Rehên çanda xwedawendiyê ji bo Mîtra bûn serhildana li dijî tacawizkariyê!

Mîtra keçeke Îranê ye û navê xwe ji xwedawendek girtiye; li Tehrana paytexta Îranê ji aliyê zilamê ku ji bo sersaxiya bavê xwe hatibû mala wan ve rastî tewacizê hat, tecawizkarî bi wê yekê bi dawî nebû her wiha rastî destdirêjiya zayendi ya kurê mezin a mêrê ku pê re hat zewicandin jî hat. Mîtra piştî bi salan şîdeta sîstematîk dît, biryara veqetînê da, niha jineke bi hêz e ku bi xebata xwe li ser lingan disekine. Yekane daxwaza Mîtra ew e ku her du zarokên xwe bigre û jiyana xwe azad bijî.

SEMİRA SALAVATİ
Navenda Nûçeyan – Mîtra ya Îranî tenê yek ji wan jinan e ku çavên xwe li cîhana jinên ji ber destdirêjiya zayendî diçin dadgehê û bi sûcdarên destavêtinê re tên zewicandinê vekiriye. Mîtra dibêje ku piştî wê di sala 2001’ê de bavê xwe winda kir, ji hêla mêrek ku ji bo sersaxiyê hatibû serdana mala wan, rastî tecawizê hatiye û bi darê zorê hat zewicandin. Wekî din, Mîtra dibêje ku piştî zewiciye û wê birine Heratê, fêr bûye ku wî mirovê ku pê re zewicî ye, ji Afganistanê ye. Mîtra ku li Tehrana paytexta Îranê hewl dide bi karê kuaforiyê debara xwe bike, li ser gotinên xwe zêde dike û dibêje ku ew ji zilamê ku neçar mabû pê re bizewice piştî salan veqetiyaye lê ji bo ku du zarokên xwe bigre ba xwe têdikoşe.
Rastî tecawiza mêrê ku ji bo sersaxiyê hat mala wan hat
Çîroka bi êş a Mîtra piştî mirina bavê wî dest pê dike. Di sala 2001’ê de, Mîtra bavê xwe winda dike û paşê zincîra bûyerên ku jiyana wê serûbin dikin dest pê dike. Mîtra ji aliyê yek ji wan mêrên ku ji bo sersaxiya bavê wê tên mala wan ve rastî êrîşa zayendî tê. Piştî ku malbata wê pê dizane tê zewicandin! Mîtra bi van gotinan tiştên hatine serê wê vegot: “Dema ku min bavê xwe winda kir, ez bi tenê bûm. Dayika min dixebitî û birayê min jî berê xwe dabû alkolê. Tenê ez û birayê xwe yê biçûk li malê diman. Ez bi kesên ku ji bo sersaxiyê hatin û çûn re eleqedar dibûm. Destpêkê min nikaribû ji kesî re bibêjim ku tecawiz li min hatiye kirin. Ew mêrê ku hatibû serdanê hevalê bavê min bû, bi malbata me re gelek eleqedar dibû û kesê ji niyeta wî guman nedikir. Piştî çend caran çû, hat, şevek ji ber saet dereng bû, dayika min jê xwest ku bimîne û wê şevê wî mêrê tecawiza min kir. Dayika min jî fêm kir ku nîvê şevê deriyê min vekirî ye û tiştek diqewime...”
"Ji bo ku ez nerevim min birin Afganistanê" 
Mîtra dibêje ku wê di qebûlkirina tiştên hatine serê wê de zehmetî kişandiye û got ku piştî malbata wê jê re gotiye; "Tiştekî din ku em bikin tune ye, hûn ê bizewicin” hatiye zewicandin. Mîtra got: “Ji bilî êrîşa zayendî, ez bi wî tecawizkarî re zewicîm. Piştî dawetê ez birim mala xwe. Zewicandîbû bû, zarokên wî yên di temenê min de hebûn. Ez der barê wî de tiştekî nizanibûm. Min xwest ez vegerim malê lê bi zorê min li wir girtin. Ji bo ku ez nerevim min ji Tehranê birin herêma Herat a Afganistanê.”
Rastî tecawiza kurê mêrê pê re zewicîbû hat
Mîtra ya ku anî ziman zarokên xwe li Afganistanê anîne dinyayê wiha berdewam kir: “Piştre ez careke din birim Tehranê. Mêrê tecawizkar ê ku ez bi wî re bi darê zorê hatim zewicandin, li benda narkotîkê bû û paşê dest bi îşkenceyê kir. Her ku diçû îşkenceyê zêde dikir. Dema ku ew ne li malê bû, tecawiza kurê wî ya jina wî ya din jî lê zêde bû. Dema ku ew ne li malê bû yan jî piştî bikaranîna narkotîke radiza, kurê wî yê mezin êrîşê min kir. Min got... Lê kesê ev yek qebûl nekir, her çendî ez bûm a ku rastî tecawizê hatiye jî rastî şîdeta fizîkî hatim. Min panzdeh sal ji aliyê wî zilamê ve rastî îşkenceyek mezin hatim. Di dawiyê de ez veqetiyam.”
Zewaca wê ne fermî bû!
Telaqkirina Mîtra ji bo wê serkeftineke mezin bû lê şoka beriya ku wî tama serkeftina xwe ya li ser jiyanê biceribîne ew fêr bû ku zewicandina bi zilamekî ne Îranî re tê wê wateyê ku zewaca wê ne fermî ye. Mîtra bi van gotinan têkoşîna xwe ya ji bo zarokên xwe bigre li gel xwe anî ziman: “Nîkaha me ne fermî bû. Zewaca bi kesekî ne Îranî re neqanûnî bû û niha ez nikarim îsbat bikim ku ez bi vî zilamî re zewicî me, zarokên min hene û ew zarokên min in.”
“Ez dixwazim azad bijîm û bigihîjim zarokên xwe” 
Nasnameyên keçên Mîtra yên ku bi êş û eşkenceyên mezin xwedî kirine, tune ne, niha dixwaze nasname ji zarokên xwe re derxe û wan bide xwendin. Mîtra ya ku vedibêje ew bi karê kuaforiyê hewl dide debara xwe bike û li ser piyan bisekine, wiha kurtejiyana têkoşîna xwe ya jiyanê ji me re vegot: “Piştî ku me hev berda û îşkenceya 15 salan xilas bû, kesê li rûye min mêze nekir. Bi rojan bê nan, bê xwarin birçî mam. Ez hînî kuaforiyê bûm, niha ez dixebitim û bi mayîna li cihê kar debara xwe dikim. Ez ji birçîna namirim lê bi îşkenceyê gelek caran hatim sînorê mirinê. Ez dixwazim azad bijîm û bigihîjim zarokên xwe.”