyda dibe armancek bi serê xwe ye. Rana dibêje: "Em li Dar El-Selam bi jinan re dixebitin û jêhatîbûn û zanîna wan di her tiştê ku bi teknolojiyê ve girêdayî ye û bikaranîna wê di xizmeta aştiyê de ye bi pêş dixin." Rana bi mînakek wiha dibêje: "Dar El-Selam li ser mijarek ku bi tundiya ji hêla teknolojiyê ve tê hêsankirin re dixebite. Tê zanîn ku zêdetir jin bi riya dîjîtal rastî êrîşan tên."
Li gorî rêvebara Dar El-Selam, navend balê dikşîne ser mijarên din ên têkildarî teknolojiyê û avakirina aştiyê ku bi pêşketina teknolojîk ve girêdayî ne, bi riya xebata li ser jêhatiyên jinan û jinên ciwan di nava civakên herêmî de.
Cudahiya radîkal
"Dar El-Selam" ji saziyên civaka sivîl ên niha li Sûriyeyê cuda ye bi wê fikra xwe ya ku bi têgeha "teknolojiya dostane ya jinan" tê temsîlkirin, ji bo girêdana civakên bê tundî û aştî serdest e. Fikir ji baweriya rola jinan di pêşengiya qonaxa piştî şer de tê.
'Sazî tenê bi Sûriyeyê ve sînordar nîn e'
Rana El-Şêx Elî diyar dike ku Dar El-Selam tenê bi Sûriyeyê re sînordar nîn e û wiha dibêje: “Em hewl didin tevkariya jinan di hemû aliyên jiyanê de bikin. Di nav de qada dîjîtal jî heye ku yek ji qadên herî bi pirsgirêk tê zanîn. Cudahiya hemû rêxistinan balkişandina ser dîjîtalîzekirinê ye.”
Ji dilxwaziyê ber bi rêveberiyê ve
Di nava çîrokên serkeftinê yên ku ji aliyê rêvebera Dar El-Selam ve hatine parvekirin de, veguherîna dilxwazan ji bo karmendên tam-dem di nava rêxistinê de ye. Mînakek ji wan Garîs El-Naqirî ye ku li ser rêwîtiya xwe ya bi Dar El-Selam re wiha axivî: "Rêwîtiya min bi Dar El-Selam re di sala 2024'an de bi riya perwerdeyê di nava projeyek bi navê 'Tu Rêber î' de dest pê kir ku li ser hemwelatîbûn û mafên dîjîtal ên jinan disekinî. Piştî projeyê, ez bûm dilxwaz û rola min dûre bi pêş ket ji bo rêvebirina rûpelên medyaya dîjîtal ên rêxistinê ku naverokê li gorî nirxên rêxistinê dinivîsînim û diweşînim."
‘Saziyê di jiyanê de min hînî gelek tiştan kir’
Garîs El-Naqirî jî ezmûna xwe wiha vedibêje: "Ezmûnê fêrî min kir ku ez çawa bi yên din re têkilî daynim, çawa xwe biparêzim, bibim endameke çalak a civakê û ya herî girîng çawa xwe weke jinek di nava Sûriyeyê de biparêzim. Dema ku ez ji dilxwaziyê ber xebatkariyê ve çûm, weke endameke çalak a civakê fêrî maf û berpirsiyariyên xwe bûm. Gelek tiştan li ser zagona Sûriyeyê û pratîkên îdarî yên baş fêr bûm. Îro ez rêvebera medyaya dîjîtal im."
Endamên "Dar El-Selam" hewl didin peyama xwe ya sivîl a cihêreng li ser dîmenê Sûriyeyê bidin, bêyî ku şert û mercên guherbar ên jiyana Sûriyeyê li ber çavan bigrin.