Rêvebera Kampa Holê ya ku di cîhanê de ya herî xeter e jineke Kurd e

Tirsa tehdîdên qetilkirinê ji aliyê jinên DAIŞ'ê ve, ji amadekirin û derketina ji deriyê malê heya riyên ku tê re derbas dibe û digihîje riya derbasbûna Kampa Holê, ji hişê Hemrîn El-Hesen dernakeve lê ruxmî wê jî dibêje: "Tirsa min ne qetilkirin e, tirsa min ew e ku ez negihîjim armancên ez ji bo wan dixebitim."

SORGUL ŞÊXO
Hesekê- Ya ku dihêle mirov pir zor û zehmetiyan derbas bike, ji astengiyên heyî riyên çareseriyê bibîne, armanc û daxwazên xwe pêk bîne îrade ye. Dema ku ew îrade di jineke azad xwedî hişmendiyeke ku derdê wê her dem aştî ye de, tên cem hev wê demê gelek aloziyên heyî derbas dibin û ji pirsgirkên asê re çareserî tên dîtin. Helbet, ev yek bi hêsanî nayê û ji bo bidestxistina aştiyê jî gelek kar û xebat lazim dike. Ji bilî vê yekê jî xeterên wê hene ku her dem tu bi qetilkirin, revandin, tecawiz û hedefgirtinê re rû bi rû yî. Bi taybetî ew jinên Kurd ên ku îlham û hêzê ji perperîkên azadiyê, çavbelekên welatê xwe û xwediyên keziyên hûnandî ku bi wê keziyê re, gelek çîrokên berxwedaniyê rêsandine, digre. Bûka 4 mehan bû, tê gotin ku hevjînê wê di destpêka aloziya Sûriyeyê de, bi guleyekê nenas tê qetilkirin. Piştî ku hevjînê wê tê qetilkirin û wê hê xweşî ji zewaca xwe nedîtibû, ew xewna wê ya ku nîvco ma, nikaribûn bi hev re jiyana azad derbas bikin, xwe bi cil û bergên reş dipêçe. Kurê wê jî navê bavê xwe radike û bi hev re dijîn. Lê piştî ku roj derbas dibin, ew cilên reş diavêje û dibêje; “Ev ne dawiya jiyana min e, ez ê ji nû ve dest pê bikim. Piştî ku di gelek sazî û dezgehên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de cih digre dibe Rêvebera Kampa Holê xetertirîn kamp di cîhanê de dikare were gotin ku ev kamp e. Hemrîn El-Hesen, jineke Kurd e ji Sûriyeyê ye û li bajarê Hesekê dijî, bawernameya Lîsansê ji Fakulteya Perwerdeyê, Beşa Mamostayên waneyê, ji zanîngeha El-Furat wergirtiye. Ka em bi hev re gotinên wê bixwînin û çîroka wê nas bikin. Hemrîn El-Hesen kevoka aştiyê ye û ew jina ji pola ye.
“Pêvajoya duyemîn a şerê li dijî terorê, lênêrîna jinên DAIŞ'ê ye”
Hemrîn di destpêka axaftina xwe de dibêje ku dixwest berxwedana şervanên YPJ'ê bi lênêrîna jinên DAIŞ'ê temam bike û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Derketina stêrka jinên Kurd li Rojavayê Kurdistanê ku ji hemû cîhanê re bûye îlham û pêşwazîkirin û pîrozkirina wan ji aliyê civak û serokan ve, îlham da min ku divê xebata lehengên Yekîneyên Parastina Jin temam bikim. Ew jî pêvajoya duyemîn a şerê li dijî terorê ku lênêrîna jinên teroristan dike. Dibe ku ev ecêb be yan jî xerîb be lê ev felsefe û nêrîna me ya jiyanê ye, li vê Rojhilata Navîn a reş ku her kes şerê her kesê dike û her kes hewl dide yên din bikuje. Em Kurd hewl didin ji bo xwe û gelên din ên herêmê jiyana bi îstîqrar û azad peyda bikin, berovajî wê jiyana ku ew ji me re dixwazin."
“Divê serkeftina leşkerî bi guhertina zîhniyeta malbatên DAIŞ'ê pêk were”
Hemrîn got ku gelek derfet hebûn di saziyên din ên Rêveberiya Xweser de bixebite lê karkirina di Kampa Holê de zêdetir bala wê kişand û wiha domand: "Di saziyên Rêveberiya Xweser de gelek derfetên kar hebûn lê karkirina weke rêvebera kampê ya ku bi hezaran malbatên DAIŞ'ê di nava xwe de dihewîne, zêdetir bala min kişand. Bêguman karekî zehmet e û dibe ku hin kes vê yekê ne mumkin bibînin lê hêviya avakirina sibeheke baştir bû sedem ku ez dest bi vî karî bikim. Her wiha wekî ku min behs kir divê serkeftina leşkerî bi guhertina zîhniyeta malbatên DAIŞ'ê pêk were. Ya ku em niha hewl didin bikin ev e û em li ser dixebitin, tevî dijwariya kar lê em pêşketinên berbiçav bi dest dixin."
“Ew ji xwînrijandinê em jî ji jiyanê hez dikin”
Hemrîn da zanîn ku ew jinên DAIŞ'î xeternak in û ji bo aştiyê zêdetir xebat xwes  û wiha pêl da gotinên xwe: "Ev yek bi armanca ku ez lê digerim ve girêdayî ye. Ji şer, xwîn û kuştinê tu carî encamên baş dernakevin, xwîn dê biherike, ji ber vê yekê divê ji bo aştiyê em zêdetir bixebitin. Ev jin xeternak in û hin ji wan beşdarî şer û operasyonên li dijî me jî bûne lê li vir tişta ku ji wan û ji yên din cuda dike ew e ku em Kurd ji jiyanê hez dikin û ji bo aştiyê her tiştî dikin."
“Her sibeh min digot gelo ez ê ji kampê vegerim, an bibim qurbaniyek din?”
Hemrîn bal kişand ser tirs ango dîmenê ku ji hişê wê dernakeve û wiha parve kir: "Wêneyên ku min li ser DAIŞ'ê û diyardeyên serjêkirin û kuştinê temaşe dikirin, dema ku min dest bi wezîfeya xwe li kampê kir, ji xeyalên min derneketin û her sibeh min digot qey ez ê ji kampê vegerim? An ez ê bibim qurbaniyek din?. Ji xeynî tirsa min a ji bo xebatkarên xwe û çawa divê ez ewlehiya wan berî a xwe garantî bikim, rêveberî beriya ewlehiya wê bi ewlehiya kesên din re têkildar e."
“Tirsa min ew e ku ez negihîjim armancên ji bo wan dixebitim”
Hemrîn da payin ku hemû jinên DAIŞ'î xeternak in û ji heman jîngehê hatine lê tirsa wê ew e ku ruxmî ewqas hewldan encamên baş negrin û wiha pêde çû: "Mijar ne girêdayî komeke taybet e, her kes dibêje ku ev jin xeternak in, ji heman jîngehê hatine û bi heman bîrdoziyê bawer in. Ya herî girîng ew e ku em çawa dikarin zîhniyeta wan biguherînin û wan ji nû ve derxin nava civakê. Tirsa min a herî mezin a niha negihîştina encama ku ez meraq dikim û jê re dixebitim e."
“Ne fîlmek an lîstokek bû, bi rastî min miriyek di nava kanalîzasyonê de dît”
Hemrîn yekem bûyera ku piştî dest bi karê xwe kir bi bîr anî û wiha got: "Min di nav kanalîzasyonê de miriyek dît, mîna fîlmek li ber çavên min derbas dibû lê mixabin ew rastî bû û ne lîstikvanî bû. Wê rojê heta ku ez bijîm ji bîr nakim lê bandora van bûyerên qetilkirinê li ser min bi demê re kêm bûn. Her tiştê ku tê bîra min û ew bûyerên hov, îsrara min ji bo pêkanîna peywira min a mirovî zêde dike."
“Gunehê zarokan, di stuyê dê û bavên ku biryar dan bibin beşek ji DAIŞ'ê de ye”
Hemrîn nêrîna xwe ji zarokên DAIŞ'ê re jî wiha bi lêv kir: "Gunehê van zarokan ew e ku ji dê û bavên ku biryar dane bibin beşek ji DAIŞ'ê hatine dinê. Van zarokan ev jiyan nehilbijartine lê ew li ser wê yekê mezin bûne. Ew li ser bîrdoziya tundrew û cîhadî mezin dibin. Her kes dizane tişta ku her kes di heft salên pêşîn ên jiyana xwe de fêr dibe dê bandorê li ser tevahiya jiyana wê/î bike."
“Hêvî hebe jiyana xweştir û aştiyeke mayînde jî dibe”
Hemrîn bi vê gotinê dawî li axaftina xwe anî: "Bêyî hêviyê em nikarin tiştekî bikin, baweriya me bi doza me çiqasî zêde be, ji bo ku em bigihîjin jiyana baştir, jiyana xweştir, aştiyeke mayînde û azad, hêvî û xeyalên me yên ji bo serkeftinê jî dê ewqas mezintir bibin."