Rena Kerzî ji bo jinan xizmeta "Moto Taksî" îcad kir

Bi xwebawerî, hêz û îradeyeke zexm, Rena Kerzî pîşeyek ji bo xizmeta jinan îcad kir ew jî "Moto Taksî" ye.

CAROLINE BAZZI

Beyrûd - Rena Kerzî ya dayîka du zarokan, ji sala 2016'an ve dest bi ajotina motor kiriye, lê wê nêzîkî du salan berê ji bo xizmeta jinan pîşeya "Moto Taksî " îcad kir û her wiha jinan fêrî ajotina motorê dike.

"Du sal berê min ji bo jinan taksiyek çêkir, lê bi motorê"

Rena Kerzî derbarê hilbijartina xwe ya vî pîşeyî de wiha got: "Du sal berê min ji bo jinan taksiyek çêkir, lê bi motorê, ne bi otomobîlê. Ji ber ku ez motorê diajom, hevaleke min ji min xwest ku ez kurê wê ji dibistanê werbigirim, paşê min ji xwe pirsî çima ez ezmûna xwe di ajotina motor de razemenî nakim, ji vê ezmûnê sûd werdigirim. wekî pîşeyekê bikar naynim û bi rastî min di xizmeta Moto Taksî de dest bi kar kir. Min pîşeya xwe ya nû bi rêya rûpela xwe ya Facebookê ragihand, lê ez ji beşdarbûna zêde ya ji bo hevkariya bi min re û ez matmayî mam ku ji bo ez wan bigihînim mala wan min hilbijartin."

"Min dest bi hînkirina jinan a ajotina motor kir"

Rema Kerzî diyar kir ku kêfa wê pir ji ajotina motor re tê ji ber ku tê de azadî, serxwebûn û xwebaweriyê dibîne û wiha pê de çû: "Şîroveyên xelkê qet ne xema min in. Fikra dîtina jinek li motorekî siwar dibe û li ser wê wekî taksiyê dixebitî hinekî ecêb bû, lê niha ev fikir populer bûye. Min dest bi hînkirina jinan a ajotina motor kiriye. Kur û keçek min hene ku baweriya wan bi min û karê min heye û min ew fêrî ajotina motor kirine û her yek motorekî wan heye, ku pê diçin zanîngehê û kar. Pîşeya min ji zêdebûna bihayê sotemeniyê li Lubnanê bandor bûye. Tişta ku motor ji taksiyê cuda dike ev e ku meriv di demek zûtir de digihêje cihê ku dixwaze. Hezkirin û baweriya xelkê bi min, min serbilind û bextewar dike."