Rewa El-Derwîş: Jinên berdayê herê zêde zerar dîtine di xirabiya rewşa abûrî de

Di dema rewşa aborî ya xirab de, bilindbûna dolar û belavbûna vîrusa koronayê de jin bi xizaniyê re rû bi rû mane, bi taybetî jinên ku hevberdayî ne, jinebî û yên ku ji hevjînê xwe veqetiyane di nava xizaniyê de dijîn

XIFRAN EL-RADÎ
Bexda- Jinên li Iraqê dijîn, serî li rêxistinên mirovî didin da ku pêwîstiyên jiyanê hinekî ji wan re pêk bînin û bi rûmet bijîn. Ew bi taybetî serî li rêxistinên mirovî yên ku ji hêla jinan ve tên birêvebirin didin lewre tirsa ku mêrên xebatkar ji bo hewjewendiyên xwe wan îstîsmar bikin bi wan re heye.
Endama Rêxistina El-Rebî El-Exder, Rewa Derwîş ji bo alîkariya jinan dibêje: "Yên ku herî zêde zirarê dîtine di demên tedbîrên qedexekirinê de ji ber koronayê û pê re xerabûna rewşa aborî, jin in bi taybetî yên wan û hevjînên xwe hev berdane. Ji be ku mêr berpirsyariya lêçûnên malbatê nagirin ser xwe û jinên ku debara malbatê dikin, an ji ber nexweşiyên astengbûna hevjînên xwe yan ji ber nexweşiyên hevjînan neçar in debara malbatê bikin."
Rojane zêdeyî 274 dozên hevberdanê li Iraqê tên dîtin
Der barê bandorbûna zarokan ji xizaniyê de Rewa El-Derwîş dibêje: "Di malbatên di bin sînorê xizaniyê de dijîn de, yên herî zêde zirarê dibînin zarok in. Ên ku asta zanistî li gel wan tune ye û di warê hişmendî û perwerdeyê de têrê nakin, nafikirin ku anîna hejmara zêde ya zarokan li dinyayê ne rast e û encamên wê bi piranî li ser zarok çêdibin. Ji ber ku zarok ji mafên xwe bêpar dimînin, dê û bav nikarin mafê herî bingehîn jî peyda bikin."
Li gorî meclisa dadwarî, rêjeye dozên hevberdanê li Iraqê gihîştiye asteke pir bilind û rojane zêdeyî 274 dozên hevberdanê hene. Li gorî vê rêjeyê di her saetekê de 11 bûyerên hevberdanê çêdibin û dadgehên Iraqê di sala 2020'an de 8245 rewşên hevberdanê tomar kirin û bi hezaran rewşên hevberdanê tomar kirine.
Rêzejeyek zêde jinên ku hevjînên xwe berdane temenê wan biçûk e
Rewa El-Derwîş diyar dike ku rêjeyek mezin ji jinên hevberdayî, temenê wan biçûk e û bê xwendin in û di şert û mercên dijwar ên jiyanê de dijîn û dibêje: "Ev yek ji ber adet û teqalîdên civakê yên nerast ku keçan di temenê piçûk de didin zewicandin û wan ji xwendinê bê par dikin çêdibe."
Der barê zehmetiyên herî girîng ku rêxistin pê re rû bi rû dimîne î peydakirina kar ji bo jinan de, Rewa El-Derwîş dibêje: "Ji ber ku jinan tu belgeyên xwendinê bi dest nexistine ku ji bo wan bibe derfeta kar ku karibin bixebitin, vê yekê hiştiye ku ew bi awayekî esasî girêdayî alîkariya ji rêxistinê digrin bimînin û dibe sedem ku ji ber derûniya nebaş û mercên lawaz, rastî îstîsmarkirinê werin."
Der barê bandora van faktoran li ser îstîsmarkirina jinan de Rewa El-Derwîş dibêje: "Di dema xirabûna mercên aborî, ewlehî û civakî ku em tê de dijîn, dibe ku gelek jin rastî îstîsmarê hatibin." 
"Gelek jin di şert û mercên dijwar de derbas bûne"
Der barê zehmetiyên ku jin bi wan rû birû dimînin de Rewa El-Derwîş dibêje: "Gelek jin hene di şert û mercên dijwar de derbas bûne. Yek ji bûyerên herî girîng ku ew pê re rû birû mane jinek bû ku bi kurê xwe re li peyariya kêleka mala dê û bavê xwe dijî û ji ber pirsgirêkên derûnî êşê dikşîne. Ew jin hevberdayî ye û hevjînê wê kurê xwe nexwestiye û malbata wê jî dev ji keça xwe berdane ji ber vê yekê ew dayik û kurê xwe li kolanê li peyariya li kêleka mala malbata xwe dijî. Dema ku malbat dev ji zarokên xwe berdin encamên wiha çêdibin ku ev êşeke pir dijwar e û pir bi xeter e li ser civakê. Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan rêxistina El-Rebî El-Exder roleke pir mezin lîst. Me xaniyek ku tê de bijî û çavkaniyek bi rêkûpêk jê re eyar kir da ku hewcehiyên jiyana xwe pê peyda bike. Ev yek ji bo wan pir girîng e lewre ew niha di nava ewlehiyê de ne û bi rûmet dijîn."
Sedema ku hin malbat keçên xwe yên hevberdayî li malê qebûl nekin çi ye?
Rewa El-Derwîş dibêje: "Di pir rewşan de dê û bav di şert û mercên dijwar ên jiyanê de dijîn, ku ew nikarin piştgiriya keçên xwe bikin û astengiyan dikşînin. Ji ber vê yekê di piranî bûyerên wiha de em dibînin ku ew rastî şîdetê tên, ji hêla bavê xwe ve yan jî yek ji birayên xwe ve û dibe ku rewş bigihîje asteke wisa ku ew wê ji malê derxin û li kolanan bijî. Em rastî dozekê hatin ku dayik dema xwe bi kurê xwe re tevahiya rojê li kolanê derbas dike û bi şev dayika wê gazî wê dike dibe malê, di metbexê de radizê ji bo ku birayên wê qebûl nakin ku xwişka wan bi wan re li malê bijî."
Pêwîstî bi piştgiriya manewî û madî heye
Der barê damezrandin û tiştên ku Rêxistina El-Rebî El-Exder pêşkêş dike de Rewa El-Derwîş dibêje: "Rêxistina El-Rebî El-Exder di sala 2012'an de hatiye damezrandin. Pêwîstiya jinan bi piştgiriya manewî û madî heye ku baweriya wan bi kesayeta wan çêbibe da ku karibin bi zehmetiyên jiyanê re têbikoşin û jiyana xwe bidomînin. Her wiha Rêxistina Rebî El-Exder bi piştgiriya derûnî ji bo jinên hevjînên xwe berdane dike ji ber piştî ku ew rastî şîdeta derûnî, fizîkî û civakî tên pêwîstî bi xurtkirina derûnî heye ji ber ku şîdet bi hemû şêwazên xwe pirsgirêkên derûnî derdixe pêş." 
Di dawiya gotinên xwe de Endama Rêxistina El-Rebî El-Exder alîkariya jinan Rewa El-Derwîş destnîşan kir ku yek ji wan bernameyên wan ên herî girîng ew e ku jin bikaribin bibin xwedî xaniyek û bi cih bibin. Di heman demê de rêxistin projeyên têkildarî peydakirina derfetên kar ji jinan re amade dike ku bi rêk û pêk xwe û zarokên xwe bi rê ve bibin.