Rejîma Îranê bi guleyan êrişî xwepêşanderan dike

Di serhildanên li Îranê de kesên ku birîndar bûne nikarin biçin nexweşxaneyan. Yek ji çalakgerên ku 40 gule lê ketine û gelek ji wan nehatine derxistin, bi mehan e di wê rewşa giran de dijî.

HÎMA RAD

Sine- Di serhildana ku li seranserê Îranê û Rojhilate Kurdistanê bi mehan e didome de gelek kes birîndar bûne. Li gorî lêkolînên ku hatine kirin, birîndarên xwepêşandanan ji malbatên hejar ên civakê ne, ew ji bo mafên xwe yên rewa beşdarî xwepêşandanan bûne. Niha jî gelek ji wan birîndar in, gelek ji wan di girtîgehan de ne û gelekan jî jiyana xwe ji dest dane. Lê belê hê jî bi ruhê xebat û serhildanê  dijîn.

Ji bo dermankirina birîndaran kom hatibûn avakirin

Di destpêkê de gel ji bo çareserkirina birîndaran kom ava kiribûn. Lê belê gelek ji birîndaran nikaribûn li malê werin dermankirin û her wiha nikaribûn guleyên di bedena wan de derbixin.

Yek ji xwepêşanderên ku nêzî 40 gule li ling û milên wî ketine, dibêje ku tenê cikaribûye 10 guleyan derbixe, hemû guleyên din heta niha di nava bedena wî de mane.

Her wiha diyar kir ku çûye nexweşxaneyê jê re gotine ku metirsî li ser jiyana wî heye û di dema çûyînê de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye girtin. Gelek kes hene ku ji ber nebûna derfetên bijîjkî di mal de û neçûna nexweşxaneyê, baş nabin û heta niha jî nîşaneyên guleyan di hemû bedena wan de mane û êşên giran dikşînin.